Piştî bidawîbûna gera sêyemîn ya danustandinan di navbera nûnerên rêjîma Sûrî û Rikberiyê de li Cinêvê, û bêyî ku tu pêşketin çêbibin di kêşeyên nakok di navbera wan de, û yek ji wan çarenûsa Beşar Elesed, û her wiha daxuyaniya serokê şandeya danustandinan Es’ed Elzu’ibî, ya ku kolana kurdî bi giştî pir bînteng û zivêr kir .
Ji bo raewstana li sere van babetên cihê nakokiyê, Beşê Kurdî ji Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiyê , ev dîdar bi cîgirê serokê Hevbendiyê, Dr. Ebdulhekîm Elbeşar re kir.
Hin hene dibînin ku endamên şandeya kurdî çavgirtî bûn, dema têgihiştin di navbera şandeya rikberiyê û ya rêjîmê de li Cinêvê çêdibûn, û tenê hazirbûna Encumena Kurdî pirotokolî û şeklî bû, ne zêdetir, tu çi li ser vê yekê dibêjî?
Ta niha tu lihevkirinên giring di nav şandeya rikberiyê û ya rêjîmê de çênebûne, tenê belgenameyek ji birêz Dî Mistora hatiye pêşkêşkirin , li gor Dî Mestora binav dike, ew xala têgihiştinê ye di nav herdû aliyan de, hebûna Kurdî di danustandinan de ne şeklî ye, berovajî vê yekê ew kartêker e, lê arîşe ewe ku neheqî di rêjeya nûnertiya Kurdan de hatiye kirin, ji ber ku hejmara Kurdên beşdar di danustandinan de ne li gor ya têxwestin e, û ev yek bandora xwe li ser asta karê nûnerên firakisyona Kurdî yên ku barê wan girantir bûye dike.
Kesin hene dibînin ku Encumena Niştimanî ya Kurd, dîdevanekî ne cihê baweriyê bû, li ser deranîna belgeya Dî Mistora ya ku maf û daxwazên Kurdan ji kok ve têde tuneye?
Belgeya Dî Mistora behsa xal û piransîbên giştî dike, nêzîkî hûrgiliyan nebûye, ew behsa pêkhate û maf û garantiyên wan mafan dike, wî behsa olan û garantiyên parastina wan kiriye, û behsa wan bi hûrgilî nekiriye, zimanê diplomasî yê pê tê axaftin di wan civatan de niha wilo ye, gotarek giştî ye, behsa hûrgiliyan nebûye, lê gotar zelale ji aliyê firealîbûna netewî û giringiya parastina wan netewan.
Gelo karvedana Encumena Niştimanî Ya Kurd çi bû, dema hebûna dîrokî ya Kurdan hat mandelkirin, dema dîtin ku Sûriya bi xak û gelê xwe ve, perçeyeke nayê perçekirin ji netewa Erebî, di benda yekem ya belgeyê de?
Bi rastî me wek Encumena Niştimanî ya Kurd, nerazîbûna xwe li ser vî bendî di belgeyên desteya bilind ya danustandinan de danî, tevlî danîna nerazîbûnê li ser bendê Nenavendiya Rêvebirinê jî.
Gelo tiştê ku Hemîd Hecî Derwêş ji bo berhrvkirina şandeke Kurdî ya yekbûyî ji bo amadebûna danustandinên Cinêvê -bê sîwan ji tu aliyên Rikberiyê yan jî rêjîmê- wê bibe cihê guftegoyê di Encumena Niştimanî ya Kurdî de?
Hemîd Derwêş kesayetiyek kurdî têkoşer û payedar e, û ew ji damezrênerên tevgera Niştimanî ya Kurdî ye, û di vê derbarê de ez nizanim bersiva Encumena Niştimanî ya Kurd li ser pêşinyara wî çiye, û bersiva vê pirsê , Encumena Niştimanî ya Kurdî bide wê çêtire be, ji ber ku ew aliyê bi tenê ye, yê ku ji mafê wî ye ku vê bersivê bide.
Gelo daxuyaniya Es’d Elzu’ibî, bû sedema daxuyaniyên Derwêş? Gelo çima wî ev bangewaziya xwe di dema heba panedol de ne da?
Ez lêborîna xwe derbarê bersivdana vê pirsê didim, û ne ji mafê mine ku ez besiva wê bidim, lê niştiman-perwerî û kûrbûna ramanên mamosta Hemîd ne cihê gumanê ne.
Gelo Hevbendiya Niştimanî wê bi rastî daxwaza emîndariya giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurd derbarê dûrxistina Es’ed Elzu’ibî ji şanda danustandinan bi cih bîne?
Bê guman Hevbendî berpirsyara kêşeyên gelê Sûriyê bi giştî ye, û çi kêşeya cihê nelihevkirinê hebe dibe cihê guftugoyê, bandorên wê ji her alî de tên vekolînkirin, lewra desteya siyasî biryara arastekirina nameyekê ji bo Desteya Bilind Ya Danustandinan û birêz Riyad Hicab hevrêzkarê giştî yê desteyê da, û têde daxwaza jikarxistina emîd Es’ed Elzu’ibî kir.
Encumena Niştimanî ya Kurd pirojeyek wê yê dîrokî heye, û ew di operesyona danustandinê li Cinêvê, wek kesatiyek berpirsyar tê dîtin, di riya nûnerên xwe di danustandinan de beşdar e, eger ew di cîbecîkirina daxwazên gelê kurd yên rewa de li ser maseya danustandinan biser neket wê çi bibe?
Danpêdan û biryardana bi mafê gelê Kurd di Sûriya nû de, tiştekî divê bibe, û ez dibînim ev rastiyek ne cihê gumanê ye, ji ber ku hemî rêxistin û dewlet hebûna wî dipejirînin, û hemû hêzên rikberiya Niştimanî ya Sûrî danpêdanê bi hebûna Kurdî û mafê wî dikin, lê asta van mafan li rex her aliyan ne heman aste, û bi şêweyekî fermî emê berdewam bin di xebata xwe ya siyasî de, ta em bighên asta daxwazên gelê me yê kurd li Sûriyê, ji bo mafên xwe yên rewa bi dest xwe ve bîne.
Li gor parlemanterê Firansî Nîkola Diyoyîk, Beşar Esed dibîne Sûriya pir biçûk e ji pêkanîna fedraliyê re, û her wiha piraniya hêzên rikberiyê jî dijî vê daxwazê ne, û ev nerînek hevbeş e di nav rêjîm û rikberiyê de, gelo tiştê bedêla vê li rex Encumena Niştimanî ya Kurd çiye?
Sîstema fedralî tu têkiliya wê bi rûberê dewletê tune ye, tevlî ku yekbûna wî rûberî hinekî giringe, û dewletin pir ji Sûriyê biçûktir hene û sîstema wan fedralî ye, wek mînak Belcîka sîstema wê fidralî ye, ji ber ku ev mijar têkildar e bi pirbûna netew û çandan û çesipandina demoqrasiyê.
Eger rêkeftinek dawî di nav rikberiyê û rêjîmê de çêbû, gelo wê kurd careke din ji “sifir”dest pê bikin, û wê destevala ji danûstandinan vegerin, û rewşa wan vegere wek berî şoreşê?
Ev tişt ne mumkin e ku bibe, ji ber Kurd parçeyek ji rikberiyê ne, û hevparên wan in di avakirina Sûriya nû de, û em hevpar in di Hevbendiyê û Cinêvê de , û kêşeyên serekî yên welat bi giştî, çênabe bên danûstandin bêyî amadebûna pêkhateyên serke yên Sûriyê, lewra kêşeya kurdî jî wê bê behskirin di nav lihevkirinên niştimanî de, ev ne cihê gumanê ye.
Beşar Esed rijde li ser rola Şamê ya navendî, û rikberî jî dijî fedraliyê û sîstema nenavendî ye, helwesta we derbarê vê lihevkirina herdû aliyên dijî hev çi ye?
Em wek Encumana Niştimanî Ya Kurd, baweriya me bi xebata demoqratî û aştiyane tê, û em bi rewaya tiştên me xwestine bawer in, lewra em ê kar di ber de berdewam bikin, eger em di qonaxa pêşî de bi ser nekevin jî, xebata kurdan bi veguhestina siyasî û danîna destûreke nû ji welat re bidawî nabe, tekez , hemû kêşe li Cinêvê çareser nabin, û wê gelek kêşe û xalên cihên nakokiyê bimînin, û emê ji bo cîbecîkirina wan, bi xurtî û bê dudilî kar û xebatê berdewam bikin.