Îro Şemiyê 13 Tebaxê hêzên ser Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD ve, serokê Encumana Niştimanî ya Kurdî Ibrahîm Biro demjimêr 6 êvarê revandin, dema ku ew û hin serkirdeyên partiyên siyasî diçûn ofîsa partiya Yekîtî Kurdî, piştî ku hin kesên bi ser PYD ve êrîşî ofîsê kiribûn û ala kurdî ji ser daxistibûn.
Silêman Oso endamê PYKS jî bi Biro rebû dema girtina wî û di daxuyaniyeke taybet de bo malpera me Oso got ”dema berê me li ofîsa me bû du otombîlên çekdarên PYD em sekinandin û Biro girtin, min jî xwest bi wan re biçim , ez xistim otombêleke din de lê li taxekê ez daxistim û mamoste Ibarhîm ber bi cihekî ne diyar ve birin“.
Jêder: Hevbendî