Bi amadebûna piraniya endaman Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, civata xwe ya normal li bajarê Qamişlo roja Înê 12 tebaxê li dar xist.
Civatê 8 demjimêran berdewam kir û di dawiya wê de kongirekî rojnamevanî ji hêla serokatiyê ve hate lidarxistin têda serokê ENKS Ibrahîm Biro li ser xalên sereke axivî û bersiva rojnamevanan da.
Gera serokê ENKS û Nivîsgeha têkiliyên derve di civatê de hate gengeşekirin, li gor ragihandina Biro, civat bi firehî li ser danûstendinên Cinêv , şerê Helebê û rewşa siyasî ya Sûrî sekinî.
her wiha di civatê de biryara damezrandina komîtekê ji bo hûrbînkirina nerîna Siyasî ya ENKS hat dan.
sebaret kiryarên PYD, tevaya kiryarên ku di derheqê gelê kurd û alîgirên ENKS de têne kirin hatin şermezarkirin .
Derbarê lidarketina kongirê çaremîn yê ENKS, Biro diyar kir ku dema li darxistina kongir nehate destnîşankirin, lê du komît ji bo hûrbînkirinekê ji nerîna ENKS ya siyasî re û amadekariyên rêxistinî yên girêdana kongir hatin damezrandin .
Derbarê pirsgirêka partiya Elwehdê serokê ENKS tekez kir ku baskê Hejar Elî weke endam di ENKS de hatin qebûlkirin, û beşê Fesla Yûsif divê ku navê partiya xwe bugherin da di ENKS de bêne qebûlkirin.
Jêder: Hevbendî