Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Fadî Ibrahîm beşdarî di damezirandina Encûmena Şoreşgerî ya Xwecihî de li Laziqiyê kir, piştevan û piştgirê Şoreşgeran bû. Ibrahîn li ser kuştarên Elesed û hewldana wî ji bo vemirandina agirê şoreşê li wir dîdevan bû. Di hevdîtinekê de digel Nivîsgeha Ragihanda Hevbendiyê Endamê Hevbendiya Niştimanî li ser texmîna xwe ji dilsoziya xelkên Beravî ji Şoreşrê re bi taybetî piştî ku xwîna gelek xortan di ber kursiya Rêjîma Elesd de, û ev deqa Hevdîtina me di gel wî de ye:
Em dixwazin ko tu hinekî li ser dîrok û jiyana xwe ya çaksaziyê û li ser beşdarbûna xwe di şoreşê de biaxive?
Sala 1971ê li Parêzgeha Laziqiyê jidayik bûme, min Mafnasî li zankoya Helebê xwendiye û li Emîndariya Razgiriyê li Laziqiyê di sala 1992an min dest bi kar kiriye. Sala 1999 min dest ji karê xwe berda û min Nivîsgeheke taybet bo parêzeriyê vekir. Piştî pênc mehan ji destpêkirina Şoreşê me Encûmeneke Xwecihî şoreşgerî bi nehînî li Laziqiyê damezirand, bi alîkariya çend kesên şoreşger wek Xalid Mesbût û Mistefa Sexte, ji bo piştgiriya kesên ko ziyan ji destê Rêjîma Elesed dîtine û Parêzeran ji girtiyan re bigirin.
Di gelek xwepêşindanan de me beşdarî kir, û em çûn gelek welatên Erebî da em piştgiriya Encûmena Xwecihî bikin. Ev çend mehin ji Sûriyê derketime, û ez ji şeş mehan ve Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî me.
Hebûna te li Laziqiyê hişt ko tu dîdevan bî li ser gelek kuştarên ko Elesed ji bo dengê şoreşê vemirîne kirin, tu karibî hinekî li ser wan biaxivî?
Hebûna te li Laziqiyê hişt ko tu dîdevan bî li ser gelek kuştarên ko Elesed ji bo dengê şoreşê vemirîne kirin, tu karibî hinekî li ser wan biaxivî?
Belê bi çavên xwe min bombebarana Rêjîma Elesed li ser Kampa “Elremil Elcenûbî” bi bariceyên cengî di 15 tebaxa 2011an de, gelek Kuştî û Birîndar ketin û karê me peydakirina çareseriyê ji Birîndaran re bû, li Nexweşxaneyên gorepanî bi rêyên nehînî di taxên gelî de me ew bicih dikirin. Herweha li ser kuştara Elulebî ya ko Rêjîma Esed kir li meydana Elulebî li taxa Suleybiyê ji bo xwepêşindanekê têk bibe ez li ser ewê kuştarê jî dîdevan bûm.
Çend qurbanî ketin û ew bi turumbêlên sarinc birin û ew xak bi avê şuştin da şopa tawankariyên wan winda bibe. Herweha ez dîdevan im li ser kuştarekê ko Rêjîma Elesed li meydana Elyemen kiriye li nêzîk Rawestgeha Tirênê, bi dehan kuştî ketin. Herweha Hêzên Elesed çend tax gulebaran kirin ji nav wan Taxa Elcemal, Taxa Bustan Elsemekê û Eyn Eltemre. Û Hêzên wî nehiştin ko xwepêşindan li meydanên mizgeftan derkevin û ew bi guleyan ji hev belawela kirin, bûyera Dêra Mueleq li Suleybê di vê derbarê de binav û deng e.
Gelo tu texmîn dikî ko guherîn di helwesta hevalbendên Rêjîma Elesed de li Beravê çê bibe, piştî di ber kursiya Elesed de gelek qurbanî danîne?
Erê ez texmîn dikim, ko xelk ji pişt Rêjîmê vegerin û texmîna cudabûnine mezin di rojên bê de dikim, bi taybetî me bihîst ko xwepêşindanek li Tertûsê vê dawiyê çê bû û şer jî li Qirdaha çê bû. Ev nîşandekin ko guherînek an wergêranek heye, dibe jî hevrêzek di navbera xelkên Beravê hebe da Şoreşê ji nû ve çalak bikin.
Stratîciyeke Hevbendiyê heye dixwaze Dezgeh vegerin hundirê Sûriyê çi nerîna te bi evê planê heye?
Hemû Sûrî dixwazin vegerin Sûriyê bi sedema rewşa abûrî û li wan Welatên Penaberiyê dijîn, û li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê Herêmên aram û rizgarkirî hene, lê pêdivî bi parastina asmanî heye da hêzên Elesed sivîlan bombebaran nekin. Û hêj bombebarankirina Daişê li Reqayê ne xuyaye gelo Emerîka lê dide, eger wisa be em bi hêvî ne ko nehêle Firokên Elesed jî bêne ser ewê Herêmê piştî ko bombebarankirina Daişê bidawî bike.