Duhî roja yekşemê du welatiyên sivîl şehîd bûn û hinên din jî birîndar bûn li bajarokê El-Tih li gundewarê Idlibê yê başûr, ji ber bombebarana hêzên rejîma Esed, wek binpêkirinek nû ya rejîmê, ji ber ku navçe dikeve di çarçoveya peymana Rûsya Turkiyê de.
Li gor çalakvanên deverê, bajarokê El-Tih bi giranî ji aliyê hêzên Esed ve yên li rojhilatê Idlibê hat topbarankirin, û bû sedema kuştina du ciwanan bi navên: (Hussein Ibrahim Elkotêş, Mixlis Alî Elawac) û birîndarbûna du kesên din.
Herwiha bajarên el-Lataminah û Kafr Zêta û Mork û gundê Tile Alsexir û Hisraya û Markaba û Boyeda û Alcanabra Til Osman li gundewarê bakurê Hamayê, û Hawash û Hewîce û Zayzoun li rojavayî parêzgehê ji aliyê hêzên rejîma Esed hatin topbaran kirin, û bûne sedema birîndarbûna welatiyin sivîl.
Û gundê Cezraya li gundewarê Helebê ji aliyê hêzên Esed hat topbarankirin, herwiha gund û bajarokên gundewarê Idlibê: Circinaz û Alneqîr û Alrfha û Terhî û Skaik û Alfirca û Mushayrifah û Algosabih Am Alxalxîl hatin topbarankirin, û bû sedema birîndarbûna hejmarek welatiyên sivîl.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, careke din armanckirina cihên nişteciyan şermezar kir, û bang li civaka navnetewî kir ji bo rê li ber hêzên rejîmê bigirin, û kesên berpirsiyar di ber van binpêkirinên berdewam de li dijî xelkê û zarokên wan siza bikin, ji ber ku ew bi tawanên şer têne dîtin.
Hêzên rejîmê yên li devera Abu Dalî û gundewarê bakurê Hemayê, berdewam in di topbarana deverên rizgarkirî de, ew deverên divabû çekên giran jê hatibana vekişandin li gor peymana li ser deverê pêk hat, lê rejîm pabend nabe bi peymanê , û ew ji aliyê Rûsya ya gerantor jî nayê neçarkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Tora Şam