Emîndarê Giştî Yê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Mihemed Yehya Mektebî û endamê Desteya Siyasî Xetîb Bedle, encamên civînên Grûpa Navdewletî derbarê Sûryayê li Viyêna û amadekariyên Hevbenidyê bo operasyona siyasî, bi berpirsê nivîsgeha têkiliyên derve yê Nerwîcî “Vîcid Elfês” û balyozê Nerwîcî yê berê li Şamê “Sîfîk Sîfcî” gotubêj kirin.
Ev yek di civînekê de ku her du alî roja Sêşembê (17 Mijdarê) li baregeha Emaneta Giştî li Istenbolê lidar ket, Mektebî û Bedle li ser giringiya civînên Viyêna tekez kirin, ji ber ew hemû aliyên navdewletî bo peydakirina çareyeke siyasî li Sûryayê dicivîne.
Herweha tekezî kirin ku Hevbendî piştgiriya çi operasyona veguheztina siyasî li gor daxuyaniya Cinêvê dike, ku dawî Esed û hevalbendên xwe yên fermandar koç bikin, û Sûrya ber bi dimuqrasiyê û dewleta qanûnê de here.
Wezîrê Karê Derve yê Emirikî Con Kêrî di axaftinekê di riya telefonê bi serokê Hevbendiyê Xalid Xoce re, guhdana welatê xwe û Girûpa Dewletên Dostê Milletê Sûrî bi bihêzkirina têkilî û şêwirmendiyê bi Hevbendiya Niştimanî re tekez kiribû, bi armanca ku operasyona siyasî cîgirtî be, û Esed mecbûr bike kar li gora bendên daxuyaniya Cinêvê bike, bi taybetî rawestana bikaranîna bermîlên teqîner, û operasyonên bumbebarankirina tewş der heqê sivîlan ta gihiştina agirbesteke giştî.
Jêder: Hevbendî