Piştî Hevdîtina şanda Encumena Niştimanî Kurdî bi Hevbendiya Niştimanî Sûrî re, beşê Kurdî di nivîsgeha ragihandina Hevbendiyê de ev hevdîtina taybet bi mamoste Fêsel Yûsif re ” Endamê şandê, û hevrêzkarê Tevgera Çaksazî a Kurd” pêk anî.
Hevpeyvîn:
– Mebesta şandê ji serdanê çi ye, û bi kê re rûnişt?
Sê heval ji hêla Encumena Niştimanî ya Kurd bo nirxandina karê hevbeş bi kutleyên dî ên di Hevbendiyê de re hatin şandin..û me bendên Rêkeftina di navbera Encumena Niştimanî ya Kurd û Hevbendiyê de bi amadebûna serokê Hevbendiyê Xalid Xoce û Emîndarê Giştî Mihemed Yihya Mektebî guftugo kirin, Me li ser aktîvkirina Rêkeftinê lihev kir, ji ber em beşekî sereke ne di Hevbendiyê de, û qewîtî hatin kirin ji bo dîtina çareyên hevbeş ji kêşeyan re, û herweha awayên bihêzkirina rola Encumena Niştimanî Kurdî di Hevbendiyê de hat behskirin.
– We behsa komkirina hêza leşkerî li ser sînorê Sûrî – Tirkî ji hêla dewleta Tirk ve kir?
Me behsa vê mijarê nekir, bêtir me guh da pirsgirêka penaberan û piştgiriya mirovahî a pêwist ji van hewcedaran re, bi taybet bajarê Kobanî û xelkên wê ên ku zehmetiyek mezin li ser destê rêxistina Daişê kêşandine, berî û piştşî komelkujiya vê dawiyê ku Daişê rêbendên parastinê derbas kirin û bêtir ji 300 kesî ji sivîlan şehîd kirin.
– Mijara vegera Pêşmerge hate gotubêjkirin?
Mijara me ya sereke ne vegera Pêşmerge bû, ji ber ev biryar bi Encumena Niştimananî ya Kurd ve girêdayî ye, û di kongirê dawî de biryar pê hatibû standin, ji ber ew xort û keçên Kurdên Sûrî ne, û bo dagirtina valahiya ewlehiyê di dema pêwistî bi wan hebe rahênan bûne, û ji mafê Encumena Niştimanî ya Kurd e ku bizavê bike da ev kes baştirîn gerantî ji bo parastina xelkê xwe li deverên xwe bin.
– Tê gotin tiştê ku PYD ne razî dike ji vegera Pêşmergeyan, tirsa wê ye ku ew hêz eniyên şer bi rejîmê re veke, yan jî wê hino hino rolê ji PYD û baskê wê yê leşkerî bistîne, gello di nerîna we de , rast e ev e tiştê Partiya Yekitiya Demuqrat dilreht dike?
Guman dikim ku armanca sereke ji hatina wan ne şerê rejîmê yan şerê kesên ku niha em hewcedarî wan in, û em hewcedarî wan in ku berevaniyê di ber deverên kurdî de bikin, herweha mîna beşê dî ji yekîneyên hevrikiyê berevaniyê di ber deverên xwe de bikin. Ji me re giring e ku herdû alî bi hev re berevaniyê di ber deverên xwe de bikin, di vê derbarê de me peymana Dihokê bi Tevgera Civaka Dmuqrat re girê daye, giringtirîn bendên wê, erkê xweparastin û berevaniyê ye, ew berevanî maf û erkê hemûyan e, ji vê yekê Pêşmerge nayên bo nakokiyên Kurdî – Kurdî biafirînin, lê belê bo berevaniyê di ber deverên xwe de bikin di dema ku çavê me li çareyek siyasî ye bo kirîza welat.
Bê goman serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ya ev kes rahênan kirine, jê re giring e ku vegera van pêşmergeyan nebe sedema lihevketin û nakokiyên Kurdî – Kurdî yan Kurdî – Erebî, lê armanc jê ew e, ev hêz kar bi hêzên navdwletî , herêmî, û Yekîneyên Parastina Gel re bike, ji ber giringiya hebûna wan li deverên Kurdî heye, biryara vegera wan hatiye stendin, ne ji bo bandora wan bi awayekî nerênî li ser millet hebe, ew ê ji bo xizmeta milet bin, ne vajî wilo.
– Hûn çawa bûyerên Girê Spî dinirxînin, herweha tuhmetbarkirina ji Kurdan re bi koçberkirina neçarî û cînosayda milletê Ereb?
Ji ber şer û tirsa agirê wî mirov carinan bêçar dibin, ku dest ji deverên xwe berdin, ev yek li Girê Spî jî çêbû, welatî ji tirsa ku şer û pevçûn bigihên wan ber bi deverên aram de reviyan, em zanin nêzî 300 Hezar kesên kurd ber bi herêma Kurdistanê Mişext bûne, herweha li Tirkî jî, lê pirsgirêka qirkirina regezî gelekî hatiye mezinkirin, dikarim tekez bikim ku tune ye, ji ber şer hiştiye ku xelk ji malên xwe derkevin û birevin, lê hindek hene, ji ber ku hêzên ketine bajêr de ji bo ji Daişê rizgar bikin Kurd in, dibêjin ev rewş qirkirina regezî ye. Ji hêla me ve me ji Hevbendiyê xwest hindek gotinan rast bikin, û me ev yek bi desteya siyasî ya hevbendiyê re jî gotubêj kir, û me li ser pêwistiya bikaranîna hin gotinên din ku li gor bercewendiyên rewşa giştî bin tekez kir, ne peyvine amadekirî li gor wêneyên berê û kevin di mejiyê hin kesan de bikar bînin, ew peyvên ku pirsgirêka regezîperestî gur dikin.
Di riya hevdîtina xwe re me ji hemû kutleyan re diyar û tekez kir ku ew bi rola li ser milê wan e derbarê pirsgirêka Kurdî mîna pirsgirêkek niştimnî ranabin, ji ber ev yek di deqê peymana Rêkeftina Encumena Niştimanî ya Kurd bi Hevbendiyê re hatiye, lê mixabin hindek ji wan idyolojiyên kevin wan dimeşînin, û tiştê bi serê Kurdan hatiye di bin siya rejîma Be`is a şofînî di salên fermandariya wê de ta niha teqdîr nakin. Zehmetkêşiya Kurdan – ji ber şerê li hemû bajarên Sûrî – ne kêmî ya pêkhatiyên civaka Sûrî yên din e, me ji wan re tekez kir ku bi sedhezaran Kurd ji Kobanî û deverên Kurdî yên dî penaber û mişext in.
– Hûn çawa li lihevkirina newewî a Iranê bi dewletên 5+1 re dinerin, gello wê karvedanin neyînî jê re li ser şoreşa Sûrî hebin?
Guman dikim tiştê ku niha li Sûrî dibe, nakokiya berjewendiyên dewletan li ser pişta milletê Sûrî ye, û lihevkirina newewî bi dewletên 5+1 re, bê guman, wê Sûrî tê de cihê gotubêjkirinê be, û wê beşek ji bazarên Iran û Emrîka be jî, lê tu tişt li aso xuya nake ku çareyek yekser heye, ji ber hindek nakokiyên bercewendiyan di navbera hindek welatên herêmê û welatên xwedan biryar de ku hevalên Iranê ne hene, em hêvî dikin hemû bizav di rojên bên de ber bi çareyek siyasî ve li welêt herin.
– Hûn çawa li karê Tevgera Çaksaziyê di hindirê Encumena Niştimanî Kurdî dinerin?
Di destpêkê de, em dibînin ku Encumena Niştimanî Kurdî ezmûneyek pêwist bû, me di amadekariyên kongirê sêyemîn yê Encumena Niştimanî Kurdî de got, em amade û piştgir in ji her tiştên ku saziyên wê aktîv bikin re, me beşdarî di nûnertiya nivîsgehan de kir, herweha di çareserkirina hindek pirsgirêkên ji bo nûnertiyê, û gelek tiştên dî, em ê piştgiriya Encumena Niştimanî Kurdî bikin û hewl bidin van nivîsgehan aktîv bikin, û armanca hebûna me di Hevbendiyê de ji bo dîtina gaveke aktîvkirinê ye ji rola Encumena Niştimanî Kurdî re di çarçoveya niştimanî giştî de, herweha bihêzkirina tê xwestin bo kar, ez tekez dikim ku di riya karê me di du rojên bûrî de di hevdîtinên me bi kutleyên dî re, me zextek berbiçav li wan kir bo aktîvkirina rola Hevbendiya Niştimanî, ne tenê di riya têkiliya bi Encumena Kurdî re, lê belê li ser asta niştimanî bi giştî, di paşerojê de em ê hewl bidin em rola nivîsgehên Aştiya Gelêrî û yênTêkiliyên Civakî û yên jin û ciwanan jî aktîv bikin, û em Ji dil li ser sazîkirina Encumena Niştimanî Kurdî kar dikin.
– We kar bi hevparên xwe yên siyasî bo sivikirina pêlên koçberiya Kurdan kir?
Di destpêkê de, koçberî rewşeke ne saxlem e, bandorên wê yên nerênî li ser rewşa millet a dimuxrafî hene, lê mirov ber bi penayên aram û dûrî metirsiyê ve direve, em nikarin di daxuyaniyekê de kirîza koçberiyê rawestînin, lê mîna nerînek giştî me di serkirdayetiya Tevgera Çaksazî de, me biryar daye ku divê endamê serkirde li ser erdê di nav gel de kar bike, ji hêla xwe ve ez zehmetkêşiya kesên koçber dibin, hêsan nabînin, em bi hêvî ne em van kesan di riya karê siyasî re vegerînin, û bi taybetî di riya aktîvkirina rola Encumena Niştimanî Kurdî re bi hemû pêkhatiyên xwe ve, çi partî û çi çalakên serbixwe bin.
– Tu di Komeleya Mafên Mirovan û Komîtên Vejîna Civaka Sivîl de jî endam î, gelo Komîtên Vejîna Civaka Sivîl li Cizîrê dikarîbûn ji xwe re derfeta kar bibînin di bin siya rêveberiya Partiya Yekîtiya Demuqrat a tek alî de?
Nayê veşrtin ku derfeta karê siyasî li seranserî Sûrî têkçûyî ye, ne tenê li deverên Kurdî, ew jî ji ber şerê li seranserî welat lidar e, ta gihişte asteke ku zehmet e merov here Şamê, Helebê an Humsê, lewra ji me tevan tê xwestin em kar bi aliyê çareyek siyasî de bikin, lê eger me Cizîrê bi tena xwe kir pîvan, û me got karê siyasî tê de tune ye û saziyên Civaka Sivîl nikarin tê de kar bikin, wê demê emê di nirxandina rewşê de ne hûrbîn bin ji ber rewşa Sûrî bi giştî derfeta karê siyasî tê de tune ye.
– Tiştek heye tu dixwazî di dawiya vê hevpeyvînê de bibêjî?
Em hêvî dikin ku em di destpêka qonaxeke nû de bin navnîşana wê yêkîtiya rêza kurdî û aktîvkirina rola Encumena Niştimanî Kurdî be, û Encumena Niştimanî Kurdî bikaribe bi roleke pêşeng di warê hevrikiyê bi giştî de rabe, ji ber Encumen bingeha wê ya cemawerî di nav gel de heye, û hewl dide hêviyên milletê sûrî bi giştî û yê Kurdî bi taybetî pêk bîne, karekî ceddî bo danîna binyadên dimuqrasî û pirnetewiyê li welat dike, ta her kes mafê xwe yê rewa wergre, û hevparên rastîn di Sûriya Pêşerojê de bin.