(Entab – Hevbendî) Hevdîtina Hundur ya duyem duh li bajarê Entabê yê Turkî hat bidawî kirin, hevdîtina ku karên xwe di roja 29 çêreya pêşî dest bi karê xwe kir, bi gotina serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê destpê kir, Hadî Elbehra di gotara destpêkê de projeyê vegera welat û çalakirina sazîiyên opozisyonê pêşkêş kir,çi Hevbendî be an Hukûmet û rêxistinên din yên ku pêve girêdayîne bin, pêwîste vegerin hundur, û tekezî li ser rola Ciwnanên Şoreşger li ser xaka welat kir.
paşre waliyê Entabê gotara xwe pêşkêş kir, dûvre civateke girtî dûrî ragihandnê hat girêdan, tê de pirojeyê vegera welat hat xwendin û gotûbêj li ser bûn, û pirs ji Serokê Hevbendiyê hatin kirin û wî bersiva pirsan tevan da û xalên nezelal hatin şirove kirin. paşre kesên beşdar dabeşî ser sê girûpan hatin kirin, her girûbekê goftûgo li ser xaleke sereke kirin, ya yekê Daiş û Hevbendiya Navdewletî, û ya duyem saziyên opozisyonê û alavên karê wan, girûpa sêyem ya çalakirina Bizava Sivîl bû. karê van girûpan du rojan berdewam kir, tê de li ser gelek xalan bi berpirsyarî hat rawestandin.
di dawiya karê wan de her girûpek bi hejmareke ji pêşinyarn derket û her girûpekê pênc kes helbijartin da bibin komîteke têkilyê bi Hevbendiyê re û pêşinyarên wan bighînin Hevbendiyê, dûvre vegotina dawî hate nivîsandin û ji beşdaran re hate xwendin û pêşinyarên girûpan û navên endamên komîtên helbijartî ji hêla endamên van girûpan hatin pêşkêşkirin, ewên ku wê dengên wan bighînin hevbendiyê.
derbarî armancên vê hevditinê û encamên wê xanim Wecîhe Ebdilrehman got ku ev hevditin di demeke giring de ku em pir hewcedarî wê bûn hat, da wê dûrbûna di navbera rêxistinên sivîl û yên şoreşgerî yên li hundur û Hevbendiyê de hilîne, û em nema li Hevbendiyê binerin ku ew li jore û dûrî me ye, ev hevdîtin rola me wek çaklakvan û rêxistinên civaka sivîl vejand, da em bibin alaveke bihêzkirinê ji Hevbendiyê û saziyên opozisyonê re, da bighên asteke bilin û li gorî hêviyên miletê xwe sûrî bin.
Ev cûre ji hevdîtinan dimînin riyeke ji riyên nêzîkirina nerînan, û gihandina êşa xelkên hundur ji bo Hevbendiyê, da ku karibe li gorî hêviyên wan be, û pîlanake siyaysî leşkerî abûrî û di her warên jiyanê ava bike û armancên şorşa miletê Sûrî pêk bîne.