Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, piştgiriya xwe ya bêsînor ji bizava gelêrî ya sivîl re li bajarê Me’eret Elnu’iman radighîne, hevdem tekeziyê li ser berdewamiya liva sivîl a aştiyane li seraserî Sûriyê dike, û herwiha her destdirêjiyekê li dijî çalakvanên sivîl ên berevanên mafê gelê Sûriyê şermezar dike.
Îro; tevî ku xelkê Sûriyê rastî kuştin û malwêrankirin û girtin û birçîkirin û dorpêçkirinê bûye; careke dikin redkirina xwe ji mana rêjîma Esed re, bi çi mercî be, ji cîhanê re dupat dike, herwiha pêgiriya xwe bi al û armancên şoreşê tekez dike,û ew dê xwe ji çi îradeyekê re beşdariyê di berdewamiya zordariyê û dubarekirina berhemdana stemkariyê de bike netewînin.
Di dema ku Hevbendiya Niştimanî destxweşiyê li vê tevgerê dike, hevdem dibîne ku ev yek derfetek e bo nûkirina serdema şoreşê û mikumkirina pêwendiyan di navbera şoreşê û saziyên wê de, û karkirin ji bona berhevkirina baredoxên pêwîst bo serkeftina şoreşê û bilindkirina saziyan da bighên asta liv û tevgerê, heta bidestxistina azadî û dadperwerî û rûmetê.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
30 adara 2016