Hewas Egîd endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî, pîrozbahiya xelkên Kobanê bi helkefta serkeftina Hêzên Hevbeş di rizgarkirina bajarê kobanê ji Daişê kir. Û rola hêza pêşmerge di azadkirinê de, bi piştgiriya Hêzên kurd yên Hevbeş û artêşa azad bi çekên giran bilind nirxand, her weha sipasiya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li ser bombebarandina wan ji baregehên tirorîstan re li bajêr û derdorê wî ji bo rawestandina pêşdeçûna wan kir.
Û hêvî kirk ev serkeftin pengava pêşî be ji rizgarkirina tevahiya derdora kobanê û tevahiya Sûriyê ji Daişê be , û bibe derfeta yekirina rêzan û lipaşxwehiştina nakokiyan ji bo rûberûbûna metirsî û gefên dijwar yên ku hîna li derdora me dirêsin.
Jêder: Hevbendî