Razdarê Giştî Yê Hebendiya Niştimanî Nesr Elherîrî destxweşî li ” Pirojeya çêkirina Desteya ragihandina nişrimanî kir, ku çavdêriyê li ser hişiyariya alavên ragihandinê derbarê metirsiya rewşê û pêwistiya hilgirtina berpirsiyariya xwe di veguhestina rastiyê de wek ku çêdibe, bê kêmkirin û zêdekirin”. Û weha zêde kir “Rizgarkirina rewşa ragihandinê li Sûriyayê ji bercewendiyên siyasî ku dixwazin wî ji rêya rastiyê dûr bixînin, û ew nayê paratsin ku ne di riya pîşesaziya rojnamegerî re be, ku ew jî mîna – Entî veyrosa – dijî siayset û mîkavîliyê ji dewletên xwedî berjewendî re, û gemarên siyasî ku rastiya gotinê şelû dike, divê sînorek jê re were danîn û bên derhênan û guhertin bi pênûsin pîşesaz ku bikaribin
warê ragihandinî berî rûxandina Esed û piştî rûxandina rejîmê birêve bibin” Herîrî got ” tevheviya ragihandin û siyastê kiryarek rejîma Sûrî bikar dianî bo dest deyne ser gotar û nameyeyên ber bi mejiyê hemwelatiyê Sûrî de arastekirî bû, ji tirsa derketina hindek tevlihevbûnên civakî ku bikaribin bandora xwe li ser rewşa bêdadiya siyasî ku Sûrî tê de dijîn bike. Felsefeya pasvanên dergehê ramanî ku rejîma Esed di dema deshiltiya xwe de sedema sereke ye ji teqîna gelerî re ku îroj li Sûrî lidar dikeve, bi taybet piştî vekirina asoyên cihanî û çavebûna Sûriyan li ser rewşa milletên dî, û berhevkirina vê rewşê bi rewşa ku dîijîn re. vê yekê hişt ku cureyek ji cureyên nexweşiya Şîzofînya a ku rewş ber bi teqîna gelerî ya bêhempa bir “.
Daxuyaniya Herîrî piştî çend hefteyan ji civîna bi amadebûna gelek ji pisporên ragihandinê û Hevbendî jî tê de amade bû, û yên pêşinyara çêkirina vê desteya ragihandinê bo çavdêriya çêkirina gotarek ragihandina hevkêş ku bikare rêvebiriya welat bik niha û piştî rûxandina Esed û çeteyên wî ji serkirdeyên Sûrî. Hevbendiyê danûstendin di alîkariya van projeyan de kir, tenê bi alîkariya çalakiyan û birêvebirina wan bê destwerdana di nerîn û gotinê de.
Jêder – Hevbendî