Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, şewtandina avahiya dadgeha Minbicê ya li gundewarê Helebê şermezar dike, ku bûye egerê şewtandina belgename û zabendên milkdariya xanûbereyan li bajarê Minbicê, piştî kontrolkirina wê ji aliyê milisên “PYD”ê ve.
Hevbendî şewtandina belgenameyên milkdariyê bi karekî metirsîdar dide zanîn, ku ev yek hevdem tê digel hewlên koçberkirina xelkê ji gund û bajarên wan, û rêgirtin li pêş vegera wan di bin hin behaneyan de, û ev yek tekez dike ku tawan û kiryarên milisên PYD dibin dirêjîpêdanek ji tawanên rêxistina terorîst ya DAÎŞ’ê re, bi armanca têkbirina yekîtiya Sûriyê û pêkvejiyana xelkê wê ye, û herwiha ji bona serkutkirina xelkê û sepandina desthilata darê zorê û belavkirina ajawegeriyê û teror û cudakariyê.
Hevbendî NY han dide ji bona bizavan bike ji bona sizakirina encamderên tawanên şer û tawanên dijemirov yên li ser destê rêjîma Esed û milisên hevkarê wê dibin, herwiha ji bona peydanekirina perdeyek siyasî yan yasayî jê re.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
14 tebax 2016