Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Enes El-Ebde, hejmarek name ji wezîrên derve yên “Girûpa Piştevaniya Sûriyê” re şandin, têde daxwaza stendina hemû tedbîran kir ji bo neçarkirina Esed li ser rawestandina komkujiyên wî bi awayekî bilez.
Herwiha El-Ebde di nameya xwe ya roja Sêşemê şandibû de, ya der barê rewşa mirovî ya xerab li Helebê, bi sedema berdewamiya topbarankirina hovane û bêserûber ji rêjîma Esed û hevalbendên wê, daxwaza stendina gavên bilez kir, ji bo neçarkirina Esed, da ku pabendiyê bi mercên agirbestê bike, û dorpêç ji ser hemû deverên bajêr bête hilanîn, û bihêlin ku alîkariyên mirovî bi awayekî lezgîn û bê astengî bighên tevahiya welat.
El-Ebde got:”Tundkirina şer ya hovane ne tenê tawaneke ku li erşîfê rêjîmê yê tijî hovîtî ye zêde dibe, lê ew bi xwe li dijî hemû biryarên navdewletî ye û di nava wan de 2254 û 2268 ya ku xwedêgiravî ji bo rawestandina şer bû, wisa binpêkirin dihêle ku her danûstandina siyasî her weha gihiştina çareseriyeke siyasî dûr bikeve “.
El-Ebde lêzêde kir” Hevbendiya Niştîmanî torebûna xwe tîne ziman derbarê piştguhkirina rêjîma Esed ya berdewam ji pransîpên sereke yên yaseya navdewletî û biryarên navdewletî re, û tawankariya berdewam nedikir, eger zanîba ku sizakirin heye, ew jî ji ber nikarîbûna Civaka Navdewletî ye heta niha, herwiha piştevaniya rasteqîne ya ku ji aliyê hevalbendên wê ve dighê wê ,û bi taybet Rûsya “.
Serokê Hevbendiyê tekez kir ku Grûpa Navdewletî bo piştevaniya Sûriyê, divê berpirsyaretiya wergerandina peyvan bo kiryaran hildigre, û nehêle tawankariya rêjîma Esed li dijî gelê Sûriyê bê siza berdewam bike.
El-Ebde destnîşan kir ku deverên dorpêçkirî li bajarê Helebê derdora 300 hezar welatiyên sivîl vedihewînin, û da zanîn ku jiyana wan di metirsiyê de ye, piştî ku dorpêçkirin hate ferzkirin.
El-Ebde diyar kir ku herdu rojên borî topbarana balafirên Rûsya û yên rêjîma Esed gelekî tund bûn, û ew topbaran bi awayekî sîstematîk bû dijî jêrxaneya sivîl û deverên jîndar, bi taybet baregehên tenduristî,û bi sedan kesên birîndar ji ber topbarankirina bêserûber rûbirûyî mirinê bûne, bi sedema nebûna guhdana tenduristî.
Hin çalakvanên bajêr veguhestin ku“Pênc nexweşxane li Heleb û Gundewarê wê ji derveyî xizmetê ne, û ew jî bi sedema topbarankirina tund ya Şemiya borî, û ew nexweşxane ev in: Nexweşxaneya El-Hekîm ya zarokan, Nexweşxaneya El-Zehra, Nexweşxaneya El-Beyan,Nexweşxaneya El-Deqaq, Nexweşaxaneya El-Etarib li Gundewarê Helebê yê Rojava“.
Herwiha hin raporên din bikaranîna çekên qedexekirî û bêserûber destnîşan kirin, ku di nava wan de bombeyên Enqûdî, bermîlên teqîner û bombeyên feraxî jî ji aliyê rêjîmê û hevalbendên wê ve di toparankirina hovane de li ser deverên sivîlan li Helebê bikar hatine.
Jêder:Hevbendî.