Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Dîdara Taybet

Fuad Alîko: Esed Û Rêjîma Xwe Ya Be’isî Ji Kokde Bi Hebûna Gelê Kurd Û Kêşeya Wî Li Sûriyê Mukur Nehatine

February 18, 2016
in Dîdara Taybet
Reading Time: 9 mins read
A A
Fuad Alîko: Esed Û Rêjîma Xwe Ya Be’isî Ji Kokde Bi Hebûna Gelê Kurd Û Kêşeya Wî Li Sûriyê Mukur Nehatine

Derbarê rêkeftina Miyûnixê û bûyerên nû yên têkildar bi gera duyemîn ji guftugoyên Cinêv 3, beşê kurdî di nivîsgeha ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûrî, ev dîdar bi endamê desteya danûstandinan Fuad Alîko re pêk anî.

Nivîsgeha rojnamevaniyê ya desteya bilind ya danûstandinan diyar kir ku ew herdû dîtinên di navbera şandeya desteyê û nûnerên  Erebistana Si’ûdî û Amerîka li Miyûnixê serkeftî bûn, gelo ev tê wateya ku çûna Cinêvê tekez bûye?

Derbarê çûna Cinêvê niha desteya bilind ya danûstandinan berê wê li Erebistana Si’ûdî ye da li Riyadê bicivin, wê ev mijar li wir bên gengeşekirin, û wê li wir biryara çûn yan ne çûna Cinêvê bê dan, ji ber ku ew di serê lîsteya karê me yê li Riyadê de ye, lê ez niha nikarim bersiva dawî bidim te berî ku mijar bê guftugokirin di civîna Riyadê de, lê ta niha piraniya dengan dijî çûnê ne li gor pêvajoya bûyeran, ji ber ku ew dibînin ku tu sûde ji çûnê nîne di dema ku rêjîm xwe îro bihêz dibîne, û Rûsya hêjî bi tundî li deverên Artêşa Azad dide, lewra ta niha kaxezên danûstandinê yên xurt di destê rêjîma Esed de ne, ji ber vê yekê eger Rikberî here danûstandinan jî wê helwesta wê lawaz be li Cinêvê.

Li gor cigirê wezîrê derve yê Rûsî Gînadî Vatîlof , girûpa piştgiriya Sûriyê gihiştiye rêkeftinan derbarê çareseriya kirîza Sûriyê li Miyûnixê, gelo çawa gihan çareseriya kirîzê û xwediyên kirîzê bi xwe ne amade bûn di lîsteya karê Miyonixê de?

Ji şopîneran nayê veşartin ku wan aliyan hejmarek ji civînan lidar xistin ji bo gotûbêjkirina kêşeya Sûriyê ji bo dîtina çareseriyê jêre, lê ta niha ew ne gihane sîsika çareseriyê ku ew avakirina Desteyeke Desthilat a veguhêz e, û cihê Esed di qûnaxa bê ji temenê Sûriyê tunebe , ji ber ku Rûsiya hêjî rijde li ser mana Esed di serokatiyê de, û bizavê dike ji bo dabînkirina Hikûmeteke Yekîtiya Niştimanî li gor nerîna wan û li gor pîvanên Rûsî yên guncayî ne bi rewşa Esed re, û eve têgeha çareseriya kirîza Sûriyê li rex wan, û bê guman ev tişt ji aliyê şanda Rikberiyê ji kok de nayê pejirandin, lewra ez dibînim ku gotina cîgirê wezîrê derve ne di cihê xwe de ye, ji ber ku hûrgiliyên giring hene Rûsan behsa wan nekirine, û ev mijar hîna yekalî ne bûye ne li Viyênayê nejî li Cinêvê û ne li Netewên Yekbûyî, tevlî ku ew sedema bingehîn ya dirêjkirina kirîzê ye.

Karsiparteya Yekîtiya owropayê ya karûbarên siyaseta derve û Ewlekariyê Fîdrîka Moxîrînî got ku divê Turkiyê rêkeftina Miyûnixê bicî bike ji bo kêmkirina aloziyan li Sûriyê, gelo ev gotina wê bersiv bû ji bombebarana Turkiyê ji xaka Sûriyê re? an jî ji bo destê Turkiya ji têwerdana di rewşa Sûriyê bi giştî bikşîne?

Bê guman ew nameyek pir wate ye ji Turkiyê re ji karsiparteya Yekîtiya Oropî, û têde nîşanê dide ku Turkiya ne bi tiştê ku li Cinêvê dibe re ye , der barê dîtina çareyekê ji kirîza Sûriyê re, tevlî ku Turkiya hêjî xwe dibîne elaqedar bi tiştê ku li Cinêvê dibe, û ew nîşaneke ji Yekîtiya Oropî da Turkiyê rawestîne ji tiştê ku bizavê ji bo wê dike, di riya bombebaranê re, û hewldana xwe bide xuyakirin ku ew ê destêwerdana bejayî di Sûriyê de bike.

Wezîrê karê derve yê Birîtanî Filîp Hamond amaje kir ku çûna Esed yan mana wî di Desthilatê de, bi amadebûna Rûsiya ji bikaranîna karînên xwe re ji bo hilanîna wî girêdayî ye, gelo Rikberiya Sûrî nikare Esed ji Desthilatê hilîne di riya lihevkirina bi Rûsan re?

Sebaret Rûsan me wek Hevbendî û Rikberiyê hejmarek ji hevdîtinan bi wan re kirin û di wan hevdîtina de me bizava dîtina xalên sereke yên lihevkirinê kir, ji bo em rûsan bighînin wê baweriyê ku bercewendiyên wan bi gelê Sûriyê re ne û ne bi serê rêjîmê tenê re ne, û me ji wan re got ku bercewendiyên we di Sûriyê de hene, û ev ne cihê nakokiyê ye, lê bi mercê hûn dest ji piştgiriya Beşar berdin, lê mixabin Rûs ta niha belkî baweriya wan bi Rikberiyê nayê ji aliyê parastina bercewendiyên xwe yên abûrî di Sûriya paşerojê de, û eşkere ye ku hatina Rûsan bo Sûriyê ne ji bo reşiya çavên Beşar û rêjîma wî ye, lê ji bo parastina bercewendiyên xwe yên abûrî li Sûriyê û zêdekirina wan bercewendiyan ne.

Piştî gengeşeyên di kolana kurdî de derbarê ku kî mafdar e nûnertiya kurdan di ser asta Navdewletî bike, gelo doseya emzeyên ku ji kolana kurdî hatin civandin bi armanca derbaskirina wan di danûstandinên Cinêv3 de gihişte kû derê?

Bê guman her aliyek dibe ku xwe bibîne nûnerê gelê kurd li ser asta Navdewletî, û bi rastî Encûmena Niştimanî ya Kurd di riya kaxez û belgeyên xwe re diyar dike û radighîne ku ew xwediyê pirojeyê kurdî ye û xwediyê pirojeyê Niştimanî ye di heman demê de, û tiştê ku em ji Sûriya paşerojê re dixwazin di erşîf û belgeyên me de hene, û em tiştekî îro venaşêrin da em sibe wî eşkere bikin, lê Partiya Yekîtiya Dîmoqrat pirojeyê wê ne zelal e û navê wê bi xwe jî berfireh e, û ne kurdî ye, û nejî Sûrîbûna xwe diyar dike, û navê wî ne girêdayî ye bi ti cuxrafîya destnîşankirî ve, ew dikare li her deverê dunyayê be, ji ber ku tu nîşanên netewî û nejî niştimanî di navê wê de tune ye, û sebaret bi emzeyan me ew gihandine Emîndarê Giştî Yê Netewê Yekbûyî, û ew tenê nimûneyek bû li ser karîna Encûmena Niştimanî ya Kurd ji nûnertiya kolana kurdî re, û çawa ku tevlî seqaya dijwar û biser de astengiyên alîgirên PYD, û dûrbûna hin herêman û nekarîna giheştina wan ji ber rewşa cengê, wek Bab û Minbic û Cerablisê, her wiha Heleb û Şam û Hema û Laziqiyê, ku tevlî hemî  rewşên zehmet Encûmenê karîbû 625 hezar dengî di dema hefteyekê de kom bike, û ew nîşana lihevkirina kolana kurdî û guncayîbûna wê bi gotara Encûmena Niştimanî ya Kurd re, û ez dikarim tekez bikim ku piraniya kolana kurdî bi Encûmenê re ye lê PYD xwe bi hêzê ferz dike ji ber ku ew xwedîçek e.

Gelo nûnertiya kurdî wê wek gera yekem ji gotûbêjên Cinêv3 be, anjî wê guhertinin di şanda kurdî de di gera duwem ji gotûbêjan de hebin?

Ta niha şandeya kurdî wê wek xwe bimîne, lê eger gotûbêj pêşde çûn û me daxwaza komîteyeke rawêjkariyê di goftûgoyan de kir, wê demê serokê Encûmena Niştimanî Ya Kurd Birahîm Biro û her wiha sê kesên din ji endamên ENKSê yên li derve wê tevlî me bibin, di vê derbarê de Hikûmeta Almanî nivîsgehek daye Encûmena Niştimanî ya Kurd da ku karê xwe lê birêve bibe, lê sebaret bi şandeya danûstandinan wê hejmar wek xwe bimîne, lê wê zêdekirin û guhertin di komîteya rawêjkariyê de be, her wiha wê nûnertiya jinan jî hebe û Encûmen hin navên jinan amade kirine û wê endamên ragihandinê jî ji aliyê Encûmenê hebin.

Gelo wê Partiya Yekîtiya Dîmoqrat dûr bimîne ji gotûbêjên di gerên bê de di nav Rikberiyê û rêjîmê de? Anjî derfet heye ku tevlî gotûbêjan bibe piştî guhertinên serbazî yên li ser erdê?

Wê Partiya Yekîtiya Dîmoqrat ji şandeya danûstandinan dûr bimîne ji ber ku ew ne aliyeke ji herdû şandeyên ku wê danûstandinan bikin, ji ber ku ew xwe dibîne aliyek sêyem, ewê bi şandeya Rikberiyê re neçe, ji ber ku di vê dema dawî de  asta hevkariya wî bi rêjîmê re eşkere bû, û bi şandeya rêjîmê re jî naçe ji ber ku ew xwe dibîne rikberê rêjîmê, û ew li gor baweriya xwe hêleke sêyem e, û hêla sêyem tu sûde ji hebûna wê niha tune ye, ji ber ku danûstandin di nav du aliyan de ye û aliyê sêyem tune ye.

Serê rêjîmê ragihand ku mijara rêjîma dewleta Sûriyê çi rêjîmek navendî be anjî fedralî be wê di destûra ku gelê Sûrî dengê xwe bidê bê destnîşankirin, gelo Esed cidî ye di van gotinan de, anjî ev ragihandina wî tenê gotin in, û ew xwe li gor daxuyaniyên Rûsî yên di vê derbarê de saz dike?

Ez dibînim ku Beşar Esed tenê bi gotinan lîstiye û di vê bersiva xwe ya seyr de ji pirsan reviya ye, ji ber ku ev zilam û rêjîma wî ya Be’isî ji binî bi hebûna kêşe û gelê Kurd li Sûriyê mukur nehatine, û di 2012an de Esed destûra xwe danî û di tevaya destûrê de tu nîşana mafê kurd ne ji dûr û ne ji nêzîk tune ye, û hevpeymanê wî yê ku ew yeke ji endamên şandeya wî ya danûstandinan yê bi navê Umer Osê, navê partiya xwe kiribû Tevgera Destpêşxeriya Kurdî, û dana ruxsetê jêre hat redkirin ji aliyê yasayî ve ji ber ku navê kurd têde heye, tevlî ku naveroka pirogramê wî yê siyasî heman naveroka pirogramê partiya Be’is e, eger gotina kurd dihêle rêjîm û desthilata wî bitengije, gelo wê çawa xwediyê vî mejî biryarê bi mafên rewa yên gelê kurd bide, lê ev guhertin tenê ji bo balkişandina dezgehên ragihandinê ye, tenê  xwe pê bi şêweyekî şaristanî bide xuyakirin, di riya pînekirina şandeya xwe bi kesatî û pêkhateyên corbecor, ji bo ji xelkê re bide diyarkirin ku ew dîmoqratî ye û hemî pêkhateyên welat li xwe digre, tevlî ku kurd di şandeya wî de tenê kerekoz in, û Beşar ji kok de bi mafê kurdan mukur nayê, û eger cedî ba di gotinên xwe de wê danpêdan bi Rêveberiya Xweser ya Partiya Yekîtiya Demoqrat kiriba, ji ber ku ew li ser wî û rêjîma wî ji otomî û fidraliyê siviktir e.

Tê zanîn ku hêzên Sûriya Dîmoqrat tevlî Artêşa Şoreşgeran, 11 gurûpên Ereb ji gundewarên Heleb û Idlibê û ji Cezîrê jî hêzên Senadîd yên Şemerî û yên Rûpêçayî û Sotoro yên Xiristiyan di nav wan de hene, û pirs ewe? Çima Rikberî tenê li ser beşê kurdî diaxive û hêzên din yên heman Hevpeymaniyê nabînin?

Belê bi rastî jî ew hejmarek ji gurûpan e, û Ereb û Xiristiyan û Tukman jî têde hene, lê hêjî beşê mezin ji wan ji Yekîneyên Parastina Gel  yên bi ser Partiya Demoqrat ve ne, ji lewra navê mîlîşiyên kurd bi wan ve bûye, û tê jibîrkirin ku milîşiyên Ereb û Tirkuman û Xiristyan jî di nav wan de hene, û ez dibêjim wê ev nav bi wan ve bimîne eger hevsengiyek bi rastî nekeve hejmara wan aliyên ku Hêzên Sûriya Demoqrat ji wan pêk tê, û tiştê ku hişt ev nav bimîne, ew e ku van yekîneyan demek dirêj şerê DAIŞê kirin û dezgehên ragihandinê hiştin ku ew nav di hişê xelkê de bimîne.    

ShareTweetSend

Related Posts

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire
Dîdara Taybet

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire

October 24, 2019
Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin
Dîdara Taybet

Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin

September 29, 2019
Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin
Dîdara Taybet

Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin

July 27, 2019
Next Post
Hicab: Danûstandin Tune Ne Eger Ne Li Ser Desteya Hikûmeteke Veguhêz Be Û Tiştê Ku Esed Bi Şer Bi Set  Ve Naniye Li Ser Maeyê Bi Dest Nakeve

Hicab: Danûstandin Tune Ne Eger Ne Li Ser Desteya Hikûmeteke Veguhêz Be Û Tiştê Ku Esed Bi Şer Bi Set Ve Naniye Li Ser Maeyê Bi Dest Nakeve

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.