Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Ehmed Ewed yekem xwepêşandan ji bo piştgiriya Cemal Ebdilnasir û vegera yekîtiya Sûriya û Misrê li gundê xwe di sala 1961 de beşdarî kir. Mihemed bandora nerînên sosiyalîst yên mamosteyên wî di dema xwendina wî de li parêzgeha Qunêtra lê hebûn. Sala 1970 piştî derketina wî di xwepêşandana ku( Tevgera Teshîhî) şermeezar dike hate girtin, di dema xwendina xwe ya zanîngehê li Beyrûtê serkirdeyin Filestînî û Libnanî nas kirin, beşdarî di serbazgehên rewşenbîrî de bi Partiya Çep ya Filestînî kir, pişt re di riya karê xwe bû mamoste ji bo geşpêdana hişiyariya ramanî li gel xwendevanan. şoreş li nik wî xewna ku li hêviyê bû û kar gelekî jê re kir. beşdarî di aktîvkirina beşdariya ciwanên Qunêtra di şoreşa Sûrî de li ser bingehine siyasî û ramanî nûjen bo avakirina dewletek sivîl û dimuqrat kir. Dê û bavê wî hatin girtin, û ew jî mecbûr bû piştî ku ” Komelgeha Azadên Colanê” damezirand û birêve bir ji Sûrî derkeve.
Nivîsgeha Ragihandinî ya Hevbendiyê ev hevpeyvîn bi endamê hevbendiyê re Ehmed Ewed Mihemed re kir:
– Di Destpêkê de ji me re li ser detpêka xwe û kurtejiyana xwe biaxiv..
Ez li gundê ” Rawiya” li Colana dagîrkirî sala 1952an de jidayik bûme, ta niha jî gund dagîrkirî ye.. Di sala 1961ê de yekem xwepêşandan li gund dijî perçebûnê derket, wek piştgirî ji bo Cemal Ebdilnasir yê ku yasaya Çaksaziya Çandinê deranî, û zevî dan cotkaran ta ku tê de kar bikin. Min Qonaxa Amadeyî li Qunêtra bi tena xwe derbas kir, ji ber hebûna du rojnameya li wir ez pê ve hatim girêdan, mamosteyên min yên Çeprew guh didan xwendevanên serkeftî û ez yek ji wan bûm.
Li wir, piştî ku mamosteyê me pirtûkin piçûk dan me, min dest bi nasîna Sosiyalîstiyê kir, min romana “Dê” ya Meksîm Gorkî ku merov dibe cîhana belengaz û fqîran û gera li dadmendiyê û azadiyê xwend, ew bingeha guhdana min bi belengazên gundê min re bû, û dilsojiya min bo jina ku zilm û zorî di demên kevin de kêşandine, û ji bo derketina wê ji çarçoveya çanda demê dihat kuştin. Di sala 1967an de malbata min ya 7 kufletî û hevjîna min mal birin Şamê, û di yek odeyê de dijiyan, ti tiştê me tune bû, bavê min nikarîbû tu kar bikira, ji ber dewlemendiya malbata wî di jiyana xwe de qet kar nekirbû, lewra berpirsiya malê ket sikura min de, û ez Pola Nehan bûm, ji ber vê yekê ez mecbûr bûm wek karker di lêkirinê de kar bikim, di wir de min “Birolîtarya” nas kir û bûm hevalê hinekan ji wan, min nerînên xwe yên çep yên zaroktî ji wan re vediguhestin. Yekem car di sala 1970ê de piştî derketina me di xwepêşandanekê de dijî (Tevgera Teshîhî) ez hatim girtin, di dema xwendina min ya Diwem Amadekarî min komelgehên çep li dibistanê ava kirin, ji wan Yekîtiya Xwendevanên Qunêtra, lê rejîmê ew çalakî bi tundî vemirand. Di sala 1971ê de min bawernameya Bekeloriya wergirt û di Zanîngeha Şamê Beşê Mêjûyê min xwe tomar kir, herweha ez ji bo xwendina zaniyariyên siyasî di zanîngeha Emrîkî de ez çûm Beyrûtê, wê demê min 100 lîreyên Sûrî jibo vê yekê dabû hev.
– Bandora ezmûneya te li Libnanê li ser jiyan û pêşeroja te ya siyasî çi ye
Ezmûneya min li Libnanê guhertinek rastîn bû, di riya wê re min bijarte û serkirdeyên tevgera Filestînî û Libnanî nas kirin, beşdarî di serbazgehên rewşenbîrî û leşkerî bi Çeprewên Filestînî re kir, dest bi xwendina pirtûkan kir, ji wan ” Rexneya Raman Olî” ya D. Sadiq Celal Elezim ku sedemên têkçûna 1967an vedikole, vê ramanê ez kişandim xwendina pirtûkê ji ber têkçûnê min ji kokê de rakir, lê min nas kir ku bi gelekî ji rakirina min ya diwemîn dilovantir bû dema min ji Şamê di dawiya 2012an ber bi cîhanek dî ve ku tu karînên min yên jiyanê tune bûn bar kir . di dema xwendina xwe de li Libnanê ez di kampên Filestînî de jiyam, min nas kir ku şoreşa Filestînî civaka xwe tu guhestinên şaristanî neguhestiye, vajî wilo civak maye neniştimanî, di bin siya hoz û êlîtiyê de maye. Ta operasyonên leşkerî jî li ser vê bingehê çêdibûn, vê yekê hişt ez rexneyê li diruşma Filestînî ya hildayî ” Têkoşîna çekdar tenê riya rêzgirkirina Filestîne”, lihevketin di navbera min û Filestîniyan pêş ve çû, pişt re li Til Elz´ter gule li min barandin û birîneke sivik min birîn kirin.
– Qonaxa piştî mana te li Libnanê çi bû?
Ji ber rewşa aborî min nikarîbû xwendina xwe li zankoya Emrîkî berdewam bikim, lewra vegeriyam Sûriyayê û min xwendina xwe li zankoya Şamê berdewam kir. li zankoya Şamê tevgera xwendevanan bi serpirştiya partiya Çep ya Sûrî ku çalakiyên çandî li zankoyê bi zanebûn birêve dibir di rewşeke baş de bû.. di sala 1973an de ez wek mamosteyekî pêşdar di beşê mêjû de hatim destnîşankirin, vê yekê alîkarî di xwedîkirina kufletê min de û kirîna kitêba kir, di sala 1974an de ji ber çalakiyên min yên siyasî li zankoyê ez hatim girtin, û perdeya guhê min di girtîgehê de qetiya.
Piştî girtinê bi çend rojan ez derketim, di sala 1975an de ez derçûm, lê ji ber ez ne Be´sî bûm ez ji beşê lêkolînan hatim qewirandin, min hewl da xwendina xwe ya bilind li zankoya Yesû´h li Beyrûtê temam bikim, lê şerê navxweyî ji min re bû kelem, lewra ez çûm leşkeriya xwe., li wir min bingeha artêşa nijadperist ya bi mebest ji hêla rijêmê xerab dibû dît, rejîma ku tu piroje yan bernameyên wî bo vegerandina Colanê tune ne, vê yekê helwestên min tev dan û hişt desthilatdarî ji min aciz bibe û çend caran di girtîgeha firqa yekê de werim zindankirin. Piştî leşkeriyê, û piştî nepejirandina destnîşankirin min çend caran li dû hev, bi bertîlan ez bûm mamosteyê mêjûyê, û min li parêzgeha Reqayê ders dan, li wir min bijarteyên Çeprew û netewîrew nas kirin, di sala 1980ê de ez vegeriyam Şamê, dûv re li parêzgeha Qunêtra bûm mamoste, û min biryar da ku mamostetiyê bikim pirojeyeke niştimanî di riya wê re xwendekarên me li ser hestên niştimanî hişyar bikim.
– Beşdariya te di şoreşê de çawa bû?
Min mamosteyî di dibistana serkeftiyan de li parêzgeja Qunêtra berdewam kir, min têkiliyên xurt bi xwendevanên xwe re yên ku dûv re di şoreşa Sûrî de beşdar bûn ava kirin, bi taybetî yên ji Hecer Eleswed, Tedamun, Nehr Êşe, Sipênê, û cihê ku ez lê dimam Cidêdit Elfedil. Me bi hev re ” Komeleya Azadên Colan” ya ku hevrêzî ava kirin , û bername û silogan, û awayên xwepêşandanan datanîn çêkir. Helbet şoreş bo min xewna ku ez li hêviyê bûm, û min gelek kar bo wê kir, lewre min bi gelek hevalan re li ser aktîvkirina beşdariya ciwanên Qunêtra li ser bingehin fikrî û siyasî û nûjen bo avakirina dewleteke sivîl û dimuqrat di şoreşa Sûrî de kar kir. rejîmêher du zarokên min girtin, min xwe li cihekî li gundewaran veşart, û rêvebiriya ” Komelgeha Azadên Colan” bi hinek hevalên xwe re di riya Facebookê re dikir, ta ji me hat me hewl da ku rêjîm me nikişîne rahiştina çekan, her dem min ji serkirdeyên ciwan re di hevrêzan de digot: çeteyên Esedî tu ezmûneya wan di di rûbrûbûna şoreşa aştiyane tune ye, lê pisporin pir bilind in di kuştin û wêrankirinê de, ew jî di şerên xwe li dijî Filestînî, Libnanî, û Iraqiyan fêr bûne, beşdariya xelkên feqîr li parêzgeha min di kombûnan de ez mamtmayî kirim. Li Hecer Eleswed yekem xwepêşandan ya jinan derket, jinan gazin ji ciwanên ku beşdariya xwepêşandanan nabin kirin, ew bi tilîlan berdan nava xwepêşandanan, herweha li Hecer Eleswed jinan yekem nexweşxaneya Meydanî damezirandin.
– Te kengî dest bi karê siyasî di Hevbendiyê de kir?
Bi serkirdeyên şoreşê re min kar li hundir li ser damezirandina rêveberiyeke ku li hundir bijî kir, dûv re pirojeyê Riyad Sêf hat,ku ” Komelgeha Azadên Colan” piştgiriya wê kir, divabû ku kongirek li ser sînorê Sûrî – Tirkî lidar biketa. Lê ez ji kongirê Dewha re ku di riya wî re Hevbendiya Niştimanî Sûrî ava bû hatim vexwendin, lê ez amadenebûm ji ber ez hejmarek ji şaxên ewlekariyêr ez xwestî bûm, min xwe li Xan Elşêx veşartibû. Di dawiya 2012an de ez mecbûr bûm ku bi kufletê xwe re ji Sûrî di riya Qaçaxçiyan re derkevim û bigihêm Beyrûtê, min ji wir berê xwe da Istenbolê, ez hest bûm ku min rihê xwe û her tiştê xwe li Sûrî hiştiye, nema tu dever ji min re giring e eger ne Sûrî be.