Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî,15 tîrmehê, li bajarê Istanbolê yê Turkiyê, workşopek gotûbêjiyê da pêkanîn, ji bo behskirina mijara “Doseya Kurd Û Fedralîzmê Li Sûriyê”. Û ji bo rawestana li ser giringtirîn tiştên di workşopê de hatin gengeşekirin, me ev dîdar bi endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî Hewas Egîd re pêk anî.
Piştî we xeleka yekemîn ji workşopa ku Hevbendiyê li dar xistibû der barê fidralîzmê bi dawî kir, Hûn bi çi nerînan derketin?
Ew workşopa danûstandinê derbarê “Doseya Kurdî Û Fedralîzmê” li bajarê Istanbolê di rojên ji 15 ta 17ê tîrmeha 2016an bi destpêşxeriyekê ji desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê li dar ket, ew workşop bi beşdarbûna hejmarek ji siyasetmedar û akadîmîstên Sûrî bû, û armanca sereke ya vê workşopê avekirina têgehên hevbeş li ser bingeha guftûgoya erênî û li gor rola Kurdan ya giring di dîrok û nuha û pêşeroja Sûriyê de bû, her weha li gor niştimanîbûna bilind ji vê kêşeyê re, û ji bo dîtina çareyeke demoqratî ya dadane jê re, da mafê kurdan yê netewî di yaseya bingehîn de bê garantîkirin li ser bingeha yekîtiya xak û gelê Sûriyê.
Gelo workşopê dikarîbû wan astengiyên ku ziyan dighandin têgeha fidralîzmê li paş xwe bihêle? Û beşdaran karîbû bi nerînên nû derkevin?
Bê guman danûstandin der barê wê mijarê bi giyanekî berbirsiyane û niştiman-perwerî bû, û Hevbendiya Niştimanî soz da ku workşopin guftûgoyan yên din der barê hûrbîniyên heman mijarê li dar bixîne, bi armanca berdewamiya pevguhertina nerînan û gihiştina ramanên hevbeş yên ji Sûriyan tevan re giring in, û wan dikin yek li hember astengî û kelemên li pêşya tevaya welat derdikevin, ez nabêjim ku wê workşopê hemî hêviyên me pêk anîn, lê ew wek gaveke pêşî, erênî bû, û nerînin giring ji workşopê derketin wek navê “Komara Sûriyê”, û dîtina zimanê Kurdî wek zimanekî fermî li kêleka zimanê Erebî li deverên ku piraniya wan kurd in, her weha salixa dewletê dan, ku ew dewleteke pirnetew û bêalî ye, û pesendkirina ragihandineke destûrî ji qonaxa veguhêz re bi lihevkirineke niştimanî, û ew lihevkirin wê rê xweş bike ji bo gihiştina komeleyeke damezrêner ya ku karibe destûreke herdemî ji welat re deyne li gor daxuyaniya Cinêvê û tevaya biryarên navdewletî yên têkildar bi rewşa Sûriyê ve, û nehêlana yasa û siyasetên awarte yên li ser kurdan hatibûn çesipandin, û vegerandina rewşê wek dema berî derketina wan biryaran, piştî ku aramî li welat vegere. û der barê şêweyê dewletê, danûstandinên berfireh li ser şêweyê guncayî ji dewleta Sûriya paşerojê re çêbûn, û fedralîzmê beşeke mezin ji gengeşeyê bir, û beşdaran erêniyên fedraliyê û nerêniyên wê anîn ziman, û tevan li ser pesendkirina şêweyê dewleta “Nenavendî” li hev kirin, lê ew nakok bûn di navbera “Nenavendiya Siyasî” û “Nenavendiya Rêvebirinê” de.
Ew fedraliya tê pêşinyarkirin, gelê Sûriyê bi tevayî pêre têkildar e, çima fedralî bi kurdan tenê ve tê girêdan di dema ew ji Durzî û Elewiyan re jî pir giring e.
Di nerîna min de, girêdana mijara fedraliyê bi kurdan tenê ve ne tiştekî rast e, ji ber ku dewleta yekgirtî an jî fedralî şêweyek ji desthilatê ye, têde desthilat di navbera desthilata navendê û yekîneyên desthilatê yên biçûktir li herêman û parêzgehan tê dabeşkirin, ji lewla gelê Sûrî hemû pê têkildar in, ne tenê Kurd, û di nerîna min de divê Durzî û Elewî di workşopên bên de bi xurtî beşdar bibin, û gelek dengên din jî ji bilî Kurdan bilind dibin û fedraliyê dibînin çareserî û ne arîşe, û yek ji wan rikberê Sûrî Aksam Ne’îsa yê got ku nabe Sûriya vegere wek berê, û eger ne di çarçoveya fedraliyê de be , di paşerojê de, wê Sûriya demoqratîk tune be, û amaje kir ku fedralîzm şêweyek desthilatdariyê ji dewleta pêşketî re ye, mafê mirovan têde parastî ye her weha mafê hemî gel û pêkhateyan, ji lewra ez dibînim eger gengeşe û workşopin din jî pêk werin, dibe ku gelek dengên din yên hevkok bi mamosta Ne’îsa re derkevin.
Li gor belgenameya emzekirî ya di navbera Hevbendiya Niştimanî û Encûmena Niştimanî ya Kurdî, pêşbînkirî bû ku workşopên wek vê ji dema emzekirina rêkeftinê de çêbibin bi armanca nehêlana giraviyê û durustkirina nerînên şaş, gelo hûn çima ta îro dereng man?
Wek tê gotin riya hezar mîlî bi gavekê dest pê dike, tevlî ku divabû me ji zûve dest pê kiriba, lê ji ber sedemin bi meve girêdayî û hinên din derveyî karîna me bûn, me bi derengî dest pê kir, û gihiştina bi derengî çêtire ji ne hatinê, û bi rastî jî gaveke bi aliyê rast de bû, tevlî cudahiya nerînan der barê gelek mijaran.
Eger guftugo di demên pêş de, der barê heman mijarê careke din dest pê bikin, wê tewerên danûstandinê yên bingehîn çi bin?
Der barê lîsteya karê workşopên tên ew hîn ne hatiye destnîşankirin, û bêguman wê mijara fedraliyê bimîne hêjayî gengeşe û danûstandinê, ew li gor şert û mercên ku welat têre derbas dibe, û li gor tiştên ku rêjîmên tekrew ji dehên salan ve li pey xwe hiştine, hewcedarê dem û kar û gengeşeyên bêhtir e, ji bo pêkanîna armancin giring û guncayî bi ketwara Sûrî re û tiştên ku tên xwestin ji dema niha re.
Dema workşopê ket dema wê derbeya têkçûyî ya Turkiyê , gelo çi bandora wê derbeyê li ser workşopa we hebû?
Bi rastî rewşa derbeyê bandoreke wê ya yekser li ser hazirnebûna alavên ragihandinê yên dîtber û bihîzber û malperên ku me ew vexwendibûn çêkir , û her weha me hejmarek ji diplomatan vexwendibû, lê mixabin bi sedema rewşa awarte ya ku Turkiya têre derbas dibe, hişt ku gelek ji kesên vexwendî beşdar nebin.