Îro roja pêncşemê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî bi şanderê nû yê Amerîka bo Sûriyê “Maykil Rantî” re û şanda pêre civiya, û di hevdîtinê de herdu aliyan gengeşe li ser pêşhatên meydanî kirin, nemaze bûyerên Zebedanê tevlî gengeşekirina guhertinên siyasî yên dawiyê derbarê kirîza Sûriyê.
Endamên Hevbendiyê ji aliyê xwe ve bal kişandin li ser rewşa mirovî li Sûriyê û pêwîstiya pabendiya dewletan bi soz û erkên xwe derbarê piştgiriya gelê Sûriyê, ku heta vê gavê pêkanîna dewletan ji wan erk û karan re rêjeya 26% derbas nekiriye, endamên Hevbendiyê bi taybetî bal kişandin li ser baredoxên xirab û bobilata xelkê Zebedanê û doruberê wê ji encama bombebarana hovane li ser bajêr ji aliyê hêzên Esed û çeteyên Hizibulaha terorîst û yên Ehmed Cibrîl, ku heta vê kêlîkê Zebedanê bi bêhtir ji 1060 bermîlên teqîner û nêzîkî 1500 mûşekên zemînî û bi hezaran rokêt û narincokên hawinan hatiye bombebarankirin.
Herwiha dorpêça kêşeya Sûriyê ya ji ji aliyê şanderê navdewletî Dî Mistora ji Encûmena asayîşa navdewletî re hatî pêşkêşkirin û helwesta Hevbendiyê jê hat gengeşe kirin, herwiha herdu alî li ser çalakiyên siyasî yên vê dawiyê li deverê axivîn, nemaze çavpêketinên Dewha û bizavên Hevbendiyê ji bona hevpeyvîna Sûrî-Sûrî bi taybetî civîna duqolî ya dawiyê li Birkosêlê di navbera Hevbendiya Niştimanî û Desteya Hemahengiya Niştimanî de.
Hêjaye ku di beşekî ji hevdîtinê de heryek ji Serokê Hikûmeta Demkî Ehmed Tuh’ma û Wezîrê bergiriyê Lîwa Selîm Idrîs jî di hevdîtan de beşdar bûn, ku têde wezîrê bergiriyê raportek li ser asoyên pirogramê meşq û rahênan û amadekariyên wezareta xwe pêşkêş kir, hevdem ku Serokê Hikûmeta demkî ji aliyê xwe ve kurtiyek li ser pêdawîstiyên hikûmetê ji bona aktîvkirina xizmetgozariyan di navçeyên rizgarkirî de pêşkêş kir.
Jêder:Hevbendî