Dxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, revandina mamoste Birahîm Biro Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd dema li Qamişlo bû, ji aliyê milîtanên PYD ve, û birina wî bi kotekî û zora çekan ber bi cihekî nediyar de pirotesto dike.
Hevbendî berpirsiyariya bûyera revandina birêz Biro û saxiya wî dide ser milê miletanên PYD û doza berdana wî ya bilez dike.
Ev kirde tekez dikin ko ev milîtan mafê mirovan binpê dikin, û nerînên cuda gem dikin, û desthilata xwe bi kotekî ferz dikin, û kiryarên wan wek yên rêjîmê ne di tewankarî û binpêkirinan de.
Hevbendî dozê ji aliyên ko piştgiriya van milîtanan dike ko li helwesta xwe vegerin û nehêlin ev milîtan di derheqê hevrikên siyasî û çalakvanan li herêma ko desthilata xwe feriz dikin tawankariyên xwe berdewam bikin.
Dilovanî bo Pakrewanan,
Çareserî bo Birîndaran,
Azadî bo Girtiyan,
Bijî Sûriya û bijî miletê wê azad û serbilind.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
13.08.2016