Ji ber nebaşbûna rewşa tendurstî di nav penaberên Kobanê de li kampa Elî Kor û navçeyên serûcê, ji bo naskirina rewşa wan penaberan di dema tinebûna piraniya alavên bijîkî û pêdiviyên wan di warê tenduristiyê de, Beşê Kurdî Ji Ofîsa Raghandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûryê, hevdîtinek bi D.Bextiyar Hisên re wek Bijîşkekî Giştî kir, ew bi xwe jî ji akinciyên Kobanê ye.
–Doktor Bextyar hûn dikarin hinekî li ser xwe û karê ku hûn pê radibin biaxifin?
Em girûpek ji doktorên Kobanê ne, em li gorî ku ji destê me têder xebatê dikin, û em bi hêvî ne ku berê karê xwe firehtir bikin, da bighê gundan û cihên dûr ji navçeyên serûcê, bi taybetî ew penaberên ku dûrî pêwîstiyên jiyanê mane.
-Kêmkasiyên warê tenurustî li gor ku hûn dibînin çi ne?
Bi rastî kêmasî gelek in, lê ên herî giring di xebata me ya rojane de, bi warê zagonî ve girêdayî ne, ji ber destûra kar li gor yasayên xwecihî yên Turkiyê bi dest me neketiye, ji ber wê yekê em pir nikarin alîkar bin bi kesên di hundirê kampan de.
– Encûmana Niştimanî ya Kurd û Hevbendiya Niştimanî Sûrî karîne çi ji penaberan re pêşkêş bikin?
Ji aliyê alîkariyê ve û bi rengekî zelal ez karim bêjim, alîkariya ji Encumana kurdî û Hevbendiyê gihaye me pir kêm e , û di vî warî de pir aliyan soz didan me lê man di warê sozan de bêyî ku werin cîbicîkirin.
– Hûn di karê xwe de rastî nexweşiyên dijwar di nav penaberan de tên ?
Erê em pir caran rastî wan nexweşiyên metirsîdar û yên demdirêj jî dibin, wek nexwaşiyên dil û Toperkolosis an jî “Sil” û Kulbûna Cergê Ya Vegir û ji bilî wan jî.
– Rola dezgehên navdewletî di alikariya we de çawa ye, derman tê peydakirin, kî ne yên ku derman ji we re dabîn dikin?
Rola dezgehên navdewletî di warê mirovanhî de bi rengekî gelemperî baş û erênî ye, lê di warê tenduristiyê û dabînkirina alavên wê de pir kêmanî hene, derman pir kêm e, û kadirê me yê taybetmend û pispor kêm e di hundir û dervayî kampan de jî.
– Li dawiya vê dîdarê çi nama we ya ku dixwazin bi raya giştî û opozisyona Sûriyê bigihînin heye?
Hêviya me ji dezgeha we ya hêja heye, ku karibe kar bi dilêşî di ber êş û azarên ku penaber têde ne bike , û bandora we li ser desthelata Turkiyê hebe, ji bo derfetê li pêşiya diktorên Sûrî veke, ji bo tev karibin kar bi me re bikin, çimkî em baş rewşa derûnî ya xerab ya penaberan û bi taybetî nexwaşan zanin, û ji bo em karibin ji piroblêmên ziman xelas bibin , çimkî nezanîna zimanê tirkî dibe sînorek navbera nexwaş û hekîman de.