Beşê Kurdî di nivîsgeha ragihandinê a Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, bi çêkirina vê hevpeyvînê bi helbestvan Ebdiletîf El- Huseynî re kêfxweş e:
– Di nivîseke te di pirtûka te ya dawî de” Siyên Navê Birîndar” , te gelek hêvî bi Tisonamiya şoreşê girêdabûn ku wê ewrên reş ên Be`is ji ser ezmanê welat belav bike, gelo tu hîn li ser helwesta xwe yî?
Belê, ez li ser helwesta xwe me û bi awayekî xurtir, tevlî ku sariyek ketiye nav çalakî û çalakvanan de, ew jî ji ber gelemşeya ku di hemû quncikên welat de belav bûye, û ji bo tekezkirinê ez dibêjim; her şoreşa ku dema wê dirêj dibe kesin hene li dijî wê ne derdikevin.
– Di nivîseke xwe de te destnîşan kiriye ku ber-rûkên rûguhertinê yên gelek rewşenbîr û siyasetmedaran bi saya guhertina bingehîn ku li Sûryayê dibe hate rahiştin, gello dîtina rastiya wan kesan nîşana xêrê bû?
Sosret ew e ku siyasetmedarên kurd raste rast navê “Keysebaz” li rewşenbîran tevan dikin, lê eger em baş binêrin, û nerîn û karên gelek ji siyasetmedarên kurd bixwînin, em ê bibînin ku keysebazî di xwîna wan de ye ji rewşenbîran pirtir, û ez li vir tekez dikim eger xwesteka kurdî karekî ji dil û can pê re tune be, ew daxwaz dê bimîne mîna axavtinên nezanekî ku bi bayê re davêje, ev gotinên keysebazî yên siyasetmedaran ji hêla beşekî ji partî-perestan ên ku li gel serkirdeyan mîna koleyan in hatin bawerkirin.
– Di nerîna te de, kesên berî şoreşê li wan nedihat guhdarkirin, dikarîbûn bi saya şoreşê hindek ji mafên xwe yên jê bêpar mabûn vegerînin?
Rast e, û ez yek ji wan im, min salên wendabûna xwe ya nivîsê vegerandin, niha tu çavdêrî li ser wijdanê min yê wêjeyî û ramanî nema ye.
– li gor şopandina te ji dîmena rewşenbîrî ya Sûrî re, bi taybet aliyê bi şoreşê re.. gelo dikarîbû di sata qurbaniyên milletê Sûrî de be?
Helbet ew ne li gor astê ye, hemû nivîs ne hemberî dilopekê ji xwîna Sûriyekî ne, nerîneke min ya kesayetî derbarê berhemên wêjeyî û hunerî ên bi şoreşê ve girêdayî ne heye; hemû nivîs yan pirên wan li gor bayê diltenikî û hestan hatine nivîsandin, ji lewre ew qonaxekê belge dikin, lê nikarîne guhertinê biafirînin .
– Gello berdewamiya rejîmê di kuştina mirovan de bi sedema tolhildanê ye, yan hîn di nerîna diktatorê Sûrî de ku ew dikare demjimêrê vegerîne berî 2011an?
Diruşma wêrankirina welat durişmeke hêsan e, û ev yek di kuştin û jihevxistina jêrxane û jorxaneya welat de pêk hat, û eger welat vegere berî 2011an, wê Sûriya tenê navek li ser nexşeyê bimîne.
– Tu çawa li rewşenbîrên sûrî yên mezin dinerî, ku bêdeng û bê helwestek diyar û zelal mane derbarê tiştê li Sûryayê ji wêrankirina li ser destê rejîmê çê dibe?
Ew ne tenê keysebaz in, ew keysebazî bi xwe ne, ez gelek ji rewşenbîrên ku bêlayeniya newêrekiyê dikin nas dikim, wateya bêlayeniyê li rex min ew e ku ew rewşenbîr bi zordaran re ne, yan jî çima bêdeng man, çima pênûsa wan rojî girt?.
– Gello tu hîn bo pêşeroja Sûryayê geşbîn î?
Ne geşbîn im, ji ber geşbîniya derewîn tenê yên ku rastbîniyê û rûdawan naxwîne dibêjin, bi taybet ku Sûrya bûye erdek nizim, hov û tawankar pêşbirkê lê dikin.
– Wek helbestvan û nivîskar, şoreşê çi li ezmûneya te zêde kir ?
Wateya şoreşê ew e tu afirandinê bêtir bike, guman dikim ku min sûde ji şoreşê wergirt, şoreşê tiştekî minî windayî li min vegerand, giyanê nivîsê di hindirê min de nû kir, piştî ku nêzî deh salan serdema xiniz û nepak ez jê rwestandibûm.
– Tu pêşbîn dikî ku Amûdê careke dî vegere weke berê bingehek rewşenbîriyê ya xuyayî, û xetîra wêje û hunerê ji Sûryaya pêşerojê re?
Amûdê bajarekî Sûrî yê kurd e, pirtûkeke minî hevbeş bi rojnamevan Xesan Cangîr re bi navê ” Di Şîniya Amûdê De ” heye, Amûdê di sikrata mirinê de ye, yan dibe ku ew miribe, em jî li şûnwarên wê radiwestin û stranên şîniyê tavêjin ser.
– Helbestvab Ebdiletîf El- Huseynî di çend xêzan de:
– Li bajarê Amûdê, nêzî Qamişlo, yê bi ser parêzgeha Hesekê ve sala 1966 jidayik bûye.
Ji pirtûkên wî ên çapkirî bi zimanê Erebî:
– Peykersaziya Bajarên Biçûk
– Peykersaziya Bajarê Amûdê.
– Pirtûka Amûdê.
– Reşbelekin (Deqin Pexşanê).
– Siyên Navê Birîndar.
– Di Şîniya Amûdê De bi rojnamevan Xesan Cangîr re.
– Bihna Wendakirinê (Destnivîsa li ber çapê)
– Nivîsandina helbest, gotar, û rexneya wêjeyî.
– Hindek ji deqên wî wergeryane Ingilîzî, Firensî, û Kurdî
– Deqê ” Mala Şêx ” li dibistanên Kurddistana Iraqê tê tê xwendindan.
– Nûçegihanê malpera Sema Kurd a çand û hunerê 3 salan li ser hev.