Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ko giring e danûstandinên Cinêvê dîsa vegerin, û giring e Yekîtiya Ewropî bi roleke mezintir rabe.
Ev di civîna Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî roja pêbcşemê hat. Di civînê de gerên derve yên ko Hevbendiyê bi beşdarbûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde ya ber bi Ewropa û Herêma Kurdistanê ve, û encamên wan serdanan bi nûnera siyaseta derve ya Ewropî Fîdrîka Mogrînî û hin berpirsiyaên din yên Ewropî gengeşe kirin.
Desteya siyasî got gerek dosya Sûrî wisa tenê di nav Emerîka û Rûsya de nemîne, gerek Yekîtiya Ewropî beşdar bibe çimkî welatên wan bêtirîn ziyan ji tiroristiyê û kêşeya penaberan dîtine.
Civînê gera komîta desnîşankirî ji hêla Desteya siyasî da rewşa Nûnerîtiyên Hevbendiyê yên li çend paytextên Ewropî li Firensa, Elmanya, Nerwêc û Kirwatya awayê pêşvebirina peywendiyan bi evan dewletan re û digel revenda Sûrî gotûbêj kirin .
Hem jî gera Serokê Hevbendiyê ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin, û tekez kirin ko giring e hêzên Pêşmerge yên Sûrî derbasî xaka Sûrî bibin, ew hêzên Sûrî ne, bi ser Encûmena Niştimanî Kurdî ve ne.
Jêder: Hevbendî