20 Tîrmeh 2015
Binavê Xudayê mezin û mehreban
Birayên şervan li ser hemû eniyan
Xuşk û birayên Sûrî ji derve û di hindur welat de
Navçeya Zebedanê ev bêhtir ji du heftiyan e tûşî pilamareka dijwar dibe ji aliyê hêzên rêjîma tawanbar û bi piştgiriya çeteyên terorîst ji Îran û Hizibulaha terorîst û terorîstên Lîwayê Zû Elfiqar yê Îraqê û hin bandên reş û tawankariyê, ku ev pilamar hevdem tê ligel êrîşên zaf yên firok û hilîkopterên rêjîmê li ser heman navçeyê ku navçe hatiye armancekirin bi zêdetir ji 600 bermîl û 300 mûşekî, hevdem ligel bikaranîna çekên mewda dirêj, ligel dorpêçkirina birayên şoreşger di Zebedanê de, bi hewl û hêviya veşartina şikestinên xwe yên li eniyên başûr û bakur.
Wezareta berevaniyê û desteya Erkana hikûmeta demkî êrîşên li ser Zebedanê bi taybetî û yên li ser navçeyên din bi giştî bi pilamareka derve ya Îranê li qelem dide ku bi awayekî diyar û aşkere tên pêkanîn ji aliyên hêzên terorîst bi serkêşiya Îranê û sîxorên wê û bi hevkariya rêjîma tawanbar li dijî gelê Sûriyê, bi vê çendê wezareta berevaniyê û desteya Erkan daxwazê ji Encûmena asayîşa navdewletî dike bo hilgirtina erk û berpirsyaretiyên xwe û danîna sînorekî bo vê pilamarê û bo rêjîma zordar ya li Şamê, hevdem daxwazê ji Sikertêrê giştî yê Netewên Yekgirtî dike ku bêdeng nemîne li hember tawankariyên peyrewkirî yên rêjîmê bi nêzîkahiya pênc salan li dijî welatiyan.
Hevdem wezareta berevaniyê û desteya erkana hikûmeta demkî daxwazê ji hemû dost û alîgirên miletê Sûriyê dike bi pêwîstiya pêşkêşkirina hemû cureyên alîkariyê bo navçeya Zebedanê û bo navçeyên din yên Sûriyê bi rêka Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta demkî, herwiha wezareta berevaniyê bangewaziyê dide hemû hêzên leşkerî û yên şoreşger li ser hemû eniyan bo bihêzkirina zalkirinê li ser hêzên rêjîmê û bilindkirina astên oparisyonên leşkerî li dijî rêjîmê û hêzên hevalbendên wê bo sivikirina bargiraniya li ser şervanên qehreman li Zebedanê.
Îro şervanên Zebedanê û birayên wan li ser eniyên şer bi çekên sivik qehremanî û cangoriyek kêm wêne û bêhemapa didin nîşandan, em hawara xwe dighînin xudayê mezin ku piştevanê wan be û em soz didin ku emê berdewamiyê bidin şoreşa xwe ya pîroz heta bidestxistina serkeftinê û rizgarkirina welat ji stem û dagîrkeriyê.
Rehmet li şehîdan be û saxî ji birîndaran re û azadî ji girtiyan re
Silav û dirûdên xudê li we bin
Wezîrê bergiriyê
Lîwa Dr. Endeziyar Selîm Idrîs
Serokê Desteya Erkanê giştî
Cenreal Ahmet Xelîl berî