Ji bo rawestana li ser rewşa penaberên Sûriyê yên li bajarê Mêrsîna Tirkî, û ji bo behskirina giringtirîn guhertinên siyasî li herêmê, yên ku bandoreke wan ya yekser li ser jiyana Sûriyan heye, beşê Kurdî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê ev hevdîtin bi Elî Muslim re, serkirde di Partiya Dîmoqrata Kurdistanî-Sûriya de, û serokê komeleya Sûriya Azad li bajarê Mêrsînê kir.
Mebest ji damezrandina Komeleya Sûriya Azad çi bû? Û karê wê çi ye?
Li bajarê Marsîna Turkiyê û derdora wê kesên Sûrî derdên penaberî û koçberiyê dikşînin, ew koçberiya ji encama rewşa cengê li Sûriyê çêbû, û di riya şopandina derdeseriyên wan re me hin sedem dîtin ku ewin egera zehmetiyên jiyana wan, û ew zehmetî di warê nedîtina kar û xwendin û warê tendurustiyê de ne, li bajarê Tersûsê yê bi ser iyaleta Mêrsînê ve tenê, zêdî 2500 malbatên ku ta niha tu derfeta xwendinê ji zarokên wan re çênebûye hene, û tu senterên pizîjkî yên ku guh bidin rewşa wan tune ne, ji bilî weha jî, ji alî kar de pir caran keys ji wan tê anîn û mafên wan tên xwarin, ji lewra me hewl da ku em ruxseta destûrdana damezrandina Komeleyeke guhdana bi rewşa Sûriyan li wir bike bidest bixînin, ji ber ku li gor yasayên Turkiyê, tu nikare nûnertiyê bike bê destûrdana yasayî, û me ew destûrdana yasayî di nîvê heyva yekê 2016 de stand, û me yekser dest bi belgekirina navên malbatên Sûrî yên li bajarê Mêrsînê û derdora wê kir, û her weha belgekirina navên kesên ku ji xwendinê bê par mane.
Çi astengî ji karên we re derketin?
Di destpêka damezrandina Komelê de em rastî gefxwarinê ji aliyên nenas ve hatin, ku daxwaza girtina baregeha Komeleyê û destberdana me ji bajêr dikirin, û di encama vekoliyên aliyên fermî yên Tirkiyê de, ji mere gotin ku tiştê bû tiştekî hêsane û nikare bandorê li pêvajoya kar bike, û xwestin em berdewam bikin û guh nedin van gefan, û paşre di heyva pêncan de baregeha Komeleyê rastî êrîşeke terorîstî hat bi avêtina hin bombeyên şewatkar di hundirê avahiyê de piştî şikandina deriyê derve, di encamê de her tiştê di hundir de hat şewitandin û têkbirin tevlî parek ji belgeyan.
Kî li paş van êrîşan e? û çima komeleya we bi taybetî rastî van astengî û armanckirinan tê, tevlî ku hejmarek mezin ji komeleyan li wê deverê kar dikin hene?
Em wek Encûmena rêveberiya Komeleyê di wê baweriyê de ne ku kesên li paş van karên terorîstî radiwestin, hin aliyên xêrnexwazên gelê Sûriyê ne, û bi şêweyekî ji şêweyan bi rêjîma Sûrî û Be’sa şofînî ve girêdayî ne, û li penaberiyê jî bela xwe ji Sûriyan venakin, û hêjî em nehatine agahdarkirin bi encamên wan vekolînên ji hêla desthilata Tirkiyê ve.
Karê we yê bidestxistina destûrdanê ji bo vekirina dibistanan ji Sûriyan re li bajarê Tersûsê, ji bo zarokên Sûriyan ji xwendinê bêpar nemînin, gihişte çi qonaxê?
Derbarê bidestxistina ruxsetan ji bo dibistanan ji Sûriyan re li Tersûsa Tirkî , em hê di bizava xwe de berdewam in , bi hevkariya bi Toreya Eman re ya ku guhdanê bi rewşa Sûriyan dike, ez pêşbîn dikim ku em ê bi destpêka sala nû ya xwendinê re, karibin ruxsetên 2dibistanan bi dest bixin ji ber ku hajmara navên li rex me hatine belgekirin gihişt nêzî 1000 navî ta niha.
Li ser zimanê yek ji Serkirdeyên partiya we”Muhsin Tahir” hatiye veguhestin ku wê berbijêrê we ji serokatiya ENKS re “Si’ûd Mela ” be, rasiya vê gotinê çi ye?
Tiştê ku hevalê me Muhsin Tahir gotiye derbarê berbijarkirina me ji mamosta Siûd Mela re ji bo serokatiya ENKS, ez bawerim ku wî tekez nekiriyi lê wî gotiye dibe ku em wî bikin kandîdê partiya xwe ji vê postê re, ji ber ku heval Si’ûd Mela yê ku niha sekretêrê partiya me ye, karîna wîna heye ku serokatiya ENKSê di vê qûnaxa dijwar û hestiyar de bike, û di baweriya min de ew dikare Encûman ji bêlebatiya wî derxîne ji ber ku ew xwedan karîzmiyeke siyasî ya taybet e, ku li rex kesatiyên din peyda nabe.
Vê dawiyê pirtûkeke we der barê Kurdên devera Babê derket, hûn dikarin ji mere behsa hin ji naveroka pirtûkê û merema we ji derxistina wê bikin?
Derbarê mijara pirtûka vekolînî ya ku min daniye, ya bi navê ” Kurd Li Devera Babê Û Derdora Wê”,ev mijareke giring e, ew ji min re bibû mereq ji dema ku ez hîn li ser maseyên xwendinê bûm di qûnaxên destpêkî ji pêvajoya jiyana min de, ji ber ku min bi çavê xwe didît ku çawa em wek Kurd li wan deveran ji aliyê dezgehên siyasî û ragihandina Kurdî ve tên piştguhkirin, her weha ji aliyê vekolîner û guhdarên rewşa Kurdî bi giştî ve, û ew sedema dilnearamiya min ya berdewam bû, lewra ji berî 20 salan de, min hezim kir ku ez vî pirojeyî pêk bînim, û destnivîsên wê ber temambûnê bûn, lê di destpêka sala 2014an de ketin destên terorîstên tewankarên serdemê DAIŞ, piştî ku girtin ser mala min û dest danîn ser tevaya tiştên têde, lê min careke din dest pê kir, û ez bawerim ku bi şêweyekî baş min karîbû bi ser bikevim. min hewl daye ku ez ronahiyê ji gelek aliyên ve bidim ser jiyana kurdan li vê devera ciyoxrafî ya giring ya ku mîna pirekê ye, deverên kurdî li Sûriyê ji dîroka kevin de pev girêdide, her weha min amaje kiriye ku ji du aliyan ve ev dever hatiye piştguhkirin, çi ji aliyê rêjîma Sûrî ve be, an ji aliyê dezgehên kurdî yên têkildar ve be. Rêjîma Sûsî dizanîbû çima vî karî dike, lê tiştê nayê têgihiştin ew e, çima di gotara siyasî ya Kurdî de, heta di belge û nivîsên partiyên siyasî yên kurdî de jî guh pê nedihat dan, û bi şêweyekî pir mezin dihat veşartin, ev tev di pirtûkê de hatiye behskirin, tevlî şirovekirina rastiya hebûna dîrokî ya Kurdî li wan deveran, û çi giringiya rola Kurdî li wir heye, û hewildana çesipandina vê nerînê di hiş û ramanên xelkê de, ji ber ku wê bandoreke wê ya mezin hebe di warê mafên kurdên Sûriyê di pêşerojê de.