Bi destpêka sala nû re, hêzên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD ve ji bo leşkeriya neçar dest bi hilmeteke mezin li hemû bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê kirine, û ciwanên ku temenê wan di navbera 18-30 salî de binçav dikin, û wan vediguhêzin baregehên leşkeriya neçar. Li gor ku peyamnêrê me ragihand “leşkerên PYD di nava bajaran de û li ser riyên giştî ciwanan binçav dikin”.
Mihemed Berekat welatiyek ji bajarê Serê Kaniyê ye, ji malpera me re da xuyakirin ku hêza navbûrî kurê wî Mezlûm bi mebesta leşkeriya neçar li ser riya Serê Kaniyê û Tiltemir binçav kirin, û ta niha ew nizane Mezlûm li ku ye.
Berekat balkişand ku wî serdana Navenda Tilbêder kir ku ciwanên girtî têde tên perwerdekirin, lê berpirsên wê navendê gotin ku kurê wî ne li cem wan e.
Hêjaye gotinê ku hêzên rêjîma Esed jî ji hêla xwe ve li bajarê Hesekê û Qamişlo ciwanan binçav dikin.
Jêder: Hevbendî