Çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD serokê Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS Ibrahîm Biro ber bi herêma Kurdistana Iraqê sibeha îro Yekşemê 14 Tebaxê sirgûn kirin piştî kû ew ji nava bajarê Qamişlo revandin.
Silêman Oso endamê Nivîsgeha têkiliyên derve ya ENKS ji malpera me re tekez kir û got ”Demjimêr 4 sibehê li nêzî devera Rebî’a ya sînorî bi zorê Biro ji parêzgeha Hesekê hate derxistin û ber bi herêma Kurdistana Iraqê ve hate sirgûn kirin” û bi tundî Oso kiryarên PYD di derheqê serokê ENKS şermezarkir ” kiryarên PYD derbarê serkirdeyên ENKS û alîgir û nivîsgehên wê nîşana têkçûna wane”.
Tê zanîn ku duh Şemiyê 13 Tebaxê serokê ENKS Ibrahîm Biro ji hêla Esayişên PYD ve li bajarê Qamişlo hatibû binçavkirin û ber bi cihekî ne diyar ve hatibû veguhestin.
Jêder: Hevbendî