Parêzer Mistefa Misto endamê Encumana Niştimanî ya Kurdî ji mere ragihand ku dadgehên Partiya Yekîtiya Demoqrat PYDe ne yasayî ne, û got:” nabe endamê ENKSê ji hêla PYD ve bêne dadgehkirin û dadgehên PYDê mîna dadgehên rêjîma Esed in, û ew ”tenê xebatkarê têkoşeran armanc dikin” .
Misto da zanîn ku çekdarên PYD ta niha bêtir ji 50 haval û alîgirên ENKSê revandine û çaranûsa wan ne diyar e, û ev kiryarên wan ên li dijî ENKSê xizmeta rejîma Esed dikin.
Misto bang li rêxistinên navneteweyî kir û ji wan xwest ku fişaran li ser PYDê bikin da haval û alîgirên ENKSê ji zîndanên xwe berdin.
jêder: Hevbendî