Desteya Siyasî ya ko nû hatiye hilbijartin îro di civîna xwe a yekem de rewşa guherînên nû yên gorepanî û hevdîtinên dawî yên navbera serpereştên dewletên Encûmena Hevkariya Kenvdavê û Wezîrê dervê yê Emerîkî Con Kêrî, û hevdîtina sêqolî ya navbera Erebistana Siûdî û Emerîka û Rûsya gotûbêj kirin.
Her wiha rewşa mirovî li Sûriyê û giringiya bicîanîna dewletan ji erkên xwe re derbarê miletê Sûriyê, yên ko heta nuha negihaye 26% ji tiştê ji wan tê xwestin. Û mijara danûstandinên derbarê bajarê Zebedanî û derûdorên wê û giringiya ko civaka navdewletî di rêya netewên yekbûyî re çi peyman çê bibe garantî bike. û mana niştecihan li malên wan û vegera derbideran û saxlemî û ewlehiya wan dabîn bike. Hem jî alîkariyên hawarhatinê bi zûtirîn çax û berdewam bigihên û her wiha çareseriya birîndaran jî dabîn bike. Hem jî navendên demkî ji bo yên ko malên wan wêran bûne çê bikin.
Ji aliyekî dî ve endamê desteya siyasî û serokê Hevbendiyê yê berê Hadî Elbehre derbarê rastkirinên ko tên bihîstin di pêşxeriya Îranê de ,ya ko gengeşe di navbera Îran, Rûsya û Rêjîma Esed de li ser çê bibe ragihand ku : “çi çareseriya ji çarçoveya Cinêvê ya tekûz derkeve ew cîbicî nabe. ”
Elbehra destnîşan kir piştî Îran Peymana Otomî bi dewletên mezin re imze kir”gerek nêta baş pêşberî dewletên cîran û miletên wan diyar bike. Destpêk bi pejirandina daxuyaniya Cinêvê heta bighê ko miletê Sûrî azadî û rûmeta xwe misoger bike.”
Elbehra bal kêşand ser ko gerek Îran vekêşana şervanên ko ji aliyê wê ve piştgirtî ne dabîn bike. Hem kesên ko tawankariyên cengê kirine li dijî mirovantiyê bêne sizakirin. Ji bil wilo tucaran bawerî bi nêtên Îranê nayê.
Jêder: Hevbendî