Di rojên 14 ta 22ê Çiriya Pêşîn de, herdû aliyên kurd li Sûryê «Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûryê (ENKS) û Tevgera Civaka Demuqrat (TEV-DEM) », û ji bo nehiştina nakokiyên di nav wan de , danûstandin li Dihokê kirin û dawî gihştin rêkeftinekê.
Ehmed Silêman yek ji endamên şanda ENKS bû di van danûstandinan de. û ji bo zanyariyên bihtir li ser evê rêkeftinê û cîbecîkirina xalên wê û Helwesta Hevbendiya Niştimanî ya Sûryê jê, me ev dîdara Taybet pêre kir:
1- Tu çawa rêkeftina Dihokê dinirxîne?
Ema dibînin ku rêkeftineke serkeftî ye, me gava yekemîn avêt, lê gava li ser zemînê dimîne giringtirîn gav, ku gerek e herdû alî cîbecî bikin, û bi taybet di vê qonaxa awarte de, û rastiya çavdêrê vê rêkeftinê û herdû alîyan û şopandina hêzên navdewletî û herêmî yên ku bandora wan li ser heye diyar bûn.
2- Tu dikarî Ew xalên ne gelkî zelal di rêkeftinê de bihtir şirove bike bi taybetî xala hêza hevbeş ?
Ji ber hestiyariya hin xalên rêkeftinê me li ser ew şêweyê daxuyaniya dawî li hevkir, û bi taybetî xala leşkerî ya ku nabe hûrgiliyên xalên wê li ser ragihandinê zelal bibin, ew jî dimîne di paşrojeke nêz de, ku di warê piratîkê de cîbicî bibe.
3- wek hûn dizanin berî niha rêkeftinên Hewlêr 1 û Hewlêr 2 nehatin cîbecîkirin di piraktîkê de. Gelo çi gerantî hene ko rêkeftina Dihokê cîbecî bibe ?
Helbet siponserê vê rêkeftenê gerantiya serke ye, lê herdû alîyên lihevkirinê dimînin gerantiyên yekem li ser zemînê, û divê ku em jibîr nekin ku dijminê me dixwaze ev rêkeftin bi ser nekeve û êrîşên li ser kurdan bala civaka navdewletî û hewcedariya wan bi vê rêkeftinê kişandiye.
4- gelo wê çi bandora vê rêkeftinê li ser têkiliyên ENKS bi Hevbendiya Sûrî re hebe?
Ez bawerim Hevbendiya opozisiyona Sûrî wê dilxweş be bi rêkeftina Dihokê, ji ber ku ev rêkeftin ne li dijî berjewendiyên gelên Sûrî ye, û wê bandora wê ya nerênî li ser têkiliyên ENKS û Hevbendiyê tune be.
5- Hêzên pêşmerge û artêşa azad derbasbûn Kobanê, ENKS çawa li vê gavê dinere?
Kobanê di bin çavdêriyeke navdewletî de ye ji hêla şerê têrorê, em weke ENKS rola me di pêşerojê de diyar dibe, û ya giring serkeftine û helweşandina DAIŞ e, û helbet gerantî ji hemû alîyan re heye, û ew hêzên ku li ser zemînê şer dikin bi hevre rêkeftî ne.