Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî siyaseta Hevpeymana Navnetewî di têkbirina Tiroristiyê de li Sûriyê û piştnegirtna Artêşa Azad di beraberiya Hêzên Esed li Helebê rexene kir û got:
“Sûrbûna Hevpeymanê li ser piştguhkirina piştgiriya Artêşa Azad û kurtkirina hemû bajarên Sûriyê di bajarekî tenê de(Kaniya Ereban Kobanî) mijareke nayê pejirandin û ziyanê digihîne berjewendiya Niştimanî, û heta bi (Kaniya Ereban) jî rizgar nake lê berevajî dê bobelata wê zêdetir bike.
Û ev bijartiniya danûstandinê bi pêkhatên ketwariya Sûriyê re rajeya Sûriyan nake, tenê tê xuyakirin ko rêyek e ji bo birêvebirina milmilaneyê û bikaranîna wê ji bo hin berjewendiyên navdewletî bê ku pêdivî û daxwazên miletê Sûrî yê ko bi rûxandina Rêjîmê û avakirina dewleteke dad û yasa û dîmuqratiyê bang dike xem bin ji wan re.”
Herweha Elmislit salixê siyaseta Hevpeymanê da û got: ”Ew bêencam û bijartinî ye çi ji aliyê kesên ko piştgiya wan dike, yan ji aliyê lêdana ko li Daiş dike û Esed piştguh dihêle.
Ev siyaseta bijartinî û piştguhkirina piştgiriya Artêşa Azad, û piştgiriya bêsînor ya ji Daişê re tê kirin, ji aliyê hin welatên ku dibêjin em şerê wê dikin, û heye ku gelek Alayên leşkerî tevlî yên siyaseta wan nerm e jî bigihên Daişê, ne ko baweriyê bi piransîbên wan tînin, lê wek gerantiyek leşkerî ku alîkariya man û hebûna wan dike, di dema ku piştgiriya Navdewletî nabînin.
Rizgariya Sûriyê bi par-pariyê û bê piştgiriya Artêşa Azad wek serkêşa Şoreşê nayê pêkanîn, Artêşa Azad ya ko ji destpêka Şoreşê ve erkê parastina hemû pêkhateyên Gelê Sûriyê daye ser milê xwe û hemû Bajarên Sûriyê bê cudahî biparêze.”
Û cîgirê serok got: tiştê seyr ew e ku serdema geşbûn û vgirtina Cugrafî ya Rêkxistina Daişê û nûvejîna leşkerî ya hêzên Esed li Helebê û li bajarên din yên Sûriyê bi destpêkirina êrîşên Hevpeymanê li ser Tiroristiyê pêk haine.!
Û dawî ne zêde ye dema ez bibêjim yê ko piştgiriya Artêşa Azad neke û şerê Esed neke, bê hay ji xwe hebe, piştgiriya Daişê dike.”
Jêder: Hevbendî