Piştî geşta şanda Nivîsîngeha Pêwendiyên Derve ya ENKSê û encamdana çendîn hevdîtinan li Herêma Kurdistanê û li Tirkiyê, me ev dîdar bi endamê şanda ENKSê, rêkxerê giştî yê Tevgera Çaksazî “Fêsel Yosif ” re kir.
-Bi me gihişt ku şanda ENKSê çavpêketin digel pîlotbîroya siyasî ya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan kiriye, tu dikarî wan xalên we digel Yekîtî gengeşe kirine destnîşan bikî, nemaze ku pêwendiyên Yekîtî başin digel deshilata PYD ya xwe li navçeyên kurdî li Sûriyê ragihandiye?
Belê; me hevdîtin digel Pîlotbîroya siyasî ya Yekîtiya Niştimanî kir, bi rêka serokê desteya kargêrî Mela Bextiyar û çar endamên pîlotbîroya siyasî ya Yekîtiya Niştimanî, me ji wan re bi giştî pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasî li Sûriyê û bi taybetî rewşa navçeyên kurdî şirove kirin, herwiha me ew agehdar kirin li ser kiryarên dezgehên leşkerî yên rêveberiya ragihandî ji aliyê PYDê, û pêrewkirina zimanê zor û kotekiyê û kiryarên wan yên dibin sedema encamdana hevrikiya kurdî-kurdî, û me ji wan xwest ku bi roleke erênî di vî warî de de rabin, û me giringiya yekhelwest û yekrêziya kurdî di vê qonaxa zehmet û dijwar de diyar kir, herwiha me bal kişand ku karê YNK beşdariyê di çêkirina nakokiyan di şeqama kurdî de dike, û ji aliyê xwe ve wan got ku dê ew û bihevkariya Partiya Demokrata Kurdistan bi rola pêwîst rabin di qonaxa bê de..
-Helwesta Yekîtiya Niştimanî Kurdistan çi bû derbarê astengiyên berdewam yên baskên leşkerî yên PYDê têxe di pêşiya welatiyan de, bi taybetî kiryarên vê dawiyê der heq xwepêşenderan de yên lidijî pirogramên xwendinê û desteserkirina peyamnêrên dezgehên ragihandinê?
Ew derbas nebûn di hindur wiredakariyên rûdanan, lê wan di helwesta xwe de tekezî li ser yekhelwestiya kurdî kir ,ku pêwîst e rêveberiya PYDê bi takrewî û bitena xwe li navçeyên kurdî li ser hesabê aliyên din biryaran nestîne, û pêwîst e hin pirsên serekî yên li ser qadê li berçav bêne dîtin, û tekez kirin ku wê rola wan erênî be di qonaxa pêş de.
-Endamê Pilotbîroya Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan Mela Bextiyar tê naskirin bi alîgiriya xwe ya xuya li kêleka rêveberiya PYDê, aye we guhertinek di helwesta wî û helwesta partiya wî de dît? yan hêjî alîgiriya desthilata xweragihandî dike?
Wan tekez kir ku ew piştevanî û alîgiriya mafên miletê kurd li Sûriyê û doza kurdî dikin, bê liberçavgirtina nakokiyên siyasî yên di navbera aliyên kudî di Sûriyê de, lê Mela Bextiyar wek kesayetî pabend e bi siyaseta partiya xwe ya ew bi xwe serokê desteya kargêrî ya nivîsgeha siyasî ya wê ye, lê em bihêvî ne ku pêwendiyên me baş bibin û rola ENKSê li berçav bête girtin wek hevparekî kara û serekî ji PYDê re, ku ji îro û pêş de nabe pişta aliyekî bête girtin li ser hesabê aliyên din, ev heger em birastî daxwaza yekrêziya kurdî bikin.
-Helwesta Yekîtiya Îslamî çi bû li ser bûyerên niha yên navçeyên kurdî, gelo ew agahdar bûn li ser binpêkirin û destêwerdanên Asayîşa PYDê di jiyana welatiyan de li jêr sîbera rêveberiya ragihandî?
Me ji Yekîtiya Îslamî re şirove kir û herwiha me Yekîtiya Niştimanî xist li pêşberî wêneyên rewşa navçeyên kurdan li Sûriyê, ez bawer dikin ku ew agehdar bûn li ser hindek pirsgirêkên navçeyên me, wan bixêrhatina me kirin û tekez kirin ku wê hewl bidin bo çareserkirina tişta bête çareserkirin û tekez kirin ku wê alîkariyê pêşkêş bikin bo ku rewş negihêje asta şerê birakujiyê, ya ku wan di demên bûrî de bihayê wê buha dane, li dawiyê bêhtir bal hat kişandin li ser yekhewesta kurdî bi tevayî û li ser piştgiriya wê bi hemû şiyanan.
-Têzanîn ku pêwendiyên PYDê digel Rûsiyan başin, gelo we serkonolosê Rûsiya li Herêmê xist di rojeva bûyerên navçeyên kurdî li Sûriyê û kiryarên nayên pejirandin yên baskên leşkerî yên PYDê?
Bi giştî pêwendiyên me digel aliyên kurdistanê û yan digel layenên herêmî û navdewletî ne girêdayî ne bi PYDê ve, ji ber ku ENKSê aliyek siyasî ye û pêkhateyeke berfereh e û bi xwe ve gelek partî û heverêz û çalakiyên ciwanan û jinan û rêxistinên civaka siyasî digire, û hebûneke wê li şeqama kurdî heye, me nêrîna xwe derbarê çareseriya kirîza welat diyar kir, û me tekezkirina xwe li ser yekrêziya şeqama kurdî diyar kir, û me nerîna li ser avakirina dewleta demokrtatîk ya firealî û sivîl da xuyakirin, û me ji wan re got heger ku hûn têkiliyan digel aliyekî kurdî bitenê bikin wê demê hûnê hin aliyên din yên xudan roleke kara û xudan serbor û têkoşîn û xudan cemawerekî mezin jidest bidin.
-Ji ber ku roleke Rûsiya ya nekêmtir ji rola Amerîka di doseya Sûriyê de heye, gelo we dît ku Rûsî rijd in bo dîtina çareseriyê ji rewşa Sûriyê re, an hêjî bo peydakirna nakokiyan kar dikin?
Rûsî niyazên xwe venaşêrin, ew bi aşkerahî dibêjin ku destêwerdana wan di Sûriyê de ji bona parastin û misogerkirina berjewendiyên Rûsiya ye, ew vê yekê bi aşkerahî dibêjin ku ew hatine ne ji bona hezkirina wan ji Esed re, lê belê ew ji bona mana berjewendiyên xwe hatine, û em wek aliyekî kurdî me ji wan re got ku em li dijî vê destêwerdanê ne, heger birastî ne li dijî terorê be, û me got ku em digel berjewendiyên hevbeş in, lê ne ku werin piştgiriya rêjîma Esed bikin û li ser qadê li hêzên opozisyona liberal bidin, ev yek ji aliyê ENKSê ve nayê pejirandin.
– we karî hin sozan ji aliyê Rûsî bidest bînin ji bona xistina fişaran li ser rêveberiya PYDê ji ber ku Rûsî bandora wan li ser PYDê heye?
Me daxwaza sozan ji wan nekiriye û ev yek ne ji mafê me ye, Rûsiya dewletek mezin e, û giraniyeke wê ya navdewletî heye, û em wek aliyekî ji opozisyonê di Sûriyê de me ji wan re nêrîna xwe derbarê çareseriya welat şirove kir, û me diyar kir ku ti çareseriyek siyasî bê beşdariya ENKSê nabe, bi taybetî derbarê pirsa kurdî li Sûriyê.
-Di geşta we li Tirkiyê we hevdîtin digel desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê kir, ew hevdîtin çawa bû?
Hevdîtina me digel Hevbendiyê berdewamî bû ji geştên berê re, ji ber biryar pê hatiye dan ku her 45 rojan ew hevdîtin bête kirin, ji bona pêşxistina rola ENKSê di deste û komîteyên Hevbendiyê yên hundur û derve de, herwiha lênêrîn hatin pevguhertin derbarê bizavên navdewletî yên ji bona dîtina çareseriyan ji rewşa Sûriyê re, û bi taybetî li ser Civînên “Viyêna” , û giringiya hebûna nûnerê ENKSê di hindur şandên Hevbendiyê de wek nûnerê pêkhateyeke sereke ji welat hat tekezkirin.
-zanyarî gihiştin me ku we li Enqerê hevdîtin bi Wezîrê derve yê Tirkiyê re kir, we ajendeyên diyar hebûn ku hûn digel Tirkiyê gengeşe bikin, ji ber ku Tirkiya ji dewletên herêmê yên herî bibandor e li ser doseya Sûriyê, we li gel Tirkiyê behsa derwazên sînorî kir û herwiha we behsa metirsiyên Cendirmeyên wan li ser welatiyên Sûriyê kir?
Belê em bi Tirkiyê re rûniştin û me ji wan re behsa hin kiryarên xirab yên Cendrimeyan der heq koçberan li ser sînor kir, û me daxwaza vekirina derwazên sînorî yên fermî ji wan kir, ji ber ku dema bêne vekerin wê karvedanek erênî ya rasterast li ser hemwalatiyên Sûriyê yên diçin û yên derbas dibin û li ser kêmkirina arîşeyên rojane li ser sînor hebe, herwiha me ji wan re nêrîna xwe li ser çareseriya siyasî şirove kir, û me sipasiya wan kir li ser rola wan ya erênî li ser pêşkêşkirina hêsankariyan û vekirina sînoran li pêşiya Sûriyan.
– tu dixwaze tişteke din bêjî?
Belê dixwazim bêjim ku em wek Nivîsîngeha Pêwendiyên Derve ya ENKSê me pilanek bo pêwendiyên Kurdistanî û yên Herêmî û navdewletî daniye, da bi rêka geşt û hevdîtinên xwe derbirîna daxwazên gelê xwe bikin di vê qonaxê de, û herwiha da bedewamiyê bidin karê xwe bi rêka hevpeyvîn û hevdîtinan ji bo durustkirina Sûriyayek nû, hêvîdarin ku para miletê me û pêkhateyên din têde hebe wek hevpar di destûrê de û di jinûve-avakirina welat de, û mejî maf û erkên wekheviyê hebin, û emê kar ji bo berdewamiya têkilî û pêwendiyan digel hêzên Kurdistanî bi tevayî bikin , bi armanca danîna sînorekî ji rewşa milmilane û hevrikiya kurdî kurdî re..