Endamê komîteya yasayî ya Hevbendiya Niştimanî Merwan Heco Elrifa’î tekez kir ku rêjîma Esed zarokên temen kêmtir ji 15 salî dibe leşkeriyê piştî nemana peyayên wê, û ji sala 2014an ve bi karê leşkerkirina zarokan dirabe, tevlî emzakirina wê li ser peymannameya parastina zarokan li sala 2003an ya ku tekest kiriye li ser tevlînekirina kesên temenê wan kêmtir ji 18 salan di şer û leşkeriyê de.
Elrifa’î diyar kir ku rêjîmê dest bi leşkerkirina zarokan kiriye her ji heyva nîsana bûrî ku 524 zarok tevlî karên leşkerî kirin li bin navê Ciwanên Şoreşê û serbazgehên tabûrên Elbe’is, û niha ligel gurbûna şer ku ew bûn serbazgehên tayifî, wek mîlêşiya Elrida û lîwayê Elqudis yên bi awayekî rasterast bi Qasim Silêmanî ve girêdayî ne, ku hêzek ji zarokan hat pêkanîn û di şerên Helebê de li navçeya Elnêreb beşdar bûn.
Herwiha Elrifa’î amaje kir ku gelek raport tên ku YPGê baskê leşkerî yê partiya PYDê ya ser bi PKKê ve, hevdem bi leşkerkirina zarokan dirabe, tevlî hişyardariya rêxistinên navdewletî jêre li ser vê yekê, ku li vê dawiyê rêkeftinek hat kirin li ser derxistina hemû zarokên şervan yên di nav rêzên wê de.
Elrifa’î bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî û Encûmena Niştimanî bi rêka nivîsîngeha yasayî bangawaziya Jinêv li ser artêşa Azad belav kirine, ya têde pêwîstiya nebeşdarîkirina zarokên temen kêmî 18 salan di kiryarên leşkerî de hatiye, nemaze ku beşdariya zarokan di şeran de dikeve li jêr bendê tawanên cengê, û di yasaya navdewletî de sizakirin pê heye.
Herwiha bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî gelek binpêkirin belge kirine ji aliyê rêjîma Esed û rêxistinên terorîst, û dose bo dezgeha tawanên navdewletî pêşkêş kirine, lê mixanbin çar caran Rûsiya û Çîn rê li pêşiya pêşkêşkirina wan girtine bi rêka bikaranîna mafê “Vîto” ku cara dawî di sala 2014an de bû.
Jêder:Hevbendî