Îro di avahiya emîndariya giştî ya Hevbendiyê de û bi amade bûna hijmarek ji endamên hevbendiyê û endamên desteya wê ya siyasî, Dr. Mihemed Elmuxtar Elşinqîtî simînarek pêşkêş kir li jêr navê ” locîka Şoreşan û rêbazgehên wê”, têde balkişand li ser serkeftina Şoreşan, û pal da li ser ezmûnên çendîn Şoreşan mîna şoreşa Firinsî û ya amerîkî. û di dîdareke taybet de digel nivîsîngeha ragihandina Hevbendiyê, Elşinqîtî tekez kir li ser ” mezinahiya Şoreşa Sûrî” û amaje kir ku bûye ” hevrikiya hebûnê û hîç derfet nîne bo paşgeziya wê, lê pêdiviya wê ya bi lez heye bo fêrkirinê û standina pend û şiretan ji ezmûnên şoreşên din”. û Elşinqîtî daxuyakirin ku :”zehmetirîn tişta setemkarî dike ewe bêbehrkirina gel ji hînbûna hunera Siyasetê, û divê şoreşgerên sûrî vê valehiya heyî li berçav bigirin, û çandeka siyasî hevbeş di navbera hindur û derve de û herwiha di navbera Siyastemedaran û şervanan de saz bikin”. û her di vê mijarê de Elşinqîtî damezrandina navenda waneyan pêşniyar kir, bo sazkirina xuleyên ciyawaz yên rahênanê bo serkirdeyên siyasî û leşkerî û herwiha bo çalakvanan û bo mîdiyakaran û bo her kesekî pişkdariyek karîger hebe di rewşa Sûrî de”. û derbarê wan simînarên pêwîstin ku bên pêşkêş kirin di vê navendê de got:” pêdiviye ew wane li ser piransîpê fermanrewîyê bin û li ser pêwendiyên navdewletî, û li ser aliyên herêmî û yên navdewletî û helwîstê wan bin”. û herwiha Elşinqîtî dît ku :” Şoreşa Sûrî heta niha sernekeftiye bi sedema aloziya pirbûna yarîkaran, çi yarîkarên di hindur Sûriya de û çi yên di nav aliyên herêmî û navdewletî de”. û got ku :”rewşa Sûriyê ber bi girfteke dijwar diçe û gelek sînaryonên aloz bi xwe ve digire”. lê Elşinqîtî li xwe vegera û got: ” Hevbendiya Niştimanî û herwiha şoreşvan dikarin bi konevanî û şehrezayia xwe ya siyasî dergehan li pêş xwe vekin, û aliyên navdewletî han bidin ku li helwîstên xwe vegerin û bi taybetî yên serbazî û pêşkêşkirina piştgêriyên coreyî bo artêşa Azad û rawestandina piştevaniya diblomasî ya pêşkêşî rêjîma Esed dibe”.
Jêder: Hevbendî