Girtiyek vê dawiyê ji girtîgeha Seydnaya hatiye serbestberdan, kiryarên îşkenceyê yên di girtîgehên rejîma Esed de yên bûne sedema mirina bi deh hezarên girtiyan, û tevî navên hin girtiyên sûrî yên hîn jî sax in eşkere kirin.
Piştî sê mehan ji berdana wî, Ma’awiya El-Hacî, yê pênc salan di girtîgehên rejîmê de mabû, behsa karên hovane yên li dijî girtiyan dike, û wî li ser malpera xwe ya “Facebook”, navên 65 kesên binçavkirî eşkere kirin, û hevdem daxwaza lêborînê ji ber derengketina belavkirina navên wan kir.
El-Hacî di dawiya posta xwe de gotiye ku hinan ji wan jiyana xwe di girtîgehên rejîmê de ji dest daye, û wek piştrastkirinê ji posta El-Hacî re, ji aliyê hin çalakvanên deverê ve navên şehîdbûna du ciwanan ji yek malbatê bi navên: Qasim û Zekeriya Telas di bin îşkenceyê di girtîgehên rejîma Esed de hatibûn belgekirin.
Ku ji aliyê seraya nifusa bajarê Humsê, belgeya mirina Qasim û Zekeriya Telas ji bo bavê wan hatibû dan, di dema “bavê Qasim” serdana seraya nifûsê kiribû ji bo bidestxistina belgeyên nasnameyê.
Û girtîgehên Esed ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve bi Qesabxaneyên Mirovan hatine binavkirin, ku bi awayekî sîstematîk kesên binçavkirî rastî îşkenceyê tên, û herwiha di girtîgeha Seydnaya û girtîgehên rejîmê yên din de bi hezarên girtiyan jiyana xwe di bin îşkenceyê de jidest dane.
Herwiha ji aliyê efserê sûrî “Qeyser” yê ji artêşa rejîmê cuda bûye, nêzîkî 50 hezar wêneyên 11 hezar girtiyên jiyana xwe di bin êşkenceya rejîmê Esed de ji dest dane hatibûn belavkirin.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporteka xwe de li 26ê hizêrana 2018’an, kuştina bêhtir ji 13000 girtiyan di bin îşkenceyê de belge kiribû, ku piraniya wan ji aliyê rejîma Esed ve hatine kuştin.
Li gorî raportê ku her ji destpêka şoreşa Sûriyê li adara 2011’an ve û heta cehzerana 2018’an, nêzîkî 81652 welatiyên Sûrî hêjî di girtîgehên rejîmê tenê de bêserûşûn in.
Û çalakvanên mafên mirovan û çalakvanên sivîl, bang li civaka navnetewî dikin ji bo zextê li rejîmê bikin ji bo diyarkirina çarenivîsa bi sedhezaran kesên binçavkirî û bêserûşûn yên di girtîgehan de hatin wendakirin, û civaka navnetewî berpirsyar dibînin di ber bilindbûna hejmara qurbaniyên di bin îşkenceyê de li Sûriyê, ji ber xemsariya wê li hember sizadana rejîmê li ser tawanên wê di derheqa bi hezarên girtiyan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî