Îsal bi xemgînî xelkên Kobanî cejna remezanê pêşwazî kirin,derbarê vê mijarê Dr-Bextiyar Elhusên ji xelkên Kobanê ye, ji malpra me re got:” Cejin bi şêweyekî pir xemgîn derbas bû, di gel metirsiya dubarebûna êrîşa 25 Hezêrana bûrî li ser bajêr”
Elhusên diyar kir ku “milet bendewarê jiyaneke aram e, bê şer û tundûtûjî û koçberî , her wiha li hêviya biryareke siyasî ye ku bercewendiyên gelê kurd bi taybetî û yê sûrî bi giştî pêk bîne”
Ji hêla xwe ve Mihemed Elî bavê pakrewanekî ye ji malpra mere got:” Çekdarên Daişê Cejna Remezanê li Kobanî bi xwînê xemilandin, 235 sivîl hatin kuştin, piraniya wan jin û zarok bûn û zêdeyî 275 kesî birîndar bûn, û eger Partiya Yekîtiya Demuqrat bi vî awayî tev bigere, emê rastî pir tehlukeyan bên û ta niha sedemên komkujiyê nehatine xuyakirin ne dûre ku careke din ev şaşiyên ewlekarî dûbare bibin”
Elî nîşan da ku nema baweriya milet bi vî rengê tek alî yê prastinê heye.
Jêder : Hevbendî