Îro pêcşembê , berpirsekî Amerîkî ragihand ku Amerîka û Rûsiya li Neteweyên Yekgirtî li ser reşnivîsekê derbarê berpirsiyariya êrîşên bi çekên kîmawî li Sûriyê lihev kirin, ji bo ew radestî dadgehan bên kirin.
Axilbe wê sibe roja Înê, Encûmana Asayîşê dengdanê li ser pêşinyareke Amerîka bike , ku ji Emîndarê Giştî yê neteweyên yekbûyî Ban Kî Mon û Saziya Qedexekirina Çekên Kîmawî daxwaza berhevkirina tîmekê ji vekolîneran kir, ji bo destnîşankirina kesên gunehkar di tawanên êrîşên bi gazên jehirdar li Sûriyê.
Her weha Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî ji Encumana Asayişa Navdewletî xwest ku biryara 2118 têxe warê cîbecîkirinê de, di bin benda hefan de, û dest bi rêkirina tewankarên cengê û kujerên zarokan û di serî de Beşar Esed bo Dadgeha Tawanan Ya Navdewletî.
Û hevbendiyê berpirsiyariya cîbecînekirina biryarên encumana asayişê dijî kesên çekên kîmawî bikar anîne da ser milê wan dewletan, nemaze biryara encumana asayişa navdewletî hejmara 2118 ya sala 2013 bi taybetî tiştê di movika 21ê de hatiye,ya ko behsa ferzkirina sizayan li gor bendê heftan ji belgeya neteweyên yekgirtî, eger ber bi cîbecîkirina biryarê ve nehatin, tevlî guhestina bê destûrdan ji çekên kîmawî re an jî bikaranîna çi coreyê wan çekan li Sûriyayê.
Jêder : Hevbendî