Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Sûrî tekez kir ko operasiyona danûstandin û şêwirdarî û hevrêziya herdemî bi hemû aliyên kartêker li ser xakê berdewam e, dako Serpereştiya Leşkerî ya bala damezirînin. Ew pêngava pêşî ye ji bo Gelê Sûrî da bi azadiya xwe şad bibe..
Tê zanîn ko serokê erkan Emîd”Ehmed Berî” yê ko karûbar bi fermî bo wî hatiye spartin dako şêwiran bi aliyan re bike digel komîta ji pêkhatiyan ya çavdêr li ser dubare-damezirandina Serpereştiya leşkerî ya bala.
Ev nûçeya ko îro li pêş ragihandinê hate belavkirin ya li ser (Damezirandina Encûmena Leşkerî) ew ne bi bizava Hevbendiyê ve girêdayî ye. Û ragihandina ko îro bi nav kirin (Encûmena Leşkerî ) ya nû ya ji hêla hindek endamên Encûmena berê hat ragihandin tenê ew hewldaneke ji bo nerîna raya giştî tevlihev bike, di heman çaxê ko Hevbendî bizavê dike bi alayên şervan re da Serpereştiya Leşkerî ya yekbûyî damezirîne.
Hevbendiyê destnîşan kir ko ji erkê her kesî ye guhdanê li paşeroja Sûriyê bike, da ew Şoreş biser bikeve, eger serpereştiyên Encûmena çûyî bin an yên din gerek bi berpirsiyariyê hest bibin û gerek piştgiriya bizava Hevbendiyê bikin, û hevrêziyê digel alayên şervan bikin ne ko wê birawestînin.
Salim Elmislit
Berdevkê Fermî Yê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûriyê
19.07.2015