Kenîseya Kurdziman ya li paytexta Herêma Kurdistanê alîkarî bo malbatên penaberên Kobanî yên li hewlêrê pêşkêş kirin, 300 alavên hênikkirinê, û herweha 30 avsark di hefteya bûrî de li van malbatan belav kirin.
Keşe Mecîd Reşîd got; ne tenê Kobanî ye a ku sûdê ji van alîkariyan werdigre, destnîşan kir ku pir pilanên pêşerojê bo Kobanî û hemû deverên Kurdî hene, ne tenê ji hêla alîkariyên madî, lêbelê ji gelek hêlên dî ve jî mîna avakirina dibistanekê bo şagirtan, avakirina nexweşxaneyekê, nanpêjgehekê, herweha kenîseyekê. Reşîd diyar kir ku erkê mirovahî li ser wan ferz dike ku bi van karên xêrxwazî rabin, tu mebest ji bilî wê tune ne.
Hêja ye gotinê ku kenîseya Kurdziman ji destpêka mişextiya xelkên Kobanî alîkariyan pêşkêş dike, mîna pêdiviyên zivistanê, herweha kelûpelên metbexan, û keresteyên xwarinê yên her heyv digihê 500- 1000 selkên xwarinê.
Jêder: Hevbendî – Rojavanews