Derbarê gotubêjên cara diwem di navbera rejîma Esed û Hevrikiyê de, ku wê di dawiya çilê paşî/Yanayera were de li dar bikevin, beşê Kurdî ji malpera Hevbendiya Niştimanî Sûrî ev hevdîtin bi birêz “Fûad Elîko” Endamê Desteya Siyasî re kir .
– Di nerîna we de, Wezîrê Karê Derve yê rejîmê Welîd El – Mu`elim, mebesta wî çi ye dema ku dibêje welatê wî ji bo lidarxistina guftugoyên aştiyê bi şanda Hevrikiyê re li bajarê Cinêvê bê destwerdana ji derve amade ye?
Bê guman, Welîd El-Mu`elim bi van gotinan hewl dide ku ji karûbarên tên xwestin di biryara 2254an ya Netewên Yekbûyî û Dewletên çavdêr ku li Cinêv1 û Cinêv2 amade bûne û hejmara wan 17 dewlet in, û li ser li hev kirine bireve . tekez wê diyalok Sûrî – Sûrî be, lê wê di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de be, û wê Dî Mistora vê diyalokê birêve bibe, diyar e ku gotina El-Mu`elim ragihandinî ye, dibe ku berî gotubêjan bikar anî , da keleman deyne ber kar û bizavên navdewletî yên dixwazin aştiyê li Sûryayê bicî bikin.
– Di nerîna Te de çima rejîma Esed di riya Wezîrê Karê Derve yê xwe re mercea naskirina lîsteya şanda Hevrikiyê di gotubêjên yekser de danî?
Ez dibînim weke ku ew vî mafî nade tu kesî, ne ji mafê rejîmê ye ku bixwaze yan doza naskirina şanda hevrikiyê bike, em weke du aliyan diçin gotubêjan ta ku em li ser rewşa pirsgirêka Sûrî rawestin, û weke ku em destwerdanê di şanda rjîmê de nakin, û pirsa navên wan nakin, herweha ne ji mafê Welîd El-Mu`elim e navê şanda ji hêla Hevrikiyê de nas bike.
– Gello armanca rejîma Sûrî di riya bikaranîna gotina ” Pêkanîna Hikûmetek Yekîtiya Niştimanî ” tevlîhevyî û teşwîşê bixe ser biryara Encumena Navdewletî û daxwaza Hevbendiyê ji bo pêkanîna desteya hikûmetek veguhêz Bê Esed ?
Rast e, ev nerîna rejîmê ye ku xwe rewa dibîne, û danustendinê bi me re mîna danustendina bav bi kurê xirab re dike, û ew dibêjin em ê we bikin hevparên xwe, bêguman di wê demê de wê hemû desthilatî weke berê di destê Serok-Komar de bin, û ev yek vajî tiştê ku di daxuyaniya Cinêv1 û biryara Encumena Ewlehiyê nemre 2254 de hatiye, ku ew li ser daxuyaniya Cinêv û Desteya Fermandariya Veguhêz bi hemû desthilatiyan û di nav de desthilatiyên Serok-Komar tekez dike. Em wek hevrikî rijd in li ser daxuyaniya Cinêvê û biryara nemre 2254 , û em hemû dîbaceyên rejîmê ji bo çi Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî li gor pîverên rejîmê napejirînin.
– Ji Hêlekê ve Hevrikî xwe ji bo derbasbûna guftugoyên yekser bi rejîmê re û di bin çavdêriya navdewletî de amade dike, û ji hêleke dî ve Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ehmed Tu`ime dibêje ku rejîma Esed ne hêjaye ku tu kes li ser maseyê pê re rûne?
Dibe ku bi sedema tawankariyên rejîma Sûrî û hêzên Rûsî, Dektor Tu`ime ev daxuyaniya lezgîn dabe. Tev tawanên rejîmê û binpêkirinên hevalbendên wî, em ê herin Cinêvê bi armanca pêkanîna biryara nemre 2254 an, em dizanin em ê bi rejîmê re guftugoyan bikin, temenê guftugoyan li gel hemûyan diyar e, şeş heyv in, û derbarê çîroka nedanustendina bi rejîmê re, bê guman eger çareyin dî hebana, tu kes naxwaze ku guftugoyan bi aliyekî re ku kuştar pêk anîne bike..
– Hûn guman dikin ku tu rola erênî ji rapora Rêxistina Bexşîna Navdewletî re di birêvebirina operasyona siyasî a ku tê amadekirin heye, ku ew dibîne derbeyên Hêzên Rûsî yên dawî li Sûryayê dighêjin asta “Tawanên Cengê”?
Tiştê ku Rûsya li Sûryayê bikar tîne, dikeve çarçoveya yaseya “Tawanên Cengê” de, nîşan hene ku bi sedan ji sivîlan bûne qurbaniyên êrîşên Rûsî, û ev yek ji hêla Rêxistina Bexşîna Navdewletî ve belgekirî ye, û ew vê yekê ne ji cem xwe tîne , herweha ew di raporên xwe de ne bi vî alî ya bi yê dî re alîgir e, û bêguman dema ew wisa dibêje nîşanin berbiçav li gel hene, û tekez ev yek di dema operasyona gotubêjan de wê bibe fakterek erênî ji berjewendiya hevrikiyê, nemaze ger çavdêrin navdewletî di dema birêvebirina gotubêjan de hebin, û nîşanên kuştina Rûsan ji sivîlên Sûryayê re dibînin.
– Çima Partiya Yekîtiya Dimuqrat û baskê wê yê leşkerî ji diyalok û gotubêjan ji hêla desteya bilind ya gotubêjan hate dûrkirin?
Pirsgirêk ew e ku operasyona gotubêjan wê di navbera rejîmê û hevrikiyê de be, û Partiya Yekîtiya Dimuqrat û baskê wê yê leşkerî ne dijberên rejîmê ne, ew dijî Daiş in, lê wan dijberiya rejîmê nekiriye, û wê gotubêj di navbera rejîmê û hevrikiyê be, lewre Yakîtiya Dimuqrat bi pêrabûn û xwesteka xwe xwest ku ji derveyî çarçoveya hevrikya rejîmê be. Û pirsa cewherî ku gelekî bala wan nekişandiye ew e, wê cihê wan li ku be, ji ber wan her dem radighand ku ew hêla sêyemîn in, anku ne li gel rejîmê û ne li gel hevrikyê ne, û em wek şanda kurdî li Riyad me dixwest ku Partiya Dimuqrat bi me re beşdar ba, wê demê tu kesî bi çavê wê tesnîfa aloz li wan nedimeyzand, dibe ku hebûna wan di nav me de nêzîkbûna me pirtir kiriba, û ew nêzîkbûn wê çavsoriya di nav me de hilaniya, lê li gor gelek encamdanan hîn hevrikî dibîne ku Partiya Dimuqrat bi ser rejîmê ve ye.
– Hevbendiyê qebûl kir ku Desteya Hevrêziyê û Şepêla Avakirina Dewletê di şanda gotubêjên bi rejîmê re amade bin, lê di heman demê, hûn wek Hevbendî we Vîto dijî Partiya Dimuqrat heye, di nerîna te de çima ev dijberî û vajîbûna di helwestan de ?
Rast e, di warê siyasî de, di riya kesayetya Xelef Dawûd re, ku nûnerê wan e di Desteyê de di nav şanda Desteya Hevrêziya Niştimanî de ne, lê Şepêla Avakirina Dewletê mîna kesayetî amade bû, û ne mîna kutle, û kesên ku mîna kutleyên sereke amade bûn Hevbendiya Niştimanî û Desteya Hevrêziyê bûn, ji ber birêz Luey Hisên mîna kesaytek serbixwe amade bû, û ew xwe di nav refên hevrikiya aştiyane , ne ya leşkerî de dibîne hevrikê rejîmê.
– Gello nexwestina Hevrikiyê ji bo tevlêbûna Yekîtiya Dimuqratî di nav şanda gotubêjan de ji ku ye, ji bandora hêzên herêmî ye yan ji bandora islamî li ser Hevrikiyê ye?
tu zanyarî li rex min tune ne eger hindekan tu fişar li hevbendiyê kirine yan jî ji wan xwestiye Partiya Yekîtiya Dimuqrat dûr bixin. Nûnerê aliyê çavdêr ji kongir re, berî lidarxistina kongir axivî û got wê du kutleyan ji Hevrikiyê vexwendî bikin, ew jî Hevbendiya Niştimanî û Desteya Hevrêziyê ne, û yên mayî wê mîna kesayet amade bibin, û ev yek sedema neamadebûnan bû, ta Encumena Niştimanî Kurdî mîna kesayetek bi qedr û qîmet nehat vexwendin. Û gazina me ji aliyê çavdêr e, eger kesayetên serbixwe hatin vexwendin, divabû hindek kesayet ji Encumena Niştimanî Kurdî û Partiya Yakîtiya Dimuqratî jî amade bûbana, û me doza tevlêbûna sê kesayetên Kurdî ji Tîma gotubêjan re kiribû, ji wan: Serokê Encumena Niştimanî, û kesayetek ji Komîta Têkiliyên Derve di Encumenê de, û kesayetek mîna nûnerê Pêşmergeyan, ji ber kesayetin leşkerî ji hindur ku tevlî tîma gotubêjan bûbûn hebûn, lê ta niha xwesteka ku me pêşkêş kiribû nehatiye erêkirin. Tekez yên Islamî bandora wan ya diyar heye, ji ber kesên ku şerê rejîmê li ser erdê dikin piraniya wan Islamî ne, herweha Islamî di Hevbendiyê de jî hene, û bandora aktîv ya dewletên herêmî jî heye.
– Hinek dibînin ku Hevrikiya Sûrî bi şoreşa dijî şimûliyeta rejîma ilmanî rabû, lê tu pirsgirêk li gel wan tune ye ku bikeve xefka şimûliyeta islamî?
Ji her kesî re diyar e, ku em mîna Encumena Niştimanî Kurdî, şepêleke ilmanî ne, û hindek şepêlên ilmanî yên din hene, nerînên wan wek yên me ne, em nabînin ku eger rejîm bi rengekî ilmanî be, em dijberî ilmaniyetê bin, wek karvedanekê yan berberiyekê bi rijêmê re, wek ku hûn dizanin hemû dewletên Ewrupî û Emirika ilmanî ne, herweha Turkiya jî sîstema wê ilmanî ye, em nabin dijî ilmaniyetêne ji qehrê rijêmê re, em bi ilmaniyetê re ne û dijî bîr û baweriyên şimûlî bi tevahî ne, çi ilmanî yan islamî be, ji ber ku milletê Sûrî bêtir ji çil salî zehmetî û derdê şimûliyetê kişandiye, herweha hebûna şepêlin hevpar bi me re di avakirina Sûrî de wê bi me re alîkar be, û em nahêlin şimûliyetek nû derkeve, çi islamî yan ilmanî be, û ta ku Sûrî avakirinek dirust were avakirin divê Kurd, Islamî, Durzî, Elewî, Turkmanî, û Xiristiyan jî tê de hebin, ji ber siruşta Sûrî rengîn e, û yek reng bi kêr nayê, ji gelek pêkhatiyan pêk tê, û wê welatê hemû pêkhatiyan be.
– Piraniya Hevrikiya di bin siya Hevbendiya Niştimanî de dibînin ku Partiya Yekîtiya Dimuqrat tenê serbazek di xizmeta dewletên herêmî de ye, gello çima Hevrikî sûdê – Mîna serbazekî – jê nabîne, ji dêvla ku dijberiya wî dike?
Pirsgirêka Yekîtiya Dimuqrat û li gor daxuyaniyên hin ji berpirsyarên wan, ku ew ji kesên dî re bûne serbazên li gor xwestekê, wek ku Hec Mensûr dibêje: “Her kes ji me re dibêje spas”, lê pirsa giring, dawî encam çi ye? Çi sûde ji van qurbaniyan tevan heye, û çima Yekîtiya Dimuqrat danustendinê bi rejîmê re belaş û bêberamber dike, û min di gotareke xwe de gotibû divabû ku Yekîtiya Dimuqrat ev pêwendî ji bo berjewendiyên xwe bikar anîbana, û bihişta rejîm ji ber rola wan û tiştê ku kirine danpêdan bi wan kiriba, danpêdanek ku di pêşerojê de sûde jê bihata wergirtin , ne ku xizmeta rejîmê bêberamber bike, ji ber rejîmê ta niha li deverên Kurdî danpêdan bi Rêveberiya Xweser ya ji hêla Yekîtiya Dimuqrat ve hatiye ragihandin nekiriye , lê tenê ew danustendinê bi wan re di warê leşkerî û ewlehî de dike. Esed, El- Mu`elim , El-C`iferî, û El- Zu`ibî bi awyekî zelal gotin em alîkariya Yekîtiya Dimuqrat di warê leşkerî de dikin, û ew mîna kesên dî, welatiyên Sûrî ne, ne li ser bingeha ku xwedî maf û kêşeyekê ne, û mafên wan yên rewa li gor belge û yasayên navdewletî hene.
Ji hêleke dî ve, çima Hevrikiyê sûde ji Yekîtiya Dimuqrat wernegirt, û raman nebû ku wan tevlî refên xwe bike, sedem ew e, ku du tewerên sereke li Sûryayê hene, yek rejîm, Iran, û Rûsya ye, û Partiya Yekîtiya Dimuqrat ev tewer ji xwe re hilbijartiye, û tewerê dî yê hevrikiyê ye ku Hevbendiya Niştimanî, Emirika, Ewrupa, û hin dewletên Erebî û Herêmî tê de ne, vêca ew di tewerekî de ne û em di yekî vajî wî de ne. û ta ku em danustendinê bi Yekîtiya Dimuqratî re bikin, divê dest ji tewerê xwe berde, ji ber ne ji mentiq e ku danustendinê bi aliyekî re bike û ew dijminatiya aliyê dî dike, tev ku me – Mîna Encumena Niştimaî Kurdî- hejmarek ji peymanan bi Yekîtiya Dimuqratî re û bi çavdêriya Herêm Kurdistanê girêdane, lê ew peyman hemû ji ber cudaya teweran têk çûn, ji ber dibe ku Yekîtiya Dimuqrat nikare ji xeta xwe ya ku ta niha jê re bûye mîna hevalbendekî istratîjî derkeve.