Duhî piştî nîvro Artêşa Azad bi mûşekên Girad navçeya Siqobîn li Laziqiyê armanc kir, û di encamê de sê çete ji Mîlîseya Şebîha ya bi navê “Artêşa Bergiriya Niştimanî” hatin kuştin û 8ên din birîndar bûn. Herwiha Artêşa Azad çendîn cîgehên din yên Şebîha li hin navçeyên gundewarê Laziqiyê gulebaran kirin.
Li Helebê jî Artêşa Azad cîgehek hêzên Esed li bajarokê Sîfat bi mûşekeke taw armanc kir, ku bû egera kuştina hin çeteyên Esed, û li taxa Eşrefiyê jî şer û pevçûn qewimîn di navbera hêzên Esed û şervanên Firqa (16) an de ya bi ser Artêşa Azad ve, hevdem digel armanckirina derdora navçeya şer û pevçûnan bi çekên giran ji aliyê şervanên artêşa Azad ve.
Jêder:Hevbendî +Smart