Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, piştgiriya xwe ya bêsînor ji bizava gelêrî ya sivîl re li bajarê Me’eret Elnu’iman ragihand, hevdem tekezî li ser berdewamiya liva sivîl a aştiyane li seraserî Sûriyê kir, û herwiha her destdirêjiyek li dijî çalakvanên sivîl ên berevanên mafê gelê Sûriyê şermezar kir.
Hevbendiyê îro di daxuyanekê de dazanîn ku Îro; tevî ku xelkê Sûriyê rastî kuştin û malwêrankirin û girtin û birçîkirin û dorpêçkirinê bûye; careke dikin redkirina xwe ji mana rêjîma Esed re, bi çi mercî be, ji cîhanê re dupat dike, herwiha pêgiriya xwe bi al û armancên şoreşê tekez dike,û ew dê xwe ji çi îradeyekê re beşdariyê di berdewamiya zordariyê û dubarekirina berhemdana stemkariyê de bike netewînin.
Herwiha Hevbendiyê dazanîn ku ev liv derfetek e bo nûkirina serdema şoreşê û mikumkirina pêwendiyan di navbera şoreşê û saziyên wê de, û karkirin ji bona berhevkirina baredoxên pêwîst bo serkeftina şoreşê û bilindkirina saziyan da bighên asta liv û tevgerê, heta bidestxistina azadî û dadperwerî û rûmetê.
Jêder: Hevbendî