Bê guman kesê dilêşê gelê xwe be, rewşên jiyanê yên dijwar û deverên ku berê xwe dide wan, viyana dilê wî kêm nakin, ji ber ku ew her dem dilxwazê xizmeta miletê xwe ye, û dikare bi şêweyekî bêtir sûdê ji rewşên penaberiyê wergire, ji ber ku jiyana wî ya nû dikare alîkar be pê re di pêşkêşkirina tiştên ku nikarîbû li welat wan pêşkêş bike.
Di vê mijarê de beşê kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, ev hevbeyvîn bi du-birakên hunerî Horo û Mîtra re kir.
Berî ku ez pirsa çalakiyên we yên we karîbû di demek kurt de bikin piştî gihaştina we ya Almanyayê, tu dikarî behsa hestên xwe wek kesekî ji neçarî û bê viyana xwe dest ji welatê xwe berda bike?
Dema derketina me ji Sûriyê û derbaskirina têlên sînor di reşa şevê de, û piştî dana gelek bertîlan ji cendirmeyên Tirk re, me naskir ku me ji neçarî dîrokek bi temamî li şûna xwe hişt, û me bîranîn û heval û kesên xwe li pişt têlan hiştin, û hestê nevegerê yan jî vegera piştî demek dirêj hate me, me ne ji hezkirinekê dest ji welat berda, lê ji ber xitimîna derfetên jiyanê, û rawestandina debara abûrî bi temamî li welat, me bar kir ji ber dagîrkirina gelek regezan ji welatê me Sûriya re, bi pîlangeriya her kesê ku rahişt çekan li dijî şoreşê, şoreşa azadî û rumetê.
we çawa karîbû weha zû biguncin û dest bi ritmekî nû ji jiyanê bikin li welatekî ku tu xwe hêjî têde dibênî wek balindeyekî biyan, ku hêlîna wî wêran bûye, û ji nû ve dest bi kişandina qirşikan kiriye ji bo avakirina hêlîneke nû ya demikî, da xwenên xwe yên belavbûyî têde bihêwirîne?
Dema ku lingê me ket ser giravek Yûnanê piştî çûna me ya bi Belemê, ev Belema ku navê xwe bi berfirehî xistiye dîrokê de, me xewnin nû ava kirin, û me kulin giran bi xwe re hilgirtin, kulên dê û bavan û welat û bîranînan, lê em hêjî Karin ji jiyanê hez bikin tevlî xemgîniya di hinav ên me de, ji ber ku em bêriya her tiştên Sûriyê dikin, lê ji ber tîbûna me ji jiyanê re, em çendî nêzî parçezemîna Oropayê dibûn, xewn û hêvî û birînên me tevlî hev dibûn û mezintir dibûn.
Me bihîst ku we di kampên demikî de jî karê xwe ranewestand, û we her dem karên ciyawaz yên hêjayî çanda we ya Sûrî û kurdî diafirandin?
Belê tevgera me ya çandî di kampa ku em du mehan têde tevlî hemî regezên ser zemînê jiyan, dest pê kir, û bi viyan û coşeke mezin em vegeriyan wênesazî û mûzîk û stranê, me hewl da ku em li pêşya demê bin ji bo gihandina deng û tabloyên xewnên xwe bo her kesê Asyayî û Oropî û Afrîqî yên ku em wan dibînin.
Gelo dema hûn gihan Almanyayê û hûn di kampê de bicî bûn, we karên xwe yên di kampên demikî de berdewam kirin?
Belê ji roja em gihiştin kampa ku em du mehan têde man “kampa Şiwîn” me berdewam kir, û çalakiya me ya yekemîn 17/10/ 2015 li dibistanekê bû, ya ku me têde pêşangehek ji hin tabloyên xwe yên ku me di kampê de saz kiribûn li darxist, û me du stranên bi zimanê kurdî bi amadebûna gelek xwendevan û mamoste û gelê Alman pêşkêşkirin, bi şopandineke cihê spasiyê ji ragihandina xwecihî li bajarê “Celle” ya bi ser Hanoverê ve, û paşre bi demeke kurt em careka dî ji hêla rêveberiya kampê ve hatin vexwendin ji bo lidarxistina konserteke stranan ya taybet ji cemawerê Almanî re, da ku em şêweyê mûzîk û kelepora xwe bi wan bidin nasîn, wê çaxê me zêdî demjimêrekê stran pêşkêş kirin.
Der barê dezgehên ragihandinê yên dîtber, gelo çalakiyên we hatin şopandin ji aliyê wan, û hûn li ser ekranên televîzyonên Almanî hatin dîtin?
Bê guman dîdareke me ya televîzyonî ya dema nîv se’etê hebû, mijara wê ew bû ku çawa me karîbû jiyana hunerî di hundurê kampê de berdewam bikin, bi taybetî ku em nû ji nav pencên mirinê rizgar bûne, û ji nav agirê cengê derketine, di wê xelekê de me sê stran bi Kurdî û Erebî pêşkêş kirin.
Gelo hevdîtinên we yên yekser bi gelê Almanî yên li dervey kampan hebûn, û amedebûna Almanan balkêş bû di wan hevdîtinan de?
Bi rastî piştî derketina me ji kampê em hatin vexwendin bo dîtina gelê Alman û penaberên Sûriyê, û wek her car axaftin li ser rewşa derdeserî û tracîdya cengê û siyasetê bi giştî bû, û çawa şoreşeke aştiyane ber bi şoreşeke çekdar ve hate veguherandin û duruşmên xwe û pakiya xwe ji dest dan, her weha behsa çawaniya şêweyê berdewamiya jiyana me li biyaniyê hat kirin, û ji alî hejmara cemawer ve, bi rastî em matmayî man ji ber hejmara wî ya zêdî 800 kesî bû.
Hatiye bihîstin ku ji bilî mûzîkjenî û stranê hûn xwedan hunermendiyek dîtberin jî, û we pêşengehên hunerî jî çêkiribûn, hûn Karin behsa wan ji me re bikin?
Di vê mijarê de me pêşengeheke hunerî li Sentera Çavdêriya Malbatan “FABI” li bajarê “Celle” li dar xist, û bê guman dezgehên ragihandinê yên dîtber û bihêzber û yên tên xwendin amade bibûn, û ew çalakî li Hanoverê bû.
Li gor Malperên Peywendiyên Civakî, we beşdarî di karên şanogeriyê de jî kiriye, hûn Karin behsa wê beşdariyê bikin?
Tiştê tu dibêjî raste, di 18 /3/2016an de, me bi lîstikek şanogeriyê bi zimanê Almanî dest pê kir, û beşdariya me bi mûzîk û strana Kurdî bû, me têde behsa malwêranî û derbederkirin û hêvî û jinû-avakirin û berxwedanê kir, û strana dudwan ya bêrîkirin û bîranînan bû, û mijara şanoya pêşkêşkirî li ser herikîna penaberan piştî Şerê Cîhanî Yê Duwemîn bû, mîna Polendî û Poloniyan, paşre herikîna penaberên Tirk di salên Şêstan û Heftêyan de, û xuyakirina du netewên nakok ji Turk û Kurdan, û aloziyên oldarî yên ku bi rewşê re derketin, û paşre hatina penaberên ji Bosna û Lîtwanya û balqanê di salên notan de, ta em gihan pêşwaziya penaberên Sûrî yên ji ber cengê derketine, û derketina kêşeya Kurd ji çarçoveya xwecihî ya teng ber bi cîhaniyê ve, bi taybetî piştî berxwedana Kobanê, her weha xuyakirina jina Kurd a şervan di vê cenga li dijî tundrewan de.
Û em dixwazin balê bikşînin ser ku ev lîstika şanogerî 25 caran hat pêşkêşkirin li ser kevintirîn şanogeha ku ji berî 350 salî ve di hundurê keleha Cellê de berdewam e, ya li gor ku dîrokzan dibêjin temenê vê kelehê 950 sale
Der barê çanda kurdî bi giştî û mijara jina kurd bi taybetî, gelo hûn bi tu çalakiyan rabûne?
Bê guman me ev kar kiriye, yek ji wan karan dema em hatin vexwendin ji aliyê sendîkeya Yekîtiya Karkeran li bajarê Vîn Hawsin, û çalakî taybet bi Cejna Karkeran bû, û guftûgo li ser Kurdên Sûriyê û berxwedana gelê Kurd li dijî Rêjîmê ji alîkî ve û ji aliyê din ve li dijî tundreweya olî bû, ez li ser gelek babetên abûrî û civakî li navçeyên Kurdî axivîm, her weha li ser bêparbûna gelê Kurd ji dehê salan ve ji kêmtirîn mafên wî yên netewî û her weha bêparbûna wî ta ji mafê wergirtina nasnameyê jî ez axivîm.
Lê Mîtra li ser mijara jinê û warên ku jina Kurd têde karîbû hebûna xwe ya cîhanî biçesipîne, û her weha çawa dikare di her waran de, mil li milê mêr kar bike axivî, û di dawiyê de me parçak ji stranan dema nîv se’etê pêşkêş kir, û ew stran bi tevahî bi zimanê Kurdî bûn, û bi gelek teweran zengîn bûn, wek welat, wêrankirin, hêvî, geşbînî, evînê û fuluklor.
Bi rastî em ji axavtina bi were têr nabin, ji ber ku pirên rojên we bi çalakiyan dagirtî ne, li gorî dema kin ya ku hûn li wir bicî bûne, û tê xuyakirin ku çalakiyên we bêhtirin ji çalakiyên hin ji bilî we yên bi salan li Oropayê mane , hûn dikarin behsa karên xwe yên dawî ji me re bikin?
Du çalakiyên dawî yên em pê rabûn di 7/5/2016an de bûn, em di mehrecana buharê de bi tîmeke koralê ya xwendekaran re ku ji 5 kesan pêk dihat beşdar bûn, û me stranên bi zimanê Almanî û Kurdî di demjimêrekê de pêşkêş kirin, ew mehrecana Buharê di bin navê Tevhevbûn “Mixit” bû, û çalakiya din bi vexwendina tîmeke koralê li navçeya “Ashede” bû, û em di konsêrtê de wek mêhvan ji bo naskirina çanda gelên din dan naskirin û pêşkêş kirin.