Komîta Sûrî ya Mafê Mirovan, doh, şehîdketina 106 Sivîlan ji nav wan 22 Zarok û 16 Jin belgeh kirine. ji encama bombebarana êrîşên Asmanî yên Rûsî û Rêjîma Esed li ser bajar û bajarokên Sûriyê.
Komîtê di raporta xwe ya rojane de, diyar kir ko 53 Sivîl li Helebê şehîd ketin, ji wan 41 kes ji encama bombebarana bi Mûşekên valahî û yên Goşî yên qedexeya navdewletî ne, ji firokên Rûsî û yên Rêjîma Esed li ser taxên Firdews û Sukerî û Pira Elhec li bajarê Helebê û bajarokê Eweycel û Kefer Hemra û Heyan û Daret Eza li Gundewarê Parêzgehê .
Komîtê dest nîşan kir ko 40 kes li parêzgeha Idlib ji wan 22 ji encama bombebarana li ser bajarê Idlib, Seraqib û bajarokên Meeret Elnuman û Mieret Misrîn û gundên Hiribnoş û Tilad şehîd ketin.
Çalakvanan anîn ziman ko doh 11 sivîl ji malekê ji nav wan jî 7 zarok ji encama amanckirina firokên dijminkariya Rûsî li ser gundê Hiribnoş li gundewarê Idlib bi Mûşekên valahî şehîd ketin. Û Tîmên Berevaniya Sivîl şeş Zarok û du Jin ji bin wêraniyê derxistin.
Di heman çaxî de Berevaniya Sivîl li taxa Elneyreb bajarê Helebê ragihandin ko firokên cengê Navenda Birêveberiya Sivîl amanc kirin, wêraniyeke mezin tê de çêbû û ji xizmetê derket.
Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Ednan Rehmûn di daxuyaniyeke taybet de doh tawankariyên cengê yên dijminkarên Rûsî li Idlib û Helebê pirotesto kirin. û dibîne çi yek ji civaka navdewletî li himber van tawankariyan bêdeng bimîne ew jî şirîk e.
Rehmûn ji serpereştiya Rûsî xwest ko li siyaset û helwesta xwe ya derbarê miletê Sûrî vegere û nema kuştin û tiroristiya dewletê li Sûriyê bike.
Jêder: Hevbendî