Ji bo naskirina helwest û nerînên “Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî” ya ku xwe dibîne parçeyek ji Şoreşa Sûriyê, û ew nameya xwe ji insanê Sûrî re dişîne, bê cudahiya ji aliyî regez û ol û reng ve.
Beşê Kurdî di nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, dilxweş e ku vê dîdara taybet bi serokê Encûmena Rêveberiya Kombena Kurdên Serbixwe yên Sûrî Ebdil Ezîz Eltemo re dike.
Wek yek ji damezrênerên Yekîtiya Hêzên Demoqratên Kurd û niha tu di posta serokê Encûmena Rêveberiya Kombena Kurdên Serbixwe yên Sûrî de ye, gelo hûn dibînin ku hûn bi rastî gihane asteka karakirin û komkirina raya giştî , û we armancên Kombenda xwe wek we dixwest di destpêkê de pêk anîne?
Di destpêkê de ez spasiya we dikim li ser vê hevdîtinê, ji ber ku di van rewşên dijwar de yên ku Sûriya bi giştî û devera Kurdî bi taybetî têre derbas dibe, kar di warê siyasî û civakî de bûye wek çawa mirovek di zeviyekî bumbekirî de bimeşe, ev pênc sal ji temenê Şoreşa Sûriyê li deverên Kurdî derbas bûne, em nêzî çolkirina meydana siyasî û rewşenbîrî û civakî dibin, bi sedema destdanîna tund ya ku Rêjîmê li deverên Kurdî ferz kiriye bi spartina kar ji Partiya Yekîtiya Demoqrat û milîtanên wê re, em di Kombena Kurdên Serbixwe Yên Sûrî wek destpêkeke nû ji aliyê raman û rêxistin û şêweyê kar ve, hewcedarîya me bi demê heye, da em bigihên encamên armancên destpêkirina Kombendê, di pileya pêşî de li gorî piransîb û neguhêrên pabendiya wê bi armancên Şoreşa Sûrî û mafên netewî yên gelê Kurd, û ez bawer im ku tiştên Kombendê di kongirê xwe yê damezrandinê de ragihandiye nêzî hestê her hevwelatiyekî Kurd e, ji aliyê xwedûrkirina ji eydiyolocî û sofîtiya partîtî ve.
Çi xalên hevbeş yên ku we li ser wan li hev kir hebûn, di hevdîtina we ya roja sêşembê li Istenbolê bi Enes Elebde re, serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî ?
Ji hêla me ve em tekeziyê dikin ku divê Hevbendî wek nûner ji şoreşê re parastî bimîne, û em kar ji bo bercewendiyên Şoreşê bi hevre bikin, û em bizavê dikin ji bo cîbecîkirina armancên şoreşê yên ku gelê Sûrî ji bo wan derket û daxwaza ruxandina rêjîma Esed kir, û avakirina dewleteke dîmoqrat ya ku mafê hevwelatîbûnê ji hemî gelên wê re dabîn dike, bêyî nerîna li regez yan ola kesê sûrî, û ji hêla xwe ve Enes Elebde serokê Hevbendiyê tekezî li ser giringiya hevkarî û karên hevbeş bi kombenda Kurdên Serbixwe re kir, ji bo yekirina hemî karên civaka gelê Sûriyê li hundur û derve li gor ku hêviyên Sûriyan li hundur û derve û yên hemî aliyan bê cudahî pêk bîne.
Hûn çawa nehêlana PYDê ji bilindkirina ala Kurdî re dixwînin, tevlî ku ew tekez dikin ku ew nûnerên gelê kurd in? û hûn çawa li hildana ala Amerîkî li Til Ebyedê dinêrin?
Ew dibêje ku ez nûnerê gelê kurd im, lê cudahiyek mezin di navbera rastiyê û gotinan de heye, û em dibêjin ku kesê ku piçek ji elfabeya siyasetê xwendibe, wê ji navê partiyê zanibe ku ti têkiliya wê ne bi gelê Sûrî û ne jî bi yê Kurd re tuneye, ew tenê şaxek ji kompaniyeke hevbeş e navê wê PKKê ye, û ew li gor ecindeyên wê kar dike, û ew nûnertiya ramanên tekrew yên olîxarşî dikin, yên ku danpêdanê bi kesên ne wek wan difikirin nakin, ne tenê di warê siyasî de lê di warê rewşenbîrî de jî, û ew desthilata herî tekrew e, bi armanca perestina serokê xwe, yê ku wî û her weha bendeka bi navê wî diaxive wek xweda dibînin, û ev tiştekî normal e dema xwediyên van ramanan zikreşiyê di nav refên xwe de biçînin, ne tenê derbarê ala Kurdî, lê belê der barê netewa Kurd bi tevahî wek milet, ji ber ku pirojeyên wan yên siyasî yên piragmatî, kar di çerx û dewrana xewnên Neteweya Demoqrata de ya ku tenê di xewnan de heye dikin, û der barê hildana ala Amerîkî li ser hin malên ji heriyê avakirî, û berî wê li Minbicê jî, bi rastî kesê bi zelalî xelekên çîroka Rojava bixwîne, wê nas bike ku hildana wê alê ne ji bo ahenga azadkirinê ye, wek dema ku Iraqiyan serê peykerê Sedam li Bexdayê bi ala Amerîkî pêçan, herdû bûyer ji hevdû cuda ne, hildana wê alê ji bo xweveşartina di pişt wê de ye, ji tirsa tiştê ku wê di dema pêş de bê, yê ku hevsengiya dijatiyan diguhere û dest bi kêmkirina xewna Rojava dike.
We bal kişand ser ku PYDê ne Kurdî ye û nûnertiya Kurdên Sûriyê nake, gelo hûn vî tiştî di gotara wan ya bênaverok de dibînin an di corbecorbûna hêzên wan de, û wek tê zanîn ku serokê Hêzên Sûriya Demoqrat bi nijadê xwe Turkmanî ye?
Ezbenî ew nûnertiya Kurdên Sûriyê nakin, tevlî ku gênc û keçên Kurdan piraniya van hêzan e, û dema em dibêjin ew nûnertiya Kurdên Sûriya nakin, ji ber ku ew di xizmeta Qendîlê de ne, ne di ya Kurdên Sûriyê de, û dema ev hêz ji aliyê serkirdeyên Tirk û Îranî û Ezerbêcanî û Ermanî tê birêvebirin, û fermnên xwe ji Mosko û Şamê di riya Qendîlê re distîne, bê guman ewê ji bercewendiyaên wan re kar bike, û ew ne nûnerê Kurdên Sûriyê ne, tevlî ku xwîna gêncên Kurdên Sûriyê ew e ya ku di meydanên şer de tê rijadin, û ew xwîn di nerîna wan kesên li Qendîlê rûniştîne pir arzan e, û der barê Telal Silo, ew “Eniya Niştimanî ya Pêşverû ya Sûrî” û hemerengiya wê di bîra me de tîne, ku ew bi xwe ya partiya Be’is bû.
Di nerîna te de çi rol ji Salih Muslim re hatiye nexşekirin û jê tê xwestin ku pê rabe?
Salih Muslum ew karmendek di pileya sêyemîn de ye, ku ne di pileya herî nizim de be, di zincîra karên Partiya Karkerên Kurdistanê de, û ew fermanên rêberên xwe yên li Qendîl û Şamê cîbecî dike, û wî gelê Kurd ber bi gola dijatiya netewî û tayifî de di navbera Kurdan û hevparên wan ên Sûrî de ajot, û Kurdên Sûriyê kêşeya xakê û gel ji dest dan, bi sedema siyaseta vê partiyê, ji ber ku wê rojekê ji rojan bawerî bi hebûna perçakî ji Kurdistanê di hundurê dewleta Sûrî de neaniye, û avakirina wê ji milîşyayên leşkerî û di bin navên corbecor de re, ji bo armancekê tenê ye, û ew jî çêkirina jêdereke gef û fişarê ji Turkiyê re ye, û ev partî baweriya wê bi Rojava nayê wek ku ew dibêje, û ew şer li Sûriyê dike tenê ji bo şer, û standina kirya şerê xwe, û ne ji bo kêşeya xak û gel şer dike, ji ber ku kêşeya wê tenê Netewa Demoqrat e.
Li gor ku em di edebiyatên Kombenda we de dixwînin, hûn dibînin ku kêşeya Kurdî li Sûriyê kêşeyek niştimanî Sûrî ye û ne Kurdistanî ye, çima hûn baweriyê bi vê nerînê tînin?
Belê, kêşeya Kurdên Sûrî kêşeyek Niştimanî Sûrî ye, û çareseriya wê li Şamê ye, û ne kêşeyek Kurdistanî ye, ji ber ku her parçak ji Kurdistanê kêşeyek taybet bi wê heye, û kar ji bo çareserkirina wê li paytexta ku ew pêve girêdayî ye dike, û gerek kêşeya Kurdên Sûrî neyê girêdan bi kêşeya Kurdistanî ve, ji ber ku kesê vê nerînê pêşkêş dike, ew kar ji bo çareserkirina kêşeya xwe li ser hesabê xwîna Kurdên Sûrî dike, û di dawiyê de kêşeya Kurdî ya Sûrî bû pelek di destên hin aliyên Kurdistanî de, û lîstikan li ser dikin û dibe wê bifroşin di ber bercewendiyên xwe de.
Gelo we karîye bingehek xwe ya cemawerî ava bikin? Yan hîn jî hûn pişta xwe bi kesayetiyên rewşenbîr girêdidin?
Em wek hevgirtinekê ku gelek beşên civaka Kurdî yên bawer bi armancên Şoreşa Sûrî li xwe digire, em beşek bingehîn in ji Şoreşê, ez bawer im dengê Kurdî yê serbixwe û dengê xortên Kurd yên tevlî Şoreşa Sûrî bûne, gihaye dilê bûyera Sûrî û rêxistinên wê yên şoreşgerî, ji ber ked û kar û xebata damezrênerên Kombenda Serbixweyên Kurd ên Sûrî, û em karê xwe ne bi şêwazekî hizbî yê klasîkî dikin, û armanca me tenê insan û cemawer û baweriyên wan in. û ji bo mijara cemawer, em dibînin hin partiyên Kurd ên mezin di dema niha de hene, û cemawerên wan yên berfireh kêm bûne, bi sedema rewşên dijwar yên ku xelk têre derbas dibin, û em bangê li her kesekî ku hesteke wî yê niştimanî Kurdî heye û bi metirsiya vê qûnaxê dizane dikin, û bi rastî em bawerin ku kesayetiyên rewşenbîrî û civakî dikarin bingehek cemawerî çêkin.
Gelo pirojeyek we yê paşerojê heye ji bo hûn Kombendê bikin partiyek siyasî?
Na, hemû endamên Komendê naxwazin ku Kombend bibe partiyek siyasî, ji ber ku em dijî partîtiyê û sofîtiya partîtiyê ne, û çiqa Kombend mezin jî bibe û hejmara endamên wê pir bibe, wê biryara wê ya siyasî û civakî û rewşenbîrî ne pabend be bi ecindeyên partîtiyê û wê serbixwe bimîne, û wê kar bike ji bo pêkanîna hemû daxwazên gelê me yê Kurdî Sûrî, ji bo bidestxistina mafên netewî di hundurê dewleta Sûrî ya Demoqrat de, û wê Kombend bimîne alavek fişarê li ser tevgera Kurdî ji bo pêşxistina kar û piroramên wê, da bighê astekê ku hêjabe gelê kurd piştgirê wê be.
Yek ji xalên piransîbên bingehîn yên Kombendê ew e, baweriya wê ku nasnameya wê ya Niştimanî ya Sûrî ne nakok e bi kûrahiya nasnameya wê ya Kurdistanî re, ma ev gotin ne wek ya Rikberiyê ye ku dibêje gelê Ereb ê Sûriyê parçak ji Netewa Erebî ye?
Raste, nasnameya Niştimanî ya Sûrî ya Kurdên Sûriyê ne nakoke bi kûrahiya nasnameya Kurdistanî re, ji ber ku em wek hemî gelê cîhanê ne, netewa me Kurdî ye, her weha Erebên Sûrî û hemî pêkhateyên Sûriyê jî wesa ne, û em dibînin ku girêdana me ya Sûrî di vî welatî de, hevparên xak û dîrokê, xurtir e ji girêdana netewî.
Helwêsta we ji nerîna Desteya Bilind Ya Danûstandinan Ya ku li Lundunê hat pêşkêşkirin çi ye?
Ew nerîna Desteya Bilind Ya Danûstandinan dimîne nerîn, û ew ne destûr e, û me nerazîbûna xwe ji xala yekemîn ya vê nerîna nakok bi armancên Şoreşa Sûriyê re diyar kir, û em tu carî qebûl nakin ku fikr û ramanên Partiya Be’is careka din bi şêweyekî din di nav me de belav bibin, lê ev nerîn ne destûr e, û ew tê guhertin û serastkirin, û dive bê serastkirin, da Desteya Bilind ya Danûstandinan bibe cihê baweriya gelê Sûriyê.
Berî demekê kesayetiya siyasî Selah Bedredîn pirojeya rizgarkirina Kurdên Sûriyê pêşkêş kir, gelo hûn bi wê pirojeyê re ne yan jî dîtina we ciyawaz e ji wê?
gelek ji ramanên mamoste Selah Bedredîn pêşkêş kirine, em bi wan re ne, û xalên cihên nakokiyê gelekî kêm in, lê me ew qûnaxa pêşkêşkirina ramanan derbas kiriye, û em ji mamoste Bedredîn dixwazin ku pilan û mîkanîzmên cîbecîkirinê û karînên rizgarkirinê yên li cem wî hebin pêşkêş bike, di van rewşên dijwar û aloz de ji dirûma Kurdî li Sûriyê.
Nerîna we çi ye li ser bêdengiya Civaka Navdewletî der barê zilmûzoriya ku li Helebê li ser destê Rêjîmê û hevalbêndên wê dibin, ku ne mirov û nejî kevir ji çekên asîmanî yên Rûsî û Esedî nayên parastin?
Em nikarin tiştekî der barê bêdengiya Civaka Navdewletî bêjin, ji ber ku dema ew diaxivî û diciviya û gotûbêj dikir, wê program û pilana piroseya serjêkirina Helebê dan, û ew bêdeng e, li hêviya biserketina pilanên xwe yên li dijî gelê Sûriyê ye.
Di dawiyê de bi boneya bîranîna Emîdê pakrewanan Miş’el Eltemo, çalakiyên we yên hûn bikin, yên li gor payedariya wî, çi li derve yan jî li hundur , da hûn tekeziya mana xwe li ser rêbaza wî bikin çi ne ?
Der barê vejandina bîranîna Emîdê pakrewanên Şoreşa Sûriyê, Miş’el Eltemo, hevalên wî yên di Şepêla Pêşerojê de, amadekariyê ji bo vê bîranînê dikin çi li hundurê welat be yan jî li dewletên penaberiyê be, û em naxwazin ku ev beşdarî di navbera çend rawestgehan belav bibe, û hevalên me yên Kombendê wê beşdariyê di vejandina vê bîranînê bikin, li her deverên ku ew li wir amade bin, û rêbaza Miş’el Eltemo yê ku jiyana xwe ji bo welatê xwe û gelê xwe terxan kir ne girêdaye bi hin kesan tenê ve, ew di hinav û wijdanê her kurdekî hezkerê kêşe û gelê xwe de ye, û ez bawer im ku heta niha em ne gihane asta berpirsyariya em li ser vê rêbazê bimeşin, ji ber gelek sedemanên babetî û kesayetî, ji ber ku ne li ser asta niştimanî Sûrî û ne jî li ser asta Kurdî, ew karîzma ku li cem Miş’el Eltemo hebû çênebûye.
Di dawiyê de spas ji we re, ez hêvya serkeftin û pêşketinê ji malpera we re dikim.