• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Wednesday, 1 February , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Bidehan Şehîd Û Birîndar Di Bomebarankirina Xûta De Ya Ji 12 Rojan De Ji Aliyê Rêjîma Esed Berdewam e

August 24, 2015
in Nûçeyên Xwecihî
Bidehan Şehîd Û Birîndar Di Bomebarankirina Xûta De Ya Ji 12 Rojan De Ji Aliyê Rêjîma Esed  Berdewam e

Di hilmeteka tawankarî de ya ji 12 rojên bûrî de berdewam e, carek din firokên cengê yên rêjîma Esed êrîş birin ser bajar û bajarokên Xûta rojhilata Şamê ku bû egerê şehîdbûn û birîndarbûna bidehên kesan û wêrankirina hejmareke mezin ji xaniyan û jêrxana bingehîn.

firokên cengê yên rêjîma Esed ya terrorist, çendîn êrîş birin li ser bajarê Hemûriyê, û  13 kes şehîd xistin, di nav wan de 4 jin û 6 zarok û zêdetir ji 15 kesên din birîndar bûn.

Herwiha bajarê Seqba jî rastî 8 êrîşên esmanî hat , û bazargeha wê hat armanckirin û bû sedema ketina bidehên şehîdan û di nav de jinek jî hebû, û di du êrîşên esmanî de li ser herdu bajarokên Cisrîn û Zemalka, bidehan sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, herwiha bajarê Dûma û bajarokê Hiza jî rastî heman êrîşan hatin.

Ji aliyek din hêzên Esed bajarê Dûma bi hawinan topbaran kir, û bajarokê Eyîn Terma jî bi rûkêtan ji aliyê serbazgeha tankan û rêbenda “Elximasiyê” ya li Qabûn rastî topbarankirinê hat.

Di heman mijarê de, duhî Encûmena Xwecihî û hêzên bergiriya Sivîl li bajarê Heresta di daxuyaniyek hevbeş de “Heresta Bi bajarekî Qeyranê” ragihandin, piştî hilmeteka êrîşkirina esmanî ya bêhempa li ser ji aliyê firokên Esed û armanckirina wî bi rûkêt û mûşekên zemîn-zemîn û bi narincokên hawinan, bi taybetî armanckirina baregehên Encûmena Xwecihî û bergiriya sivîl, herwiha di daxuyaniya hevbeş de hat ku rêjîma Esed “bi awayekî peyrewkirî berdewam e di wêrankirina bajar, bi rêka wêrankirina xanî û avahiyên nişteciyan, yan bi rêka mayînkirin û teqandina wan û yanjî armanckirina wan bi mûşekan”.

Ji aliyek din Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de dabû zanîn ku Helwesta bêreng ya heryek ji Encûmena Ewlekariyê û Civaka Navdewletî dibe hokarekî alîkar ji heryek ji Îrana dagîrker û rêjîma Esed re bo zêdekirina kuştarên xwe li dijî xelkê Sûriyê.

Hevbendiya Niştimanî bi tundî sercem cor û awayên piştgiriya serbazî û ya darayî bo rêjîma Esed şermezar kiribû, nemaze piştgiriya bi pêdana çek û teqemeniyan her li jêr çi behaneyekê û ji kîj aliyî be, û wê piştgiriyê bi beşdariya di tawanên dijî mirovan li qelem dide, û dît ku rêgirtin li pêşiya berdewamiya van tawanan berpirsayertiyek yasayî û rewştî ye, û herwiha da zanîn ku pirçekirina rêjîmê dibe alîkar ji encamdana tawanên zêdetir û kuştin û qirkirinê re.

Hevbendiyê Tekez kiribû ku êrîşên Esed ne êrîşên bitewşî  ne, ji ber ku ew firok mûşekên arestekirî bi mebest bi ser sivîlan de dibarînin, bi armanca kuştina hejmarek mezin ji sivîlan bi taybetî di dema demjimêrn qerebalixa bazargeh û şeqaman de.

Herwiha Hevbendiya Niştimanî tekez kiribû ku armanckirina navçeyên sivîlan li ser tawanên şer û binpêkirina yasaya navdewletî tên pejirandin, li jêr çi hêncet û behaneyekê be, zêdebarî vê yekê Hevbendiyê dabû zanîn ku tawanên rêjîmê bi gelekî ji astê van tawanan dijwartir in, ji ber armanckirina sivîlan di serê lîsteya armancên bombebarankirinê de tê, bi hewla kuştina zêdetirîn hejmar ji sivîlan di her êrîşekê de.

Jêder:Hevbendî +Wekalat   

ShareTweetSend

Posts Related

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re
Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

January 30, 2023
Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne
Nûçeyên Hevbendiyê

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

January 30, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.5k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Xwecihî

Raporeke Meydanî Binpêkirinên Rijêma Esed û Milîsên Îranî li Parêzgeha Deraayê di Tebaxa Bûrî de Belge Dike

Raporeke Mafnasî: 91 Sivîl di Heyva Bûrî de li Sûriyê Hatin Kuştin di Nav de 28 Zarok û 2 Jin Hebûn û 7 Kes Qurbaniyên Îşkenceyê Bûn

Belgekirina Kuştina 568 Kesan li Sûriyê di Nîvê Yekem ji Sala 2022 de Bêhtirê Wan li Ser Destê Rijêma Esed û Piştgirên wê ne

Raporeke meydanî: Belgekirina Kuştina 55 Kesan di Heyva Bûrî de li Parêzgeha Deraa, 5 ji Wan Zarok in

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.