Tev ko Şoreşa Sûriyê derbasî sala pêncan bûye, hêjî Rêjîma Esed hemû cûreyên tundûtjiyê bikar tîne, hêj xelkê dikuje, hêj malên wan bi ser wan de wêran dike û hêjî civaka navdewletî ji dûr ve temaşe dike. Tevlî bobelatên cengê hêjî dilê miletê Sûrî di coşa rizgarkirinê de ye tevli ew qelenê buha ji destpêka Şoreşa rûmetê û heta nuha dide.
Derbarî giyanê xwequrbankirinê yê ko libal kesê Sûrî heye, û li ser serborên ko ji nêzî pênc salan bi serê milet de tên axivî..
Beşê Kurdî yê Nivîsgeha Ragihandinê ev hevdîtin digel hunermend Henan Qereçol kir:
Wek hunermend , tu çawa viyana li bal miletê Sûrî ko ev çar sal in li himber Rêjîmê li ber xwe dide dinirxînî?
Mirovê Sûrî Efsaneya serdemê ye. Çimkî tekoşîna wî ji himberiya Rêjîmê mezintir e, nuha bi dehan komek û alayên leşkerî yên li Welat şer dikin hene. Geh lihev didin û geh lihev dikin û miletê Sûrî beraberiya zordestiya wan Emîrên cengê û Çeteyên wan yên bazirganiyê bi xwîna milet dikin dike. Çimkî nuha berdewam beraberiya mirina ko ji her alî ve tê dike. Mirovê Sûrî her kêlîk gef bi tunekirina wî lê tê kirin. Îro ew liberxwedana mirinê dike bêtir ji liberxwedana Rêjîmê an aliyên din, mixabin kêferata wî bûye ya hebûn û nebûnê.
Bi dîtina te gelo hunermendê Sûrî karî bû li gor pêvajoya tiştê li Sûriyê dibe be?
Bê goman tu kes nikare li gor mezinbûna van bûyeran be, hin ji hunermendan bi xwe qurbanî bûn û qelenê wê gelek danîn. Ew jî wek hemû kesan dixwaze hebûna xwe biparêze û hin jî heta nuha di qebareya bobelatê nagihên û hin jî ji ber mezinbûna bobelatê derbider bûne û hin jî tiştek ne li hizra wan e û ji wan re negiring e, ji ber wilo jî heta nuha kesekî nikarî li gor pêvajoya şoreşê be.. Mixabin..
Tu wek hunermendekî, Kobanî di wijdanê te de çi çê dike, piştî ko cengê ew wêran kir û Daiş kuştareke mezin lê kir dema bêtir ji 300 kesî ji zarok, Jin û Mêran kirin qurbanî..
Ew Gornîka Sûriyê ye, bêguman ew parek ji bobelata Sûriyê ye, ev bajarê birîndar dîdevanê hovîtiya tundrewiyê ye. Ev bajarê ko di hinavê Şevê de raketî bû, bi tirs li ser deng û qêrîna yên bi kêran hatin serjêkirin ji xewê hişyar bû, û hêj gerdûn hişyar nebûye.
Li gora dîtina te ji dîrokê re û çarenûsa dîktaroran cihê Esed li nav ewan tawankaran dê li kû be?
Cihê wî heta di doseyên wan jî de nîn e. Ew tenê destikek e û nagihê ewê asta ko kêşeya Sûrî di kesayetiya wî de piçûk bibe. Kêşe û mijar ji wî bi gelekî mezintir in, û sînorê wî derbas dikin. Û dibînim nedirist e ko her tişt bi mijara koçkirin an mana wî ve bê girêdan. Piroblema milet bi sistemeke tekûz re ye û ne tenê bi kesekî re ye.
Tu li Nerwêcê dijî, gelo guhdana gelê wî welatî bi kêşeya gelê Sûrî heye an tenê siyasetmedar bi kêşeya Sûrî ve têkildar in?
Gelê Nerwêcî baş bi pêvajoya bûyeran re ye û ew baş qebareya bobelata gelê Sûriyê dizane û ew ne tenê ji bo pêzanînan belê ji bo alîkariyan jî dixebite. Tiştê bala min kêşand nûçeyên rojnameya “Vart Land”ya Nerwêcî di hejmara di 8.07.2015an de,têde encamên serjimarekê derxistin ko her sê Nerwêciyan yek amade ye ko pêşwaziya Sûriyan di mala xwe de ji sê heta şeş mehan bike.
Ew jî piştî ko desthilatê got ew nikare gelek penaberan pêşwazî bike çimkî karîna bicihkirinê nîn e. ew miletekî hêja ye û dilovan e û bi gelên bindest re ye û di rêya gelek rêxistinên mirovî de alîkariya Sûriyên hundir û derve an yên li Nerwêcê dikin. Nerwêc sala 2014an di rêya Netewên Yekbûyî ji Libnan û Tirkiyê û Urdunê 1000 Penaberên Sûrî anîn.
Desthilatê evê dawiyê bi fişara giringtirîn Partiyên Nerwêcî biryara pêşwaziya 8000 Penaberên Sûrî yên nû da, ew pêşwazî wê li ser sê salan bê dabeşkirin, Îsal 2000 û 3000 sala 2016an û 3000 sala 2017an ew jî di rêya Netewên Yekbûyî ji Libnan, Tirkiyê û Urdunê bînin.
Bi nerîna te çine rol û karên ko opozisyona Sûrî li hundir û derve û navdewletî têde têkçû?
Mixabin bijarteya çareseriya leşkerî têkçûyî ye, û mijara Çekan welat ber bi têkçûnê ve bir, û bikaranîn û piştgirêdan bi yên biyanî tê wateya guherîna Rêjîmê bi dagîrkeran. û şemitandina hin aliyên opozisyonê ber bi mijara olî ve û erêkirina wan ji desthilata islamiyîna re, mîna rêjîmê daxwazeke milî û olî di encamê de wek desthilatiya Rêjîmê bi ramana xwe ya şofînî netewî ya partiya Bas e, her wiha sistema olî ya ko yên din tune dike ew jî nayê pejirandin. Çimkî civaka Sûrî tevnehûneke têvel e, ew ji milet û neteweyan piralî ye.
Eger rewşa Sûrî bi nerênî bandor li siyaset û abûriya dewletên cîran kiribe, gelo çima ewan dewletan bi erêniya tê xwestin rola xwe nedîtin ji bil mijara pêşwaziya derbiderên Sûriyê?
Berevajî, qeyrana Sûriyê sûde gihand gelek dewletên cîran. Nebûna berhemên Sûriyê li bazaran hişt ko berhemên wan têkevin şûna yên sûrî de. Nemana geştûgozariyê li sûriyê hişt ko li dewletên cîran bêtir bibe. Delîvekirin û keysanîna ji karkerên Sûrî bikaranîna wan bi buhayekî arzan. birina kargeh û Pere û samnên Sûriyê ber bi dewletên cîran ve ji bil wilo jî evan dewletan bi milyonan dolar li ser pişta miletê Sûriyê wergirtin. Helbet ew çi tişt ji wan nagihê Penaberan ji bil tiştekî pir kêm. Ji bil wilo jî şaneyên tundrew ji hevwelatiyên xwe ber bi Sûriyê ve dişînin. Da ji qeyrana xwe ya hundirîn xilas bibin û çekan jî difiroşin sûde li wan dibe û mirin dibe para miletê me.
Piştî ev qas qurbanî gelo hêj çareseriya siyasî li Sûriyê bi Rêjîmê re dibe?
Gava ev qase sal çareseriya leşkerî sûdeya xwe neda û welat kir mala tundrewî û tiroristiyê û welat ji dojehekê ber bi dojeheke din ve bir, êdî çareseriyên siyasî tenê maye da welat ji tunekirinê bête parastin.
Pirsa dawî mamoste Henan gelo hêj tu geşbîn î bi paşeroja ko em hêvî dikin ko mirovê Sûrî ji zordariyê rizgar bike?
Ez ne pir geşbîn im di evê qonaxê de çimkî zordariyê gelek kopiyên ji şêweyê xwe afirandine. Hemû bajarên Sûriyê îro di bin desthilatiya leşkerî de ne, ji ber tek raman û tek nêrîna li her devereke welat,deverên Sûriya hemû derdê dîktatoriyê dikêşînin. Tu devera rizgarkirî ji zordariyê di nexşeya Welatê min de nîn e, û ji ber wilo jî karwanên penaberan ji welat derdikevin. Û heta ko Rêjîm bikeve jî dê Welat li ser evê dîmena xwînrêj heta demekê bimîne û tu kes texmîna çendiya dirêjbûna dema wê jî nizane, lê wek Seedellah Wenûs gotiye “Em Jiyana Xwe Bi Hêviyan Rêve Dibin”
Henan Qereçol: Şêwekar e sala 1983an li herêma Efrînê hatiye dunyayê.
Nigarsaz e li Navenda Hunerên Ciwan li Helebê navbera sala 2007 û 2009an xwendiye. Beşdarî di çar pêşingehên hevbeş bûye di heman salan de û di gelek pêşingehên din yên hevbeş de li Heleb û Efrînê beşdar bûye ji sala 2007 heta 2012an, û pêşingeheke taybet bi wî li nivîsgeha partiya komonist li Efrîn sala 2008an çêbû. Nuha li bajarê Oslo li Nerwêcê ye û çalakiyên hunera xwe berdewam dike.