Hejmarek ji endamên Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de îroj, Duşembê, hevdîtinek bi nûnerên hin rêxistinên Civaka Sivîl re lidar xistin, û li ser sîstemkirina hevdîtinên dem bi dem bo gihiştina nerînek tekûz derbarê pilana Dî Mistora ya Encumena Ewlakariyê girtiye xwe lihev kirin, her weha gotûbêjkirina her destpêşxeriyên derbarê çareseriya siyasî li Sûriyê.
Şêwirdarî bi nûneran re li ser pêşhatên nû yên reşbeleka pilana ku şanderê navdewletî bo Sûryayê Stîvan Dî Mîstora di nîvê heyva bûrî de pêşkêşî Encumena Ewlehiyê kiribû û Encumana Ewlekariyê pişta wê girtibû hate kirin.
Civînê rewşa deriyên sînorî bi Tirkiyayê re û rêkûpêkirina awayên derbasbûn û derketinê di wan re guftugo kir, ta ku rê bidin vekirina wan careke dî li pêş rêxistinan û nûnerên wan û kesên bi wan re kar dikin.
Cîgira Serokê Hevbendiyê Nexem El – Xadirî got em hewcedarî hevrêzî û têkiliyan bi rêxistinên Civaka Sivîl re ne bi awayekî berdewam, ta em bi hev re li ser yekirina nerîn û gotarê kar bikin, û berdewam kir:” Karekî me yê hevbeş heye ku di xizmeta Sûrî û şoreşa Sûrî de ye, hêviyên milletê Sûrî di bidestxistina azadî, rûmet, û cezakirina tawankaran, û di serî de Beşarê Esed û hevalbendên wî ên fermandar pêk tîne”.
Jêder: Hevbendî