Toreya Agahîdana Pêşinde û Bersivdanê ya bi ser Beşê Tendiristiya Yekîneya Hevrziya Piştgiriyê Xuleke Rahênana sêmehî ji Endamên Toreyê re yên li ser xaka Sûriyê kar dikin ji hevrêzkaran re li ser asta herêmê ji 17-21 Çêriya Paşî li bajarê Xazî Entabê amade kiriye
Ev xule ji zincîra rahênaniyê ya ko salane çar caran ji Endamên Toreyê re pêşkêş dike. Ew jî bi amanca karînên teknîkî li bal wan bilind bike û rewşa dawî ya nexweşiyan li Sûriyê bişopînin.
Xula kar pênc rojan berdewam dike, Rahênerên Taybet û pisporên navdewletî dê waneyan di biwarê çavdêriya nexweşiyan de bidin. Çalakî nûkirina pêzanînên taybetî yên çavdêriya nexweşiyan û yên nû derketine amanc dike. Hem jî çawaniya danûstandinê di navbera Endaman de ji aliyekî û navbera Fermanberiya Serekî de ji aliyê dî ve bi pêş ve bibin.
Nêzîk 29 kesan li Xulê dê amade bibin, ew ji hevrêzkarên çavdêriyê ne li ser asta Herêmê da pisporiyên xwe ji Hevrêzkarên Meydanî re li hemû Herêmên ko lê belav bûne li Sûriyê biguhêzin. Da zûtêderxistina nexweşiyên vegir çaktir bikin. Û ji bo pisporiyê ji kadirên rêkxistinên bijîşkî û hem yên hawarhatinê re biguhêzin. Çi bijîşk, çalakvanên civakê da çandeke civakî guhdanê li têgihiştina tendiristî dike belav bibe. Hem jî awayên têderxistina pêşinde ji nexweşiyan re û rêkên çareseriyê diyar bikin.
Tê zanîn ko Toreya Agahiyên Pêşinde û Bersivdanê ya bi ser Beşê Tendiristiya Yekîniya Hevrza Piştgiriyê ve ye, mezintirîn Toreya karkir li Sûriyê ye. Hejmara Kadirên wê digihêje 250 Bijîşk û Dermanzanû Endazyarî, yên ko di karê çavdêriya nexweşiyan de teybetmend in, û li herêmên rizgarbûyî û yên ji hêla rêjîma Esed ve dorpêçkirî ne belav in.
Jêder: Hevbendî