Doh, yekemîn kerwanê alîkariyan derbasî bajarê Dareya li Gundewarê Şamê bû, piştî heyama zêdetirî sê salan ji dorpêça ku hêzên Esed li ser bajêr ferz kiribûn.
Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Encumena Xwecihî li bajêr “Kerem El-Şamî” got; ku bozingên alîkariyan yên ku derbasî bajar bûn, tenê “nîv bar yan kêmtir bûn”, û ti hewcedarî bi kelûpelên bi wan re tine bû, û lêzêde kir ku ew alîkarî ji 5 bozingan pêk dihat û 9 otombîlên Neteweyên Yekbûyî bi wan re bûn, ew bozing ji madeyên pijişkî û hin madeyên paqijkirinê pêk dihat, û da zanîn ku ew “vala ne û tiştên hene jî, ne yên ji kesekî ku ev çar sal in dorpêçkirî ye re, bên pêşkêşkirin”.
Li gor El-Şamî ew alîkarî ev bûn:” 100 qutîk şampo ya ji bo sipian, û 100 qutîk dermanên zarokan, 50 melhem ji bo gurîbûnê, û du qutîkên hawarçûnê ku tevahiya wan ji Unicefê bûn, lê Xaça Sor 1000 qutîk şampo û hezar namûsî pêşkêş kirin, û Rêkxistina Tenduristiya Cîhanî 237 sendoqên dermanan pêşkêş kirin, û Heyva Sor 2160 qutîk şîrê zarokan, û 1440 şîrê bodra pêşkêş kir, û ji aliyê xwe ve Neteweyên Yekbûyî hezar qutîk şampo û pênc kursiyên veguhestinê yên zarokan û 20 yên mezinan û 14 sendoqên madeyên pijişkî pêşkêş kirin.
Herwiha hêzên rêjîma Esed başûrê bajêr bi rokêtên Fîl û topên Cehenem topbaran kirin, ku di encam de du kes şehîd ketin, ev yek di demekê de hat ku şandeke Neteweyên Yekbûyî li bajêr amade bû, herwiha binpêkirina agirbesta Rûsî-Amerîkî, ew jî li gor serkirdeyê leşkerî yê Artêşa Azad yê bi navê Ebû Ehmed li Dareya.
Ebû Ehmed got; ku rêjîma Esed ti qîmet ji agirbestê û şanda navnetewî re ya ku li bajar bû negirt, û berdewam bû di topbaranê de, lê Artêşa Azad bersiv da, û êrîşî baregehên rêjîmê kir.
lêzêde kir: Ku topbaranê hejmarek mezin ji malan wêran kir, herwiha rûberekî fireh ji zeviyên çandiniyê yê ku xelkê sivîl ji bo sivikkirina dorpêçê çandibûn şewitandin.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê “Philip Hammond” got; ku daxistina alîkariyan ji asîman bijardeya dawî û herî baş e, da ku êş û azarên mirovahî li gelek deverên dorpêçkirî li Sûriyê kêm bibin, û tekez kir ku divê dewletên ku desthilata wan li ser rêjîma Esed heye, bihêlin ku ev operasyon bi selametî pêk were.
Hammond got; dema ku rêjîma Esed alîkarî derbasî deverên dorpêçkirî kirin, bi awayekî “sivaketî” bû, lêzêde kir ku rêjîmê hişt ku alîkarî bi tibabeke hindik derbasî Dareya û Muezemiyê bibe, lê ew pabendî derbaskirina alîkariyên mirovahî li ser asteke berfireh ya ku Civaka Navdewletî dixwest nebû.
Jêder: Hevbendî û Simart