Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê tekez kir ku “lêdana DAIŞê bitenê wê nebe çareseriyek giştgîr dema ku bombebarankirina bitewşî ya Esed, bikujê sivîlan û sedema peydabûna tundiyê, neyê rawestandin”.
Nûnerê Hevbendiyê yê li bal Netewên Yekgirtî Necîb Elxedban di nameyekê de ji Encûmena Ewlekariyê re, daxwaz kir bo “rûbirûbûna sedemên bineretî ji xwînrijandinê re, ya bi rêka bombebarankirina bitewşî dibe “, û got ku “piştî encamdana êrîşên terorîstî li Parîsê di roja înê de (13 Çêriya Paşîn), hat xuyakirin ku dîtina çareseriyeke siyasî ew e ya dawiya desthilata Esed û desteka wî bîne û ji bo dabînkirina daxwazên gelê Sûriyê, û ew tekerê ye bo bidawîkirina gefên terorîstî yên DAIŞê”.
Di nameyê de hat ku êrîşên esmanî bikujên serekî ne ji sivîlên Sûriyê re, û rêjeya 62% ji sivîlên hatine kuştin di Çêriya pêşîn ya bûrî de bi sedema wan êrîşan in, ku di nav 263 kesên hatine kuştin bi êrîşên firokên Rûsiya, 86 zarok in û 44 jin in, û bal kişand ku “ev êrîşên bitewşî berdewamiyê didin kirîza penaberan li Ewropa , û herwiha dibe fakterê zêdebûna tevlîbûna kesan nav çekdarên DAIŞê”.
Herwiha Hevbendiyê daxwaz ji endamên Encûmena Ewlekariya navdewletî kir, bi giringiya karkirinê bo misogerkirina parastina sivîlên tevaya Sûriyê, û rawestandina bikujê serekî yê sivîlan û bombebarankirina esmanî ya bitewşî bi rêka sepandina dijfirînê, û beşdarkirina Sûriyan di gotubêjên Viyêna de,ji ber neamadebûna wan destûriya gotubêjan û derfetên serkefina wan lawaz dike”.
Jêder:Hevbendî