Roja çarşembê Nivîsîngeha Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê li Biroksil û bi hevkariya komela Sûrî ya bêserûşûn û girtiyan; pêşangeheke wêneyên (fayilê Qeyser) li Lahay lidar xist.
Ev pêşangeh îro hat lidarxistin li perawêza 14e mîn xula karubarên komela dewletên endam di dadgeha tawanên navdewletî de ku li beyaniya îro dest bi karubarên xwe kiriye û wê sê rojan berdewam bike.
Pêşangeh bi rêka wêneyan reftar û şêwazên hovane yên rêjîma Esed di eşkencedana girtiyan de li hindurê girtîgeh û navendên deseterkirinê yên ewlekarî de dide xuyakirin, ku ev wêne ji aliyê efserekî berê yê cudabûyî ji rêjîma Esed, bi navê (Qeyser) hatine girtin ku di sala 2013an de ji Sûriya bar kiriye, ku bêhtir ji 55 hezar wêneyan yên nêzîkî 11 hezar girtiyan yên tûşî eşkencedanê bûne ji aliyê rêjîma Esed, ku ev hejmar beşek ji kiryarên eşkencedan û kuştina pêrewkirî ye ya dibe di girtîgehên Esed de.
Ku vekolîneke wird li ser wan wêneyan hatiye kirin ji aliyê tîmeke dad û yasayî ji pileya yekem di destpêka sala 2014 an, herwiha komîteya lêkolîna navnetewî ya serbixwe COL dûvçûna van wêneyan kiriye û ew xistine wek belgeyek eşkere li ser pinpêkirina pêrewkirî ji mafên mirov re ji aliyê rêjîma Esed, û li vê dawiyê pesindkirina FBL bidest xist wek belgeyeke bawerpêkirî ji bona encamdana rêşûnên yasayî di paşerojê de.
Hêjayî gotinê ye ku ev wêne berî niha hatine pêşandan li pêş Netewên Yekgirtî li Niyoyorkê û di Kongirêsê Amerîka de û di Mûzexaneya Holokost de li Waşinton, û di Parlemantoya Ewropî de li Birûksil, û di parlemantoya Birîtaniya de li Londonê.
Ku di roja duşema bûrî de, Sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Bankî Mon di raporta 21an de ya pêşkêşkirî bo endamên Encûmena Ewlekariyê dubare daxwaz ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî kir bi raguhestina rewşa Sûriyê bo dadgeha tawanên navdewletî, ligor herdu biryarên Encûmenê 2139 û 2165 (derbarê gihandina alîkariyên mirovî di Sûriyê de, û bikaranîna çekên bitewşî).
Herwiha Bankî Mon daxwaz ji rêjîma Esed kir ku pabend be di çarçovê yasa mirovahiya navdewletî de amade be û ji niha de destpê bike, û dîsa got ku “biryara Encûmena Ewlekariyê hejmar 2139 (ya sala 2014an) ku daxwaz kiriye bo rakirina dorpêçê ji ser navçeyên nişteciyan yên ava û xelk tê de, lê kesî li vê bangê guhdarî nekir.
Jêder:Hevbendî